Mike Rogers: Dê dewleta Tirk hewl bide gelek Kurdên li Sûriyê bikuje

Serokê berê yê Komîteya Îstixbaratê ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê Mike Rogers di hevpeyvîneke li gel kanala CNN a Amerîkayê de hişyarî der barê komkujiyên li dijî Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de da.

Siyasetmedarê Komarparêz yê berê Mike Rogers di hevpeyvîna bi kanala CNN re der barê biryara serokê Amerîkayê Donald Turmp a vekişandina hêzên xwe ya ber bi welat ve ji Bakurê Sûriyê, got: "Dewleta Tirk dê hewl bide hejmareke mezin ji Kurdan bikuje."

Mike Rogers wiha lê zêde kir: "Me Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) perwerde kir, erkek da wan û ji wan re got DAIŞ’ê bi lezgînî têk bibin. Serokê DYA’yê bi lezgîniya tevgera wan li Sûriyê ya bidawîkirina DAIŞ’ê kêfxweş bû û spasiya Kurdan kir."

Rogers daxuyand ku ev krîz ji krîzên berê ku rastî DYA’yê hatine, mîna şerê bazirganî bi Çînê û destwerdana Rûsyayê ya kar û barên Amerîkayê re qirêjtir e û wiha da zanîn: "Bi nêrîna min karesat e."

Mike Rogers wiha bi dawî kir: "Dê bibe sedema wêrankirineke mezin û bi xwe re bandorekê li dijî hevalbend û aktîfiya me li Rojhilata Navîn pêk bîne. Dê bi hiştina li ser kesên ku jiyana di rewşên dijwar de bi şerê li dijî DAIŞ’ê ku gef li DYA’yê dixwar de, karesatên mezin pêk bîne."

(fr)


Mijarên Din