​​​​​​​Minbic li hember xetereya dewleta Tirk li ber xwe dide

Rizgarkirina Minbicê rê li pêşiya planên dewleta Tirk a dagirker girt ku hewl dida bi rêya wekîlên xwe DAIŞ'ê Sûriyê dagir bike. Tevahiya pêkhateyên bajêr tev li şerê rizgarkirinê bûn û bajarê xwe ji êriş û siyasetên herêmî yên kirêt xilas kirin. Her wiha pergaleke demokratîk, hevpar û pireng tevî gefên dewleta Tirk ên domdar jî ava kir.

Rizgarkirina bajarê Minbicê di havîna 2016`an de, serkeftineke stratejîk bû û girîngtirîn rêyên ku bajarê Reqayê (bajarê sereke yê DAIŞ`ê di wê demê de) bi derveyî Sûriyê û axa Tirkiyê ve girê dida, qut kirin. Rizgarkirina Minbicê di şerê li dijî xetereya cîhanî de bi tevlêbûneke navdewletî qonaxeke girîng bû. Di encama wê pêngavê de xîlafeta DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê li bajaorkê Baxozê bi dawî bû.

Piştî ku DAIŞ`ê nikarî planên dewleta Tirk pêk bîne, li gel sewqiyatên çeteyên ku dewleta Tirk desteka wan dike, şerên îstixbaratê û çapemeniyê yên ku dewleta Tirk li dijî pergala Rêveberiya Xweser a ku li ser bingeha hevgirtina pêkhateyan ava bûye, dimeşîne, bajar bi xetereya dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû maye.

GIRÎNGIYA STRATEJÎK A MINBICÊ

Bajarê Minbicê yê bakurê Sûriyê 30 kîlometreyan ji sînorên Tirkiyê dûr e. Mezintirîn bajarê li ser rêya navdewletî M4 e û 26 km ji çemê Firatê dûr e.

Di çend salên dawîn de bajar ji aliyê avahîsazî ve gelek bi pêş ket û veguherî navendeke pîşeyî, bazirganî û çandiniyê. Minbic di nava şêniyan de bi navê `Heleba biçûk` tê naskirin. Ji ber ku ji bo veguhestina kel û pelan ji û ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bûye deriyê bazirganiyê.

Ji 2004`an ve wekî li hemû Sûriyê, li bajarê Minbicê jî tu serjimarî çênebûne. Lê di wê salê de hejmara niştecihên bajêr zêdetirî 400 hezar kes bû. Bajêr di salên şerê li Sûriyê de bi hezaran malbatên ku ji ber dijwariya şer revîne, pêşwazî kirin. Herî dawî, koçberên herêma Idlibê yên ku ji ber şerên di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de direvin, pêşwazî kirin.

KOMÊN KU BAJÊR Û GUNDEWARÊN WÊ KONTROL KIRIN

Ji ber cihê wê yê taybet û girîngiya wê ya stratejîk, Minbic para xwe ji bûyerên ku di şerê li Sûriyê de rû didin, girt. Şêniyên bajêr sala 2011`an tev li xwepêşendanên aştiyane yên ku banga azadî û hilweşandina rejîma Sûriyê dikirin, bûn. Xwepêşendana yekemîn di 21`ê Nîsana 2011`an de bû.

Di sala 2012`an de gelek komên çekdar di bin nav û alên cuda de derketin û di Tîrmeha 2012`an de hêzên hikumeta Sûriyê ji bajarê Minbicê û gundewarên we derxistin.

Ji wan koman, Tabûra Umer Bin El-Xetab, Siqûr El-Şam, Siwar Minbic, Elî Bin Ebî Talib, Ehrar Sûriye, Mucehidî Minbic, Um El-Ewasim, Cind Mihemed, Rîmah El-Rafîdên, Ehrar El-Şam, Ensar El-Sunne, Îbad El-Rehman, El-Farûq, El-Numan, El-Sultan Silêman Şah, Aîşe (Eyşe), Fursan El-Firat, Ebû Eyûb El-Ansarî, Ecyal El-Musteqbel, Eshab El-Yemîn, Siwar Sûriye û Tevgera El-Uma.

Komên navborî tax û gundên bajêr di nava xwe de dabeş kirin. Her yekê herêmek kontrol dikir. Li gel wê bûyerên dizî, şerê navxweyî û topbarana hêzên rejîmê ya rojane rû didan.

