Mijarên rojnameyên erebî yên vê hefteyê

Binkeftina Rejîma Sûriyê û Rûsyayê di pêkanîna serkeftinek leşkerî de  eşker bû. Çavdêr texmîn dikin ku dibe şerê kolanan û bûyerên kuştinê bi sponseriya Îranê be wek bersîvekê li ser lihevkirinan di nav Rûsya û Amerîkayê de. Alozî û zext li ser Tirkiyê zêde bûn û şîroveker wê bi hilweşîna imperetoriya Osmanî bi nav dikin.

Rojnameyên Erebî vê hefteyê behsa gelek mijrana kirin jê têkçûna hêzên Rejîma Sûriyê û Rûsyayê de di pêkanîna serkeftinek leşkerî li Idlibê û derdora wê. Tevî zextên Ewropayê û cezayan li Tirkiyê. heta bighêje nakokiya di herêma Kendavê de.

Şerq El-Ewset: Hemleya li bakurê Sûriyê sînorê hêzên asîmanî yên Sûriye û Rûsyayê kifş dike

Rojnameyên erebî yên vê hefteyê der barê rewşa Sûriyê de qala gelek mijaran kir, ên girîng şerê li herêmên qaşo bêçek ne. Di vê çarçoveyê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh balafirên Rûsyayê derbeyên asîmanî li bejahiya parêzgeha Hemayê pêk anîn. Her wiha jî gelek bombe li bajarokê Kefir Zîta, gundê Zekat bakurê Hemayê û gundê Til Milih ê li bakurê rojavayê bajêr barandin. Ew jî piştî arambûna bombebaranên asîman ji şeva yekşemê de bû. Di heman warî de jî hêzên rejîmê topbaranê bejahî li herêmên bêçek pêk anîn. Bi wê re jî ji danê vê sibehê hejmara derbeyên bejahî yên rejîmê gihaştin 150’an."

Rojnameyê wiha domadn "Sam Heller ê pisporê Sûriyê got li gel komeke dewletan gelek aloziyên Sûriyê yên ku rewşa li herêmên di bin serweriya çekdarên opozîsyonê de dişopînin, hene. Ew jî ev ev in; belkî opozîsyona çekdar li Idlibê di şerê vekirî yê li bakurê rojava de bi ser nekeve, lê belê di aliyê serkeftina leşkerî ya Sûriyê de dê bibe sedema windahiyên zêdetir."

El-Ereb: Gelo Îran li paş şerê kolanan li başûrê Sûriyê ye?

Mijara şerê kolanan û bûyerên kuştinan li başûrê Sûriyê û têkiliya wê bi hevrikiya di navbera Rûsya û Îranê de vedigerin rojevê. Rojnameya El-Ereb ronahî berda ser mijarê û got:   "Hêzên hikumetê û Rûsyayê li ber şerê kolanan li başûrê Sûriyê ji hêla endamên nediyar rû bi rû mane. Li gel pirsên girêdayî aliyê ku li paş van bûyeran diskine gelo Israîl lê Îranê ye? bi taybet Îran di çarçoveya lihevkirinên Israîl û Amerîkayê de li hember hemleya Rûsyayê ji bo derxistina wê ji herêmê rû bi rû maye."

El-Şerq El-Ewsat: Rûpelek nû li Sûdanê di navbera meclisa leşkerî û hêzên guhertinê de

Di karûbarên Sûdanê de rojnameya El-Şerq El-Ewast got: "Meclisa leşkerî ya demkî ya Sûdanê û hêzên Danasîna Azadî û Guhertinê ku şoreşê bi rêve dibe rûpelek nû bi mohrkirina tîpên yekemîn li ser wesîqeya peymana siyasî li gel hebûna her du navbeynkarên Afrîqî û Esyobî û şehadeta wan vekirin. Li gorî peymanê sazumaniya desthilatdariya demkî diyar dike. tê payîn dema wê 3 sal û 3 meh be."

El-Ereb: Dûrxistina Tirkiyê ji projeya F-35 têkiliya wê bi NATO`yê re dihejîne

Rojnameya El-Ereb der barê Tirkiyê de wiha got: "Xwarkirina siyaseta dest a ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li hember Washingtonê sekiniye, bi bin ket. Ji dêvla rola xwe di kirîna pergala parastina asîmanî ya S-400 ya Rûsyayê de bi hêz bike, Enqereyê dît ku pêngava yekemîn li derveyî NATO’yê dimîne. Çarenûsa xwe bi hevalbendiya bi Moskovê re gire da. Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî ew di karmendkirina tesfiyekirina hesabên kevn de yên bi Washingtonê re û li pişt jî NATO ye, bi kar anî.

Di vê derbarê de dê Washington Tirkiyê dê li derveyî NATO’yê bihêle.

Pirsporên leşkerî got dûrxistina Tirkiyê ji projeya F-35’an bergiriya siyasî ye, lê belê rûyekî guhartina siyasî û stratejîk di têkiliyên Tirkiye û DYA’yê de nexş dike.”

El-Şerq El-Ewsat: Êrîşa Erbîlê nakokiya di navbera Washington û Enqereyê de zêde dike

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat encamên bûyera êrîşa li ser dîplomasiyên Tirk li Hewlêrê li ser têkiliyên di navbera Washington û Enqereyê de girt dest. Rojnameyê ji dîplomasiyên rojavayî veguhest: "Kuştina cîgirê balyozxaneyê Tirkî di bûyera guleberdanê de li Kurdistanê Iraqê nakokiya di nabera Amerîka û Tirkiyê de zêde bike bi taybet beriya lidarketina civînan di navebra her du welatan de li Enqereyê ji bo nîqaşkirina herêma ewle li rojhilatê Sûriyê."

El-Ereb: Erdogan dîroka Osmaniyan di berfirehkirin û hilweşandinê de dubare dike

Der barê Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Bingeha krîza hundirîn a Tirkiyê ji ber siyasetên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan berfireh dibe."

Pisporan der barê rûdanên li Tirkiyê de got dişibe hilweşandina Împaratoriya Osmanî, welatiyên Tirk bi baldarî li siyasetên Erdogan dinerin, ên ku wan bi merheleya dîrokî de, di navbera gelek welatan çêbûye, bi bîr tînin. Ji wan dewletên ku bi Tirkiyê re bi sedema dabeşbûna dewlemendiyê bi nakok bûn; Brîtanya, Fransa û Rûsya ne. Tu cudahî jî di navbera rewşa niha de jî tune ye. Bi taybet jî têkiliya Tirkiyê di dema borî de rastî pêla çûn û hatinê bi dewletên ku pê re dixwazin hevalbendiyê bikin, mîna Rûsyayê hat.

El-Şerq El-Ewsat: Îran asta nakokiyê mezin dike û destdatîne ser keştigerek Berîtanî

Rojnameya Şerq El-Ewset jî der barê Îranê de wiha diyar kir: "Îranê duh asta nakokiyan dîsa bilind kir. Keştiya petrolê ya Brîtanyayê ji bo bersivdana girtina keştiya xwe ya Grace 1 a li Cebel El-Tariq di 4’ê vê mehê de, desteser kir. Heres El-Sewrî şevê berê ragihand ku keştiya petrolê ya Brîtanyayê "Stina Empero" li tengava Hurmiz desteser kiriye."

(şx)


Mijarên Din