Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên Erebî yê îro der barê helwestên Rûsyayê yên herêma ewle û piştgirya wê ji bo Tirkiyê, arîşaye di navbera Îranê û Siûdiyê, xwepêşandanên li Iraqê û arîşeya di navbera Fransa û Tirkiyê û mijara lêpirîsna dûrxistina Trump de nivîsîn.

Şeriq El-Ewset:Moskova der barê herêma ewle de di navbera  Enqerê û Şamê de navbênkariyê dike

Rojnameyê nivîsî: "Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh ragihand ku Moskova hewl dide ku der barê herêma ewle de di navbera Enqerê û Şamê lihevhatinekê pêk bîne.

Moskova ta niha li dijî planên Enqerê  yên avakirina herêmeke ewle li ser sînor, tu bertek nîşan nedabû, her digot ku "Daxwazên rewa yên Tirkiyê der barê ewlehiya sînor de berçav digrin". Lê her wiha Moskova çend caran behsa girîngiya diyaloga bi hikûmeta Sûriyê re kiribû.

Lavrov got: "Bê guman dê lihevhatin tiştekî baş be, lê pêwîst e li gorî rêzgirtina serweriya komara Erebî ya Sûriyê û yekpariya axa wê be. Lê ev ne helwesa Amerîkayê bû, Amerîka tirsên Tirkiyê berçav nagire. Me bihîst ku serok (Recep Erdogan) ji mêj de hişyarî daye ku dê heta dawiyê li bendê nemînin, bêyî arîşeyê çareser bikin, lewma eger di nava çend hefteyan de tu lihevhatin bi Amerîkayê re pêk neyê, mafî wî heye ku bêyî wan pirsgirêkê çareser bike".

El-Ereb : NY`ê ji bo çareseriya aloziya Sûriyê piştgiriya komîteya destûrê dike

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: "Şandêrê navdewletî ji bo Sûriyê Geir Pedersen roja çarşemê di civîneke çapemeniyê li navenda NY`ê diyar kir ku ew girîngî didin komîteya destûrê ku ji aliyê sekreterê gitşî yê Netewyên Yekbûyî Antonio Guterres ve hatiye tagihandin û nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyê dihewîne.

Pedersen got: "Me hewl da ku di nava komîteya destûrê de nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyê hebin, di nav de jî pêkhateyên etnîk, olî û kom û nêrînên siyasî yên cuda, bêyî destwerdana siyasetmedaran. Ez dikarim bêjim ku me desteyek balkêş ji bo nûneriya Sûriyê ava kiriye". Her wiha diyar kir ku "Destûr dê ji bo baweriyê bibe alîkar, dibe ku bibe rêya pêvajoya siyasî.”

Li bajarê Qamişloyê yê Bakur Rojhilatê Sûriyê ku pirniya şêniyên wê Kurd in, bi sedan kes beşdarî xwepêşandan bûn û paşguhkirina Rêveberiya Xweser a Kurdî ji endametiya komîteya destûrê şermezar kirin.

Di nava lîsteya opozisyonê û ya civaka sivîl de navên hin kesayetên Kurd heye, lê ew nûneriya Rêveberiya Xweser nakin, Rêveberiya Xweser karûbarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê birêve dibe ku ew herêm di bin desthilata komên Kurd û Ereb de ye û ferehiya wê nêzî 30% ya axa Sûriyê ye.

Xwepêşandêr li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişloyê kom bûn, pankartên bi zimanên kurdî, erebî û siryanî hildan, di pankartan de nivîsên mîna "Destûra ku em beşdar nebin em ê pêk nayinin", "Ji mafê me ye ku başdarî sazkirina destûrê bibin" hatin nivîsîn.

Şeriq El-Ewset:Hêrsa Iraqiyan fireh dibe

Der barê xwepêşandanên Iraqê rojnameyê nivîsî: "Xwepêşandanên Iraqê ber bi 10 parêzgehan ve belav bû, pevçûnên ku rû dan ber bi tundiyê ve diçin, hijmara kuştiyan gihijşte 10`an ya birîndaran jî gihişte 300 kesan, piştî ku duh li barêzgeha Zîqar 5 kes yek ji wan polîs hatin kuştin.”