DAIŞ`Ê MINBIC DAGIR KIR

Çeteyên DAIŞ`ê di Çileya 2014`an de bi awayekî veşartî derbasî taxên bajarê Minbicê bûn, piştî 4 erebeyên bombebarkirî teqandin û herêm topbaran kir, bajarê Minbicê dagir kir.

DAIŞ`ê bajar, gundewarên wê û herêmên fireh li Reqa, Hesekê, Dêrazor, herêmên nêzî bajarên Heleb û Şamê û naverasta beyara Sûriyê dagir kirin.

Ji ber ku bajarê Minbicê nêzî sînorên Tirkiyê ye, DAIŞ`ê bajar kir navenda pêşwazîkirina bi hezaran çeteyan ji dewletên cîhanê yên cuda û cihek ewle ji serçeteyên xwe re.

Minbic, herêmên di bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê de li Sûriyê û Iraqê bi herêmên derve mîna Tirkiyê û Ewropayê bi hev ve girê dida. Li gorî mikurhatinên serçeteyên DAIŞ`ê bi dehan cihadî ji Minbicê bi hevkariya dewleta Tirk berê xwe dane dewletên Ewropayê da ku êrişên xwekuj pêk bînin.

Minbic a ku wek bajarê çand û welatê helbestvanan tê naskirin, di dema dagirkirina DAIŞ`ê de veguherîbû herêmeke herî tirsnak.

YEKITIYA PÊKHATEYAN Û PÊNGAVA RIZGARKIRINÊ

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya ku ji hezaran ciwanên pêkhateyên cuda yên herêmê pêk tê û di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de tev digere, bi desteka asmanî ya Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya DYA`yê di 1`ê Hezîrana 2016`an de ji du eniyan ve; pira Qereqozaq li rojhilatê bajêr û bendava Tişrînê li başûrê bajêr dest bi pêngava rizgarkirina bajêr kir.

Ji fermandarên pêngavê Feysel Sadûn Ebû Leyla di 3'yê Hezîranê de di encama topbarana DAIŞ`ê de li dora bajarokê Ebû Qelqel ê başûrê bajêr birîndar bû û di 5`ê Hezîrana 2016`an de di nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê de şehîd bû.

Piştî şehadeta Ebû Leyla, Meclisa Leşkerî ya Minbicê navê `Pêngava Rizgarkirina Minbicê` guhert û kir `Pêngava Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla ya Rizgarkirina Minbicê`.

BIDAWÎKIRINA HEBÛNA DAIŞ`Ê

Piştî şervanan bajar ji 4 aliyan de girt, şer berdewam kir heta ku komeke DAIŞ`ê ku mertalên zindî bi kar dianîn ragihand ku ew ji taxa Sirib a bakurê bajêr ber bi bajarê Cerablusê ve vekişiyan û piştî wê bi çend rojan derbasî Tirkiyê bû.

Di 12`ê Tebaxa 2016`an anku piştî 73 rojan ji şer, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ala QSD’ê, wêneyên şehîdên meclisê li taxên bajêr hildan û bidawîkirina "xîlafeta îslamê" li bajar û gundewarên Minbicê ragihand. Bi rizgarkirina Minbicê re têkiliya nuqteya dawîn a pêwendiyên DAIŞ û derve de bi rêya xaka Tirkiyê, têk çû.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji niştecihên bajêr û gundewarên wê re wek mertalekî xurt bû. Bi hezeran ciwan tev li akademîyên leşkerî bûn da ku tev li pêngavên rizgarkirina herêmên din ên Sûriyê bibin, bi taybet bajarê Reqayê ku çeteyên DAIŞ`ê ji xwe re kiribû paytext. Fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced û bi dehan ciwanên Minbicê di şerê rizgarkirina bajarê Reqayê de di havîna sala 2017`an de şehîd bûn.

Di bihara 2019`an de ciwanên Minbicê tev li şerê dîrokî yê rizgarkirina bajarokê Baxozê bûn ku baregeha dawîn a DAIŞ`ê li Sûriyê bû. Meclisên leşkerî yên di bin sîwana QSD`ê de tev digerin, piştî 3 salan ji rizgarkirina Minbicê hebûna DAIŞ`ê li ser xaka Sûriyê tune kir.

TECRUBEYA RÊVEBERIYA XWESER

Piştî rizgarkirina Minbicê, wekî gaveke destpêkê û lezgîn di Nîsana 2016`an de meclisa sivîl hate avakirin.

Rakirina bermahiyên şer ji bajêr, avakirina saziyên xizmetguzarî û ewlehî di pêngava piştî rizgarkirinê de xebatên destpêkê yên meclisê bûn.

Meclisê avakirina meclisên herêmî li gundewar, bajarok û taxên bajêr di hemleyeke rêxistinkirî, hejmareke ji meclisan ku nêzî 400 bû girt ser xwe. Her wiha bi sedan koçberên ku ji derveyî herêmê reviya bûn pêşwazî kir, destek da ku wan li gundewarên wê vegerin û xizmetan ji wan re pêşkêş kir.

Destpêka 2017`an anku piştî nêzî salekê di ser rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê re derbas bûn, ji bo firehkirina xebatên meclisê û beşdarkirina nûnerên hemû pêkhateyên ji Çerkez, Ereb, Kurd û Tirkmen, Rêveberiya Xweser û meclisên wê yên qanûnsaz, rêveberî û dozgerî hatin avakirin.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Minbicê Zeyneb Qenber û Îbrahîm El-Qeftan bûn. Her wiha komîteyên girêdayî desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî wiha bûn; tenduristî, aborî, ciwan, werzîş, parastin, çand û huner, kar û barên civakî, rêveberiyên herêmî û şaredarî, perwerde, hundirîn, kar û barên derve, malbatên şehîdan û darayî.

Hevserokê niha yê Meclisa Rêveber a Minbic û Gundewarên Wê Mihemed Xêr Şêxo wiha got: "Rêveberiya Xweser di nava 4 salan de yekitî û nûnertiya pêkhateyan kir. Hêza leşkerî, rêxistinî û rêvberiya serkeftî sedema ku li hember êrişên çapemenî û leşkerî li dijî pêkhateyên herêmê bû."

MINBIC Û GUHERTINÊN JEOSIYASÎ

Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 15`ê Tîrmeha 2017`an de vekişandina beşa dawîn ji şêwirmendên leşkerî ji YPG`ê ragihand û Meclisa Leşkerî ya Minbicê bajêr û gundewarên wê bi rê ve bir, her wiha hebûna baregehên Koalîsyona Navneteweyî û di serî de DYA`yê li ser xetên şer bi dewleta Tirk a dagirker e.

Di 15`ê Mijdara 2019`an de Koalîsyona Navneteweyî bi awayekî fermî vekişandina hêzên xwe ji bajarê Minbicê ragihand û ber bi herêmên rojhilatê Sûriyê ve birin, li gorî axaftinên wan sedema vekişînê ew e ku, parastina bîrên petrolê yên li rojhilat bikin.

Piştî rojekê ji vekişandina hêzên koalisyonê û li ser banga QSD`ê, hêzên Rûsya û yekîneyên hêzên hikûmeta Sûrî derbasî xetên şer bi dewleta Tirk a dagirker re bûn da ku li hember berjewendiyên dewleta Tirk bisekinin û êrişên dewleta Tirk li ser herêmên bakurê Sûriyê, bisekinin.

Fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil wiha axivî: "Koordînasyona leşkerî hişt ku artêşa Sûrî û Rûsî di navenda Minbicê de belav bibin. Ev yek ji bo îdia û hincetên Tirkiyê ji bo êrişî herêmê bike, bisekinînin. Lê di hundirê bajêr de Hêzên Ewlekariya Hundirîn ewlehî û rewşên rêxistinî birêve dibin û agahiyên der barê derbasbûna artêşa Sûriyê ne rastin."

Ebû Adil wiha domand: "Pêkhateyên Minbicê îsbat kir ku ew dikarin hêza xwe ya leşkerî xurt ava bikin, rihê berxwedana parastina herêmên wan bi wan re hebû. Meclisa Leşkerî xwestekên pêkhateyan û armancên wan li dijî xetereya pareçkirina ku dewleta Tirk li bakurê welêt pêk anî, kir yek."

MINBIC Û GEFÊN DEWLETA TIRK

Gefê û êrişên dewleta Tirk ku êrişî Minbicê bike û tev li herêmên ku dagir kirine bike didomin. Ev yek di çarçoveya hewldanên parçekirina beşek ji bakurê Sûriyê bi hinceta "herêma ewle" pêk tê. Ji ber pêkhateyên bajêr û gundewarên wê bi xwepêşandan û çalakiyên rojane banga derketina dewleta Tirk ji Sûriyê dikin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, dewleta Tirk nêzî 8 hezar çeteyên ji Sûriyê kom kirine da ku êrişî herêmê bike. Her wiha rojane şer li herêmê çêdibin. Meclisa Leşkerî jî ji ber her êrişeke muhtemel amadekariyên xwe dike.

(şx-bx)

ANHA


Mijarên Din