Minbic du şehîdên xwe spartin axê

Şêniyên Minbicê cenazeyên şervanê QSD'ê Welîd El-Kok (Yarûb) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ramî Abdullah ên dema erka xwe pêk di anîn şehîd bibû, bi merasîmekê li goristana Şehîdan spartin axê.

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şervanê QSD'ê Welîd El-Kok (Yarûb) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ramî Abdullah ên dema erka xwe pêk di anîn şehîd bibû ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîdan a Minbicê ketin rê.

Merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî ya şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dest pê kir. Bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê berdevkê meclisê Şervan Derwîş axivî. Şervan Derwîş sersaxî ji malbatên  şehîdan re xwest û got: "Em di welatekî de dijîn ku li dijî wê komployên qirêj tên plankirin. Em di welatekî de dijîn ku dijmin çavê xwe berdaya xêr û bêra wê. Em di welatekî de dijîn ku xwîna gelê wê tê rijandin. Ji bo rawestandina rijandina xwînê kesên gotin xwîna me ji bo rizgarkirina welat erzan e, ew kesanan şehîd in."

Şervan Derwîş soza şopandina rêya şehîdan dûbare kir.

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ciwan El-Ehmed jî got: "Em îro lehengên ku rêya heqîqet, azadî û fedekariyê hilbijartine oxir dikin."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisê Henadî Mihemed axaftin kir û got: "Em cenazeyên lehengên ku canê xwe fedayî vî welatî kirine û destanên qehremaniyê nîvisandine oxir dikin."

Di berdewama merasîmê de li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê hevserokê Meclisa Zagonsaz Mihemed Elî Ebo diyar kir ku serkeftinên hatine bidestxistin û rizgarkirin û ewlehiya herêmê berhemên keda şehîdan e.

Li ser navê malbata şehîd Welîd El-Kok, Heysem El-Kok anî ziman ku şehadeta Welîk ji bo wan cihê şehnaziyê ye û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Kefaa El-Elî nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Girseya gel cenazeyên şehîdan di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

ANHA


Mijarên Din