Li taxên xizanan ên Bexdayê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin, siloganên li dijî gendelî û bêkariyê, hin jî li dîjî îranê hatin bilind kirin, her wiha milîsên alîgirên Îranê bi tundiya li dijî xwepêşandêran hatin tewanbarkirin.

Hikûmetê li bajarên El-Nasiriya, El-Emara û Hillayê qedexeya derketina derve ragihand. Hêzên dijî terorê jî gule berdane xwepêşandêrên ku duh êvarê hewl dan têkevin balafirgeha Bexdayê. Hikûmetê her wiha hin servîsên vegihînê û tora Inernetê li hin herêman birîn.

Serokê Iraqê Berhem Salih banga aramiyê kir û got ku xwepêşandan mafekî rewa û zagonî ye. Meclisa Ewlehiya Netewî ya bi serokatiya serokwezîr Adil Ebdilmehdî civîneka awrte lidar xistin û encamên wê nehatin eşkerekirin.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan diyar kir ku hêzên ewlehiyê "Hêz û tundî bikar aniye, gule û gaza çavan û ava germ û lêdana bi çoyan bikar aniye". Ji bo parastina mafên derbirînê û parastina xwepêşandêran maseya aloziyê hatiye çêkirin, her wiha NY`ê ji hikûmetê xwest ku rêzê bide mafê derbirînê.”

El-Ereb: Siûdiyê rastiya "Nameya" ji îranê re eşkere dike: der barê Yemê de diyalog tune ye

Rojnameyê nivîsî:"Wezîrê Karên Derve yê Siûdiyê Adil El-Cubêr duh diyar kir ku welatê wî tu name ji Îranê rênekirine, ev jî tê wateya ku Siûdî naxwaze bi Îranê re der barê Yemenê de diyalogê bike.

El-Cubêr bersiva berdevkê hikûmeta Îranê Elî Rebîrî da, ku roja duşemê gotibî, serokê Îranê Hesern Rohanî bi rêya dewletekî nameyek ji Riyadê wergirtiye.

El-Bayan: Serokê Amerîkayê: ev ne dûrxistin e.. ev darbeya

Rojnameyê nivîsî: "Serokê Amerîkayê Donald Trump, êrîşa li dijî lêpirsîna ku demokratan li meclisa nûneran despê kiriye, tund kir. Trump got ku ev "Darbe ye" di vê navberê de sê komîteyên Kongrisê ji bo lêpirsînê belge xwestin".

Trump li ser Twitterê nivîsî "Tişta min fêm kir ku ev ne dûrxistin e, ev darbe ye armanca wê destdayina ser desthilatdariyê û dengên welatiyan e, her wiha destdayina ser ol, artêş, dîwarê sînor û mafên wan ê hemwelatiya Amerîkayê ku xwedê daye wan e".

El-Ereb: Fransa li dijî siaysetên Tirkiyê hemleyeke Ewropî ya dijwar birêve dibe

Der barê mijarê rojnamyê nivîsî: "Tirkiyê got ku serokê Fransayê  Emmanuel Macron weke "Dîkê bangdêr" tevdigere, piştî ku Macron rexneyên dijwar li Tirkiyê kirin der barê mijara mafên mirovan û got ku Tirkiyê li dijî Ewropayê mijara koçberan bikar tîne.

Rojnameyê got: "Ev helwesta Tirkiyê li ser zimanê Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu hate gotin, Çavuşoglu di bersivdayina serokê Fransayê Emmanuel Macron de hemû rêgezên zimanê diplomasî binpê kirin. Ji xwe xuyaye ku Macron li dijî siyasetên rêveberiya Tirkiyê hemleyekê birêve dibe, da ku pêşî li gefên li dijî ewlehiya dewletên Ewropayê bigire.

Fransa berê di gelek aliyan de li dijî siyasetên Tirkiyê tevdigere, gelek caran helwestên Tirkiyê yên der barê koçberên Sûriyê de rexne kirine.

Çavdêr dibêjin ku Enqerê  deriyê agir li xwe vekir, bi taybet piştî bersiva Çavuşoglu dema got ku Macon mîna "Dîkê bangdêr e û lingên wî di nava heriyê de ne