Mikûrhatina endamên şaneyên DAIŞ`ê

Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê  du endamên şaneyeke girêdayî çeteyên DAIŞ`ê girtin. Yek ji wan ji xetertirîn çeteyên DAIŞ`ê yê ku li Bakurê Sûriyê tê hesibandin e. Anajsa me hevdîtinek girêdayî erk û êrîşên pêk anîne, bi çeteyan re çêkir.

Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkoşîna xwe ya li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên veşratî berdewam dike. Ne tenê endamên girêdayî şaneyên DAIŞ`ê digirin , heman demê de çeteyekî emnî yê girêdayî çeteyên DAIŞ’ê jî girt. Wî çeteyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek êrîşên terorîstane pêk anîne. Her wiha çeteyan tevî alavên wan derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir da ku mezintirîn planên terorîstane pêk bînin. Bi taybet êrîşên xwekujî.

Ajansa me hevdîtinek li gel du endamên şaneyeke veşartî yên ku ji hêla Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hatine girtin, çêkir.  Çeteyên ku hatine girtin ev in; Welîd Hesen Mihemed ê ku çeteyên DAIŞ`ê ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikir û yên li herêmê derbasî cihên di bin dagirkeriya Tirkiyê de dikir. Tevî  pêkanîna êrîşên terorîstane û bûyerên kuştinê bi rêya çandina bombeyan, tehdîdkirina bazirgan û şantajkirina wan ji bo ku desteka madî bidin êrîşên wan ên terorîstane. Yê din jî bi navê Ehmed Mihemed El-Fêsel e. Ev çete, çeteyên DAIŞ`ê ji Cerbalusê derbasî Minbicê û berovajî wê dikir.

Çeteyê bi navê Welîd Hesen Mihemed sala 1990`î li Cerablusê hatiye dinê û ji şêniyên bajarê Reqayê ye. Ew bi navê Ebû Xalid El-Şamî tê naskirin. Heta asta seretayî xwendiye. Bi destpêkirina tevgera şoreşgerî ya Sûriyê beşdarî nav çeteyên qaşo bi navê Tevgera Ehrar El-Şam dibe. Li balafirgeha El-Cerah perwerde dibîne. Du mehan li wir dimîne. Piştî wê ferza wî li tabûra El-Kîmya ya furqaya 17 a girêdayî rejîma Sûriyê çêdibe.

Piştî mehekê şer di navbera çeteyên Ehrar El-Şam û çeteyên DAIŞ`ê de derkdikeve (wê demê DAIŞ`ê nû hatibû avakirin). Ji ber wê Welîd Hesen Mihemed ji Sûriyê ber bi Tirkiyê ve koçber dibe û heya 50 rojan li wir dimîne. Piştre vedigere Cerablusê û di pîşeya xwe ya bingehîn de di xebatên xizmetguzariyê de  dixebite. Mihemed li Cerablusê pir namîne û diçe Reqayê. Li Reqayê jî di pîşeya xwe de  heya salekê kar dike û di nava çeteyên Ebû Qisûre de gelek çeteyên DAIŞ’ê nas dike. Çeteyên DAIŞ`ê wî îqna dikin ku beşdarî DAIŞ`ê bibe.

Çeteyê bi navê Welîd Hesen Mihemed di sala 2014`an de diçe Dêrazorê û tevlî  çeteyên DAIŞ`ê dibe. Li bargeha leşkerî li El-Hiwêceyê perwerde dibîne. Di wê demê de çeteyê bi navê Ebû Ubeyde El-Şamî emîrê bargehê bû. Di dawiya dewreyê de Welîd dengê xwe dide(mubayaa) çeteyê bi navê Ebû Ubeyde. Çeteyên DAIŞ`ê yên tevlî nav DAIŞ`ê dibin divê li gorî urfa DAIŞ`ê yek ji emîrên DAIŞ`ê mubayaa bike û eger nekir xwîna wî helal dikin.

Piştre ferza Mihemed li ser topavêjan çêdibe û ji bo wê di dewreyek leşkerî ya girêdayî bikaranîna topavêjan re derbas dibe. Di vî karî de li El-Hiwêqa, El-Resafe û El-Hiwêce heya salekê kar dike û balafirgeha El-Dêr a leşkerî ya girêdayî rejîma Sûriyê dike hedef. Piştî wê tevlî şerên balafirgeh û çiyayê El-Tîm dibe.

Dema dighêje El-Bû Kemalê berava çemê Firatê ber bi herêmên Cizîrê ve ji Ebû Hemam qut dike. Piştî mehekê bi fermana çeteyê bi navê Ebû Mihemed El-Şamî,  bi rêya qaçeqciyekî diçe Cerablusê. Çeteyê bi navê Ebû Mihemed El-Şamî berpirsê ferzkirina çeteyan bi awayê şaneyan, li ser herêmên derveyî dagirkeriya DAIŞ`ê ye. Ew herêm bi navê wîlayetên emnî têne binavkirin.

