Mikurhatinên şaneya herî mezin a li Minbicê

Endamên şaneya veşartî ya DAIŞ‘ê ya beriya çend rojan li bajarê Minbicê hatibû zeftkirin li xwe mikur hatin ku wan gelek êrîş pêk anîne, êrîşa herî mezin a li dijî nuqteya Hêzên Xweparastinê bû, ku di encamê de 7 şervan şehîd bûbûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 23‘ê Adarê de tinekirina çeteyên DAIŞ‘ê di aliyê erdîngariyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, lê di heman daxûyaniyê de diyar kir ku xeteriya şaneyên wê yên veşartî hîna bi dawî nebûye.

QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di operasyonên xwe yên li dijî şaneya de gelek şane girtin.

Li bajar û gundewarê Minbicê piştî rizgarkirinê, şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê ketin tevgerê û dest bi êrîşan kir.

Wekî Ajansa Nûçeyan a Hawarê me mikurhatinên şaneya gelek êrîş pêk anîne bi dest xist, jê êrîşa li dijî benda Çerxerêya Şerîa ya li aliyê rojavayê Minbicê ya di 25‘ê Adara îsal de pêk hatibû û di encamê de 7 şervanên Hêzên Xweparastinê şehîd bûbûn. Şane her wiha ji êrîşa bi erebeyeke bombebarkirî ya li dijî erebeya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya di 9‘ê Adarê de li ser rêya Otostrad a başûrê bajarê Minbicê pêk hatibû berpirsyar e. Heman şande di 16‘ê Gulanê de êrîşeke bi erebeyeke bombebarkirî li ber avahiya Hêzên Hawarî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk anî ye di encamê de kesek şehîd bû û 10 jî birîndar bûn, di nav de zarok hebûn.

Şane ji 18 endaman pêk tê. Di nav van kesan de 7 jin hene. Erka jinan ew bûye ku sûcên şaneyê veşêrin. Erkên endamên din jî cûda bûne, hinek fermanên mîrê şaneyê anîne, hinek çek û teqemenî werdigirtine û derxistine, her wiha hinek din bi mijarên lojîstîk û cihên şaneyê ve mijul bûne.

Şane ji aliyê serçete Mehmûd Mustefa El-Elî (Ebû Mustefa) ve hatiye bi rêvebirin. Ebû Mustefa di operasyonekê de li bajarê Reqayê hate girtin û niha di lêpirsînê de ye, heta niha mikurhatinên wî ji raya giştî re nehatin parvekirin. Endamên din jî yên şaneyê ev in; Omer Ebdulqadir El-Şêx bi nasnav Umran cîgirê mîrê şaneyê Ebû Mustefa ye ku beşdarî piraniya êrîşên şaneyê bibû. Ebû Hebîb El-Şamî beşdarî êrîşa li dijî nuqteya Hêzên Xweprastinê û êrîşa xwe ya li ber avahiya Hêzên Hawarê bûye.

Mehmûd Elî El-Elî (Ebû Xufran an jî Ebû Mihemed) beşdarî 4 êrîşan bûye. Ebdulezîz Ebdulrehman Şenai (Ebû Zekeriya) erka wî amadekirina bombe û erebeyên bombebarkirî bûye. Ehmed Elî El-Hemed (Ebû Elî Retla) beşdarî 6 êrîşan bûye. Mihyedîn Zahir Hoş (El-Qeysî) li gundewarên Minbicê êrîş pê dianîn û li cem wî çek û cebilxan hatin dîtin. Ehmed Ubeyd Mihemed Elî (Ubeyed) beşdarî 5 êrîşan bûye.

Êrîşa li dijî benda Hêzên Xweparastinê

Li gorî mikurhatinên endamên şaneyê yên beşdarî êrîşa li dijî benda kontrolê ya Hêzên Xweparastinê bibon; 7 çeteyên şaneyê ji avahiyeke vala ya li nêzî bendê dest pê kirin, çek li wan hatin belavkirin ku ji demançeyên bêdeng û tivingan pêk dihat, li erebeyekê (H-100) siwar bûn û bend dorpêç kirin, piştre du ji wan derbas bûn, di nava kêmî 3 deqeyan de  hemû şervanên li nuqteyên hatin şehîd xistin û çekên li wan hatin desteserkirin.

Endamên şaneyê piştî êrîşê reviyan. Di vê êrîşê de erka çete Ebû Elî Retla û Ebû Xufran dorpêçkirina bendê bû, du çeteyên din beşdarî êrîşê bûn;  ajokar Umran bû û Ebû Hebîb El-Şamî yê êrîşî bendê kir, mîrê şaneyê Ebû Mustefa erka wî şopandina êrîşê ji dûr ve bû.

Êrîşa li dijî avahiya Hêzên Ewlekariyê

Ji bo pêkanîna êrîşa li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn çete Ebdulezîz Ebdulrehman Şenai (30) ê ji bajarokê Xendûra yê Cerablusê hate erekedarkirin.

Ebdulezîz Ebdulrehman di sala 2016‘an tevlî çeteyên DAIŞ‘ê dibe û di dema pêngava QSD‘ê ya rizgarkirina Reqayê de erka amadekirina bombeyan wergirt, bi tinekirina DAIŞ dest ji DAIŞ‘ê berdide 6 mehan li Reqayê dimîne. Piştre diçe Minbicê û bi rêya xuşka xwe M. Ş çete Ebû Mustefa mîrê şaneyê nas dike û tevlî şaneya wî dibe. Ebû Zekeriya li xwe mikur hate ku wî 6 bombe amade kirin û li Minbicê teqandin. Her erebeya (H-100) ya rengê spî  ya bi 6 bombe amade kir a ku di 9‘ê Adarê de li xeta Otostradê ya bajarê Minbicê êrîş pêk anî.

Pişt du heman jî erebeyeke "Suzki" bombekarkirî amade kir ku di 16‘ê Gulanê de li ber avahiya Hêzên Hawarê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate teqandin û di encamê de welatiyek şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn.

Xeteriya DAIŞ hîna heye

Di mikurhatinên çeteyan de diyar dibe ku çete li gorî şert û mercan tektîkên xwe diguhere, ji êrîşên bi hejmarek û çekên mezin bi êrîşên komên biçûk guhert. Li aliyekî din jî bureyên kurtin û êrîşên bi erebeyên bombebarkirî pêk tîne. Tevî ku di firehiyeke mezin ji Sûriyê û Iraqê tine bûye lê xeteriya wê hîna bi dawî nebûye.

(bb)

ANHA


Mijarên Din