Minbic ji qonaxên herî xeter heya niha

Bajarê beriya zayînê heya niha di qonaxên herî zehmet wekî dagirkirina ji aliyê deshilatdariya qiralê Şalmaneser 3`an ve, êrişa Mogol, dagirkirina Osmaniyan, desthiladariya rejîma Baas, dagirkirina DAIŞ derbas bûn ku heya ber bi xweseriyê ve hat. Niha jî neviyên Osmaniyan dîsa dixwazin bajarê berxwedêr têxin nav qonaxeke xetertir, lê çawa ku dîrok wan binxistî nivîsand wê vê dema heyî jî wiha binivîsîne.  

Minbic beriya êrişên DAIŞ`ê ji aliyê cîhanê ve ewqas nedihat nasîn. Lê ev bajarê xwedawenda herî nav û deng a Sûriyê ye, xwedawenda bereketê û parazvana Firatê Atargatîs e. Her çiqasî xwestin ew çanda xwedawenda li bajar bi rêya pişaftin, êriş û dagirkeriyê tune bikin lê piştî pêngava rizgarkirinê ew rih di tililî û şewitandina çerşefên reş de derket holê. Ev bajar di qonaxên herî xeter de derbas bûye. Ya girîng li dijî hemû serdestan, bêtarên suriştî li ber xwe da ye. 

“Dîrok di roja îro de, em jî di destpêka dîrokê de veşartî ne” bi van gotinan rêber Abdullah Ocalan girîngiya dîrok û roja heyî dinirxîne. Ji bo ku plan û êrişên li ser bajarê Minbicê hatiye kirin û tê kirin, fêm bikin divê em çavekî li dîroka vî bajarî bixin.

STRATEJIYA COGRAFÎ

Helbet girîngiya vî bajarê kevnar di her alî de heye. Bi taybet jî di aliye siyasî, cografî, leşkerî de bajarekî stratejîk e.  Minbic yek ji bajarên aborî yên Sûriyê ye. Bajarê Minbicê ku li ser rêya M4 e, bajarên weke Efrîn, Şehba, Haleb, Raqa, Kobanê, Tebqa, Cerablûs û Babê bi hev girê dide. 25 km rojavayê çemê Firatê, 75 km dûrî bajarê Helebê ye, 40 kîlometre li başûrê Cerablûsê, 65 kîlometre li rojhilatê Kobanê, 45 kîlometre jî li rojavayê Babê û 40 km jî dûrî sînorê Tirkiyê ye. Ji aliyê bakur ve nêzî çemê Sacûr, ji aliyê başûr ve jî nêzî çemê Ebû Qelqel e ku ev her du çem li çemê Firatê bi dawî dibin. Rûpîvana Minbicê û gundewarê derdorê hezar û 295 kîlometre çargoşe ye. Berê ji aliyê îdarî ve, Minbic girêdayî parêzgeha Helebê bû û navenda wê bajarê Minbicê bû. 554 gund girêdayî bajar in ku bajar ji navçeyên Xebsa, Meskenê, Ebû Qelqel û Ebû Kehf pêk tê.

Bi awayekî sereke, niştecihên Minbicê û gundewarê wê debara xwe bi çandina genim, sebze û daran dikin. Hinek ji wan jî di saziyan û karên bazirganiyê de kar dikin. Du deriyên bazirganiyê bi nave Um Cilûdî (Hîmran) û Un Dedat ku di navbera Minbic û Cerablûsa de ne hene. Ev derî, li gor xwestekên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê tê vekirin û girtin.

KENGÎ HATIYE AVAKIRIN?

Berê navê paytexta Firatê ya Sûriyê li Minbicê dihat kirin. Minbic, ji kevintirîn bajarên Rojhilata Navîn û cîhanê ye ku tê texmînkirin di B.Z. sedsala 12’emîn de ji aliyê bawermendên Atargatîs bajar hatiye avakirin. Li gorî hinek belgeyan, dîroka bajar heta 5 hezar salan diçe. Di vî bajarê kevnar de, gelek hêzên wekî Roma, Sasanî, Memluk, Makedon, Abasî, Fatimî, Eyûbî, Mogol, Osmanî û Fransiyan serwer bûne. Her hêza ku serwerî kiriye, navê bajêr jî li gor xwe guhertiye. Navên ku li li Minbicê hatine kirin wiha ne; Hierapolîs (Bajarê Pîroz), Ebroqîş an Ebroqlîs (Bajarê Rahîban), bajarê Lîta Aşûr, bajarê Edessa, bajarê paytextan, bajarê Menbeh, bajarê Seryas, Mabog, Nampige, Nappigu, Mabug, Bambyce herî dawî jî Minbic (bi zimanê Suryanî tê wateya kaniya diherikê). Di sedsala sêyemîn de paytexta herêma Firatê bû, her wiha ji mezintirîn bajarên Sûriyê ye. Dîrokzan Procopius, Minbic wiha pênase kiribû: “Bajarê herî gewre yê vê parçeyê cîhanê ye.”

ÇAWA TÊ NASÎN

Di encama taybetmendiyê bajar a kozmopoltîk Minbic de, wekî bajarê çandê yê Sûriyê hatiye nasîn. Li ser vê esasê yekem sînema di sala 1952`an li wir hatiye vekirin. Di sala 1961`an de jî yekem navenda çandê li Minbicê “Navenda Çandê ya Erebî li Minbicê” hatiye avakirin. Her wiha ev bajar, bi ajarê helbestvan û nivîskaran jî tê nasîn. Ji helbestvanên navdar, helbestvanê Baasî yê navdar “El Buhterî”, Ebû Fîras El Hemedanî, Doqele El Minbicî, Omer Ebû Rîşê ku yek ji helbestvanên navdar ên serdema nûjen e. Her wiha wêjevan, ronakbîr û helbestvanê îslamî yê mezin Mihemed Bin Menle Xizeyl jî ji bajarê Minbicê ye. Ev bajar xwedî taybetmendiya eşîrtiyê ye û li wir nêzî 30 eşîrên Ereb û Kurdan tevî tayên wan, dijîn.

Di çaxa navîn de hin zanistên ji Minbicê yên tên nasîn wiha ne; Mihemed Bin Selam El Minbicî, Dahhak Bin Hacve, Muhaddis Hacib Bin Suleyman, Omer Bin Saîd Bin Sînan, Fakih Ebû Alî Hasan Bin Selame, dîrokzan Agapius, Tesliyetû Ehîl-mesti, Bin Mihemed Bin Mihemed El Hanbelî.

MINBIC B.Z Û PZ

Bajarê Minbicê ji ber girîngiya xwe di dîroka de bû hedefa gelek hêz û împeratoriyan. Di dirêjahiya dîrokê de, çend caran di wêraneke tam an jî qismî de derbas bûye. Minbic di destpêkê de bajareke girêdayî Konfedarasyona Aramiyan bû. Lê di sala 856'an B.Z ji aliyê asûriyan ve di bin desthilatdariya qiralê Şalmaneser 3`an. Welatiyên Minbicê ji ber ku asûriyan gelek zext li ser wan kir serê xwe hildan û asûriyan ji Minbicê derxistin. Lê di sala 738'an B.Z asûrî dîsa vegeriyan Minbicê. Piştî ketina serdestiya asûriyan li Mezopotamya Împaratoriya li ser Minbicê Hexamenişî hakim bûn. Serdestiya Axemediyan li Minbicê heya dagirkeriya Îskenderê Mezin li Rojhîlata Navîn dewam kir. Minbic ket destê Îskender. Piştî vî yekê Roma Minbic dagir kir. Minbic di serweriya Roma de bû paytaxta eyaleta Firatîstan. Serdestiya Roma heya P.Z dewam kir. 400 sal P.Z Minbic ji aliyê Împaratoriya Sasanî ve hat dagirkirin. Heya wê demê çanda xwedawenda Atargatîs hîn li Minbicê hakîm bû.

QUTBÛNA ÇANDA XWEDAWENDA ATARGATÎS DI SERDEMA ÎSLAMÊ DE PÊK HAT 

Di sedsala 8' an de Ebbasiyan di bin Xilafeta Harûn El Reşîd de bajarê Minbicê ji nû de ava kirin û Minbic bû noqtayeke ku împeratoriya Ereb, Bîzans û qabîleyên tirkmenî ku ji Asyaya Navîn ber bi Rojhîlata Navîn ve hatî bûn, gihîştin cem hev. Di sala 1022'an Minbic ji aliyê Mîrdasiyan yê ku Şîa bûn ve hat kontrokirin. Mîrdasiyan bi destxistina Minibcê re Emîrata Mîrdasiyan li Bakûrê Sûriyê ragihandin. Mîrdasiyan kombûneke ji eşîrên Ereb yê Şîa bûn. Di sala 1068'an Bîzans dîsa Minbicê bi dest xist. Bîzans qirkirineke mezin li Minbicê pêk anî û koçberiyeke mezin ji Minbicê ber bi herêmên cuda re pêk anîn. Di sedsala 11 û 12. de Xaçperestan xwestin Minbicê bi dest bixin, lê bi ser neketin. Di sala 1152'an P.Z Xanedantiya Zengî bajarê Minbicê dagir kir. Li Sûriyê, Iraq (1127-1174) û li Mûsilê berdewam meşiyan. Heta di sala 1262`an de paytexta wan berê Heleb bû ku di sala 1154`an de bû Şam. Minbic piştî ku xanedantiya Eyûbiyan dijî xanedantiya Zengiyan bi serket di sala 1175`an de ket destê Eyûbiyan. Di sala 1260`an de êrişeke mezin ya Mogolan li dijî herêmên Rojhilata Navîn pêk hat. Di vê êrişê de bajarê Minbicê jî bi hemû çand û pêkhatiyên xwe hate xirabkirin.

Ne tenê beriya zayînê û piştî zayînê rewşa Minbicê wiha bû. Ev bajarê ku her rastî pişaftin, êriş, desthiladariyê hatiye di serdema Osmanî û rejîma Baas de jî hikûm li ser gel hatiye ferzkirin ku hewldana guhertina demografiya herêmê pêk anîne.

PÊVAJOYA OSMANÎ

Di sala 1516`an de Minbic ket bin desthiladariya dewleta Osmanî û wekî bajarekî biçûk ê Helebê hebûna xwe didomand.  Piştî êrişên Mogolan belgeyên derbarê bajarê Minbicê yê yekem ji sala 1699'an ve. Di sala 1879’an de piştî şerê di navbera Rûsya û Tirkan de Minbic bû mêtîngeriyeke girêdayî Rûsya di bin serweriya Çerkezan de. Piraniya Çerkezên ji bajarê Widdin li Bulgaristanê hatin Minbicê.

Di qonaxên din de jî pêkhateyên wekî Ermenî ku di rojên qirkirina wan ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve koçî Minbicê bûn. 350 malbatên Çerkez jî bi armanca guhertina demografiyê ber bi Minbicê ve hate şandin. Ev ji bilî hebûna Tirkmenan li Minbicê ye.

Her wiha dewleta Osmanî bi armanca ku rengê Osmanî bide bajarê Minbicê di sala 1904‘an de li bajar banyoyên giştî ava kir û li ser banyoyan "Sultan bixêrhatina we dike" hate nivîsandin. Dewleta Osmanî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn 1914 – 1918 seferberî ragihand, kesên ku bikaribin çek rakirin bi çek kirin û ew ber bi herêmên şerê ve, di nav de Minbic şandin.

Ji encamên sereke yên Şerê Cîhanê, hilweşandina Împaratoriya Osmaniyan, dabeşkirina welatên ereban li gorî Peyama Sykes–Picot Sûriyê, Lubnan û Mûsil ket bi serweriya Fransa de Urdun û Filistîn jî ket bin serweriya Îngîltere. Rewşa Minbic wekî xwe ma.

Tiştê ku dewleta Osmanî li Minbicê kiriye niha di nav hewildanên dubare kirinê de ye ku dîsa bi xeyalên Osmaniya nû herêmê têxe bin dagirkeriya xwe. Tiştê ku Osmanî li Minbicê kirin niha li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de tên dûbarekirin. Li wan herêma her tişt bûye zimanê Tirkî ku guhertina demografîk di sedsala 21`an de ber çavê cîhanê pêk tînin.

POLÎTÎKAYÊN HIKUMETA ŞAMÊ LI MINBICÊ

Bi dawîbûna mêtîngeriya Fransayê li Sûriyê di sala 1946`an de demekê Minbic di nava demokrasiyê de jiya. Êdî şênî demokrasiyê nîqaş dikin û tev li partiyên cuda dibûn. Lê ev rewş ji bilî çend salan dirêj nekir ku Partiya Baasê hat ser deshiladariya Sûriyê û rewşa siyasî li seranserê herêmê guherand. Baas, ji bo çewisandina nasnameyên gelên din ên Sûriyê siyaseta yekreng û yekpartiyê meşand.

Piştî ku rejîma Baas hat ser desthiladariyê, bajarê Minbicê hat paşguhkirin û ruxmî xwedî stratejiya bajar jî tu pêşketin tê de çênebûn. Yekem gava ku rejîma Baasê ji bo jihevxistina tevna civakî ya Sûriyê kiriye, sala 1974`an dest pê kir. Wê demê bi hezaran malbat ji Minbicê ber bi herêmên Cizîrê ve hatin koçberkirin. Ev yek li gorî siyaseta projeya Mihemed Teleb Hîlal bi hinceta ku gundên başûrê Minbicê wê di bin ava gola Bendava Firatê de bimînin, pêk hat. Xelkê koçber li xeta sînor a di navbera bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî û heta gundê Eyn Dîwar ê girêdayî bajarê Dêrikê de, li ser 43 mêtîngehan hatin bicihkirin ku bi navê “Mexmûrî” hatin binavkirin. Armanca ji vê gavê ew bû ku tevna civakî bê xirakirin, di navbera gundên kurdan de mêtîngeh bên avakirin û di navbera Kurd-Ereban de şer bê derxistin.

SERDEMA TIRSÊ YA BAAS

Di sala 1982`an de, ji ber ku tev li tevgera li dijî serweriya Partiya Baasê bûn, tankên rejîmê bajarê Minbicê û hin gundên wê dorpêç kirin. Ew serdem bi serdema tirsê hat nasîn, rejîmê li her derê tirs belav kiribû.

Cara duyemîn jî di sala 1999`an de hikumeta Baasê bi sedan niştecihên gundên Minbicê yên li hember çemê Firatê neçarî koçberiya ber bi gundewarê Mesekinê ve kirin. Bihane ew bû ku erd û gundên wan dê di bin ava bendava Tişrînê de bimînin. Li herêmên Minbicê gelek eşîrên Ereb û kurdan hene. Li Minbicê gelê Kurd gelê herî kevn û resen e. Eşîra kurdan a herî kevn li Minbicê, Mala Betran û Mala Mistefa Memo ne. Zêdetirî 30 eşîrên ereban hene û gelek tayên wan hene. Bi destpêkirina sala 2000`î re, rejîma Baasê hewl da eşîrên bajêr parçe bike, ev yek bi rêya derxistina nakokiyan di navbera wan de pêk hat.

Beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê nifûsa Minbicê 90 hezar bû. Beriya Kembera Ereban jî zêdetir Çerkes lê dijiyan. Lê di encama polîtîkayên pişaftin û veguherandina demografiye de, weke hemû bajarên kurdan, Minbic jî wergerandine bajarê ereban. 2011’an de beriya şer dest pê bike nifûsa vî bajarî ji sedî 68 Ereb, ji sedî 25 Kurd, ji sedî 5 Tirkmen, ji sedî 2 jî Çerkes bû.

SERHILDAN JI RÊ DERXISTIN Û BAJAR KET BIN KIRASÊ TARÎ

Di sala 2011’an de gelên Rojhilata Navîn li hember desthilatdaran serî hilda û gelek dîktator li pey hev hatin xistin. Çirûska ku li Tunisê vêket, li Cezayir, Misir, Libya, Yemen û Bahreynê  belav bû. 15'ê Adara 2011’an de ev çirûsk gihiştibû Sûriyê. Gelên Sûriyê êdî li hember rejîma Baas tehamûl nedikir ku serî hildabû û daxwaza azadiyê kir. Lê di demeke kin de komên çete şoreşa gel ji rê derxistin û serhildana bi daxwazên demokratik pêşketibû, vegerandin şerê navxweyî. Komên opozîsyonê yên ku piştre teslîmî dewleta Tirk bûn, di 20’ê Tîrmeha sala 2012’an de bi navê tabûrên Artêşa Azad bajarê Minbicê ji rejîma Baasê girtin. Piştre DAIŞ êrişî Minbicê kur ku di 21’ê Çileya 2014’an de bajar hate dagirkirin. Êdî bajarê xwedawendan ket dest dijminên jinan.

PÊNGAVA RIZGARKIRINÊ HAT DESTPÊKIRIN

Zedetirî 2 sal û nîv Minbic, di nav lepên çeteyan de ma. Her cûre îşkence, zilm, tecawûz, lêdan, kuştin, revandin, firotin, serjêkirin, recm li vî bajarê Atargatîs hat meşandin. Êdî gelê di nav lapên van hovên serdemê bang li Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin ku werin bi hawara wan ve. Helbet wê zarokên şoreşê vê bangê bêbersiv nehiştiba. QSD`ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê êdî wê dest operasyona rizgarkirine bikira. Di esas de amadekariyên rizgarkirina bajarê Minbicê piştî serkeftina Kobanê dest pê kiribûn lê bi awayekî veşartî dihat meşandin. Di 1'ê Hezîranê de Meclisa Leşkerî ya Minbicê li Bendava Tişrînê daxuyaniya pêngava rizgarkirina gundewar û bajarê Minbicê ragihand. Piştî daxuyaniyê bi tevlîbûna 12 hezar şervanan pêngav dest pê kir.

HÊZ BÛ YEK

Roja 2’ê Nîsana 2016’an yekemîn gava berbiçav hat avêtin ku destpêkê gundê Mistefa Hemdan (Mehşiyêt Şêx Ubêd) hat rizgarkirin. Şems El Şemal, Suwar Minbic (Şorşegerên Minbic), Îtifaqa Tûgayên Firat, Cindul Heremeyîn, Taburên Şehîdên Firat, Tabura El-Qewsî û Ketibetul Tirkman El-Minbic (tabura Tirkmanên Minbicê) li ser bendava Tişrînê daxuyaniyek dan û di bin navê “Meclisa Leşkerî ya Minbicê” de hêza xwe kirin yek.

Fermandarê Taburên Şems El Şimal, Feysel Ebû Leyla roja 3’ê Hezîranê li eniya Tişrîn di encama teqîna guleyek hawanê di serê xwe de bi giranî birîndar bibû û 5’ê Hezîranê şehîd bû. Bi şehadeta Ebû Leyla re navê pêngavê vegeriya “Pêngava Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla”. Hemû şervanan ji bo pêkanîna xeyalên Ebû Leyla û tolhildanê bi beşdarbûna 43 nunerên eşîr û kesayetên ji herêma Minbicê civînek hat li dar xistin. Di encama civîna 3 saetan de ''Meclisa Sivîl a Minbicê'' hat damezrandin.