Bi fermana Ebû Mihemed El-Şamî Welîd Mihemed diçe bajarê Minbicê

Beriya 7 mehan Welîd Mihemed bi rêya telefonê ji hêla çeteyê bi navê Ebû Mihemed El-Şamî ve fermanê digire û diçe bajarê Minbicê. Da ku li wir kar bike. Welîd Mihemed bi erka derbaskirina çeteyan ji herêmên di bin dagirkirina dewleta Tirk de ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve û berovajî wê, radibe.

Ji bo wê Welîd Mihemed tevî 3 koman kar dike û çeteyan bi rêya çemê El-Sacûr bi awayekî veşartî di navbera Minbicê û Cerablusê de vediguhezîne. Du komên din jî çeteyan ji Cerablusê derbasî Reqayê û berovajî wê dike.

Welîd Mihemed bi rêya toreyên qaçeqciyên ku pê re dide û destine, zêdetirî 40 çete di nav de 15 çeteyên xwekuj ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Da ku êrîşên xwekuj pêk bînin. Çeteyên din jî bûyerên kuştin, amadekirina bombeyan, çandina wan û teqandina wan pêk tînin.

Tevî erka qaçeqçitiyê, Welîd Mihemed li ser fermana Ebû Mihemed El-Şamî wêneyên dikanên bazirganiyê yên mezin dikşîne, ji xwediyên wan re dişîne û gefa teqandina dikanan û kuştinê  li wan dixwe. Bazirganan tehdît dikin ku aliyê madî de alîkariya wan bikin. Ji bo wê Welîd Mihemed wêneya dikanekî firotina madeyên xwarinê yek mezin li nêzî çarxerêya El-Sefîne (Keştî) dikşîne û xwediyê wê tehdîd dike. Şaneyê li Minbicê bi şev dema dikan gitî, bombeyek datîne ber deriyê dikana wî û diteqîne. Vê rêbazê gelek caran dubare dike û ji xwediyê dikanê re dibêje eger daxwaza şaneyê nîne cih dê dikanê biteqîne û wî bikujin. Piştî hefteyekê ji teqînê xwediyê dikanê 40 hezar dolar dide şaneyê.

Piştî wê wêneyên gelek dikanan dikşîne herî dawîn dikana tiştên malan li taxa El-Tibe ya Minbicê dikişînin. Şane gefê li xwediyê dikanê dixwe û di meha Remezanê de du bombeyan li ber dikana wî diteqîne. Lê xwediyê dikanê tiştek nade. Piştre wêneya dikanekî din li heman herêmê dikşîne û bombeyek li ber dikanê diteqîne. Lê xwediyê wê dikanê jî tiştek nade. Piştî wê li ser rêya Helebê wêneya dikanekî dikşîne û 130 hezar dolar ji xwediyê wê diwaze. Lê xwediyê dikanê jî tiştek nade. Ji ber wê erebeya wî li ber mala wî diteqîne.

Êrîşên terorîstane yên ku Welîd Mihemed li Minbicê tevlî bûne

Yek ji êrîşên terorîstane ku çeteyê bi navê Welîd Mihemed li xwe mikur hatî, hedefgirtina dewriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li çarxerêya El-Delo ye. Serçeteyê şaneya veşartî ya girêdayî DAIŞ`ê li Minbicê Ebû Miqdam bi rêya telefonê bi Welîd Mihemed re diaxive û ji dixwaze ku here û bombeya di turika çopê de werbigre. Piştr dîne li nêzî çarxerêya El-Delo ya li taxa El-Sirb a girêdayî bajarê Minbicî û di nîvê şevê de di nav kolanên derdorê çarxerêyê de hev du dibînin.

Welîd Mihemed turik ji Ebû Miqdam digre û datîne navîna rêya li rex çarxerêya El-Delo. Ew cih nêzî kişkeke biçûk ku cigareyan difroşe. Di 24`ê Hezîranê de Ebû Miqdam ji dûr ve bombeyê dişopîne û dema dewriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbas dibe diteqîne. Di encama wê teqînê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar dibe. Heman demê de kişka cigareyê bi temamî wêran dibe.

Paşê Ebû Mihemed El-Şamî ji Welîd Mihemed dixwaze ku alavên elektronîk ên girêdayî bombeyên ku ji dûr ve têne teqandin werbigire û wan li şaneyên (Minbic, Reqa, Tebqa, Dêrazor, Hesekê,…) belav bike. Welîd xwe dighîne qaçeqçî û alavên elektronîk ku ji dûr ve têne teqandin li ser sê beşan werdigire. Di her beşekî de 100 alav hene û piştre radestî Ebû Miqdam dike.

Di dema wergirtina beşa 4`an di 13`ê Tîrmehê de Welîd Mihemed ji hêla Yekîneyên Têkoşîna li dijî Terorê ya girêdayê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve tê girtin. Dema tê girtin di destê wî de alavên teqemeniyê hene.

Çeteyê bi navê Ehmed Mihemed El-Fêsel kî ye?

Ehmed Mihemed El-Fêsel di sala 1992`yan de li bajarê Reqayê hatiye dinê. Erka wî jî derbaskirina çeteyan ji Cerblusê ber bi Minbicê ve û berovajî wê, bû. Ehemd xwendekarê sala yekemên a zanîngeha Şamê ya endezeya petrokîmyawî ye. Di sala 2015`an de dest ji xwendinê berdide, vedigere Reqayê û di bazirganiya erebeyan de kar dike. Bi destpêkirina pêngava rizgarkirina Tebqayê, El-Fêsel ji Reqayê derdikeve û diçe Minbicê.

El- Fêsel diçe bajarê Babê û li wir heya 20 rojan dimîne. Piştre vedigere Minbicê û heya salekê karê xwe di bazirganiya erebeyan de didomîne. Piştî wê dest bi derbaskirina erebeyan bi rêya gundên El-Sacûr ber bi Minbicê ve dike û êdî di bazirganiya erebeyan de kar nake. Lê belê dibe qaçeqcî û ji bo derbaskirina her erebeyekê 100 dolar digire. Piştî wê Welîd Mihemed weke ku bazirganê erebeyan e nas dike û têkîliyan wan xurt dibin.

Rojekê Welîd Mihemed ji El-Fêsel dixwaze ku dema erebeyan derbas dike hinek kes jî bi erebeyan re derbas bike û dê heman pereyên ku qaçeqciyê aliyê din digire, wê bide wî. El-Fêsel bi qaçeqciyê Cerablusê re diaxive û li ser miqdara 25 hezar lîreyên Sûriyê ji her kesekî re li hev dikin. Yanî bi giştî Welîd Mihemed ji bo derbaskirina kesekî dê 50 hezar lîreyên Sûriyê  dide.

El-Fêsel ji Welîd Mihemed re peymana xwe bi qaçeqciyê Cerablusê re dibêje. Welîd Mihemed îtîraz nake. Piştî du rojan Welîd Mihemed bi rêya telefonê bi El-Fêsel re diaxive û jê re dibêje ku kesek, tuirkek spî di destê wî de li ber çarxerêya El-Sefîne sekiniye. Jê dixwaze ku agahiyê bide hevalê xwe û bi xwe neçe da ku kesekî wî nasneke. Piştî nîv saetekê qaçeqcî tê û zilamê ku li wî cihî sekiniye dibe û dighîne Cerablusê.

Piştî 5 rojan Welîd Mihemed dîsa bi rêya telefonê ji El-Fêsel re dibêje ku sê kes li ber çarxerêya El-Beta ne û di destê wan de turikên spî hene. Ev tişt piştî 10 rojan dîsa dubare dibe û sê kesên din derbas dikin. Wekî her car El-Fêsel bi qaçeqcî re diaxive, lê qaçeqcî jê re dibêje ku ew êdî miqdara pere qebûl nake û ji bo derbaskirina her kesekî 100 dolar dixwaze.

El-Fêsel ji Welîd Mihemed re daxwaza qaçeqçîtiyê radgihîne, lê Welîd Mihemed qebûl nake, da ku pereyan zêde bike. Lê piştî derbasbûna zêdetirî du saetan Welîd Mihemed bi El-Fêsel re diaxive û daxwaza wan qebûl dike ku dê 200 dolar bide. Dema qaçeqcî sê kesan li El-Xendûra yê gundewarê Cerablusê derbas dike, jê re dibêjin ku wan di benda kontrolê ya El-Xenazîr re derbas neke.

Wê demê qaçeqcî dizane ku kesên derbas dike çeteyên DAIŞ`ê ne. Bi El-Fêsel re diaxive û jê re dibêje. Lê El-Fêsel tevî ku wê agahiyê dizane lê dîsa karê xwe berdewam dike. Dema Welîd Mihemed bi El-Fêsel re diaxive ku 6 kesan derbas bike, El-Fêsel ji bo her kesekî 500 dolar dixwaze, Welîd Mihemed qebûl dike.

Ev cara dawiyê bû ku El-Fêsel çeteyan derbas dike. Yekîneyên Têkoşîna li dijî Terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Mihemed El-Fêsel digirin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din