Girîngiya Minbic ji bo çeteyan çi bû?

MINBIC JI ÇETEYAN RE ÇIMA GIRÎNG BÛ?

Çeteyan ji bo ku Minbic neyê rizgarkirin hemû hewildanên xwe kirin. Gel wekî mertal bikaranîn, her cih kiribûn teqemenî. Ji ber Minbic ji bo çeteyan xwedî girîngiyek stratejîk bû. Ji sedî 95 çeteyên ku şer dikirin biyanî bûn û mejiyê şer ê DAIŞ bûn. Piştî rizgarkirina Girê Spî, hemû têkiliyên DAIŞ û dewleta Tirk li ser Minbicê re berdewam dikir. Pêdiviyên DAIŞ ji Cerablûsê dihat Minbicê û ji vir diçû Heleb, Reqa û heta Mûsilê. Çeteyên biyanî yên di rêya Tirkiyê re dihatin, piranî li Minbicê bicih dibûn û rîya nefesa DAIŞ a ku xwe bigihîne Tirkiye û Ewropa Minbic bû. Lewma weke biryargeha leşkerî ya bakurê Helebê ya DAIŞ rol dilîst ku çeteyan navê “Cenet El Muhacirîn” bi Kurdî “Bihuşta Muhaciran” lê kiribûn.

Minbic wekî ku ji çeteyan re cihekî stratejîk û girîng bû heman demê ji bo Şoreşa 19`ê Tîrmehê û herêmê bi giştî jî xwedî girîngiyek mezin bû. Bi rizgarkirina bajar re rêya di navbera kantonên Kobanê û Efrînê jî wê bihata vekirin û dorpêça li ser Efrînê bihata şikandin.

PIŞTÎ 73 ROJAN JIYAN ZINDÎ BÛ

Piştî berxwedana şervanan di roja 73’yan de operasyona rizgarkirina Minbicê mizgîniya ku herkes li bendê bû, hat. Keda nemirên şoreşê 12’ê Tebaxa 2016’an di saet 17:05’an de bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin. Mizginiya rizgarkirinê ji raya giştî re ji ber paqijkirina teqemeniyan 2 rojan dereng ma ku di 15'ê Tebaxa 2016`an de bi rêya daxuyaniyê rizgarkirina Minbic û deskeftiyekî din yên pakrewanan ji cîhanê re hate ragihandin. Yekemîn dîmenên ku ketin kadraja rojnamevanan de yên jinan bû ku jinan cerşefên reş bi tilîliyan şewitandin ku vegeriyan cilên reng bi reng.

BILANÇOYA RIZGARKIRINÊ

Di operasyonê de nêzîkî 300 gund û bajarok hatin rizgarkirin. 4 hezar û 180 çete hatin kuştin. 112 çete bi saxî dîl hatin girtin. Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin ku di tevahiya operasyonê de 264 şervanên Kurd, Ereb û enternasyonal şehîd ketine. Di nava wan de Fermandarê pêşeng Ebû Leyla, şervanê Êzidî Hure Hisên Elo (Brusk Karker), şervanên enternasyonal Eylem Ataş (Cemre Heval), Dean Carl Evans (Gîvara Rojava), Martin Gruden (Rodi Çekdar) û gelek şervanên din ên biyanî jî hebûn. Ji destpêka operasyonê heta dawî ve zêdetirî 170 hezar sivil hatin rizgarkirin.

Piştî ku çeperên parastinê hatin xurtkirin roja 23 Tebaxa 2016’an yekîneyên YPG û YPJ’ê ji Minbicê vekişiyan. Êdî Meclisa Sivîl û gelê Minbicê bi hev re dest bi avakirina jiyana nû kir.

GELÊ MINBIC XWE BIRÊXISTIN KIRIN Û SAZÎ AVA KIRIN

Bi mizgîniya rizgarkirinê re êdî gelên bajar dest xwebirêxistinkirin û sererastkirina wêraniya DAIŞ kirin. Gelên Minbicê di serî de Meclisa Sivî, meclisên gel ên gund û taxan, komîn, akademiyên perwerdeyê, rêxistina ciwanan, Mala Jin, Şaredarî, saziyên xizmetguzariyê, dadgeha gel ava kirin.

Piştî rizgarkirinê, bajar ji gelek koçberan re jî bû wargeh. Nifûsa bajêr, bi koçberên heyî re nêzî mîlyonek û 150 hezarî ye. Bajar gelek koçberên ku ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de û her wiha herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de jî himbêz dike. 2 kampên koçberan bi navê Kampa Rojhilat a Nû û Kampa Rojhilat a Kevin li gundê Rism El Ehmar yê girêdayî bajarê Minbicê hene. Ev kamp di sala 2017`an de hatine avakirin. Di Kampa Rojhilat a Nû ku 649 kon hene, 649 malbat, 3796 koçber dihewîne. Li Kampa Rojhilat a Kevin ku ji 430 konan pêk tê, 430 malbat û 2 hezar û 179 koçberên ji Sûriyê bi cih bûne. Dervayî van herdu kampên esasî, di kampên cûda de 150 malbat û  hezar û 500 koçberên ji Sûriyê dijîn.

JI RIZGARKIRINÊ HEYA NIHA BILANÇOYA ÊRIŞAN

Ji 15`ê Tebaxê heya niha êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê nehatine sekinandin. Bi taybetî jî piştî ku dewleta Tirk a dagirker 24'ê Tebaxa 2016’an de, bi DAIŞ'ê re li hev kir û li gorî peymanê Cerablus, Bab û Ezaz dagir kir ji cihên dagirkirî êriş kir. Di cihên ku dagirkir de gelek barergehên leşkerî û bi sedan noqteyên çeteyan hatin avakirin. Tenê li Cerablûsa dagirkirî 13 barergehên leşkerî ava kirine û bi dehan jî noqteyên çeteyan.

Di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên bi navê `Mertalên Firatê` de ava Sacur, weke sînor hatiye danîn. Li hin gundên eniyên Minbicê, hêzên hikumeta Şamê û Rûsya jî bi cih bûne, lê heya niha li dijî êrişan tu bersiv nedane. 

Ji rizgarkirinê heya niha ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji barergehên leşkerên dewleta Tirk hezar û 423 caran êriş pêk anîn. 5 hezar û 673 top hatine avêtin. 181 gund hatine hedefgirtin. Di encama êrişan de 35 şehîd, 58 birîndar çê bûn. 18 mal wêran bûn.

EW GEL NEYÊ BERÊ YE

Ruxmî ku ev sûcên berçavê cîhanê tên kirin dewleta Tirk bêtirs, vekirî dîsa gefên dagirkirina herêma Minbicê dixwe. Çeteyên DAIŞ`ê ji sala 2014`an heyanî nîvê sala 2016`an  ve bi hejmarên mezin xwe li ser sînorê di navbera Minbic û Tirkiyê de bi cih dikirin û giştî Minbic di bin kontrola DAIŞ`ê de bû. Di wê demê de tu helwesta tirkan derbarê Minbicê de çênebû. Lê piştî rizgarkirina Minbicê wekî "xeterî" li ser xwe dibîne. Ev tenê cihê pêkenokê ye ku ew çeteyên cîhanê kiribû nav metirsiyeke mezin dewleta Tirk re tu xeterî avanekir niha jî hebûna xweseriyê xeterî jê re avadike. Gel di wê baweriyê de ye ku çawa DAIŞ li Minbicê şikandin wê êrişekê muhtemel a dewleta Tirk jî bişkînin. Di vê çarçoveyê de gelê ku bêrêexistin ji zilma çeteyên DAIŞ re nişka ve rûbirû ma bû niha bi awayekî lez bi hemû hêzên xwe re rêxistina xwe xurtirîn dike.

ANHA


Mijarên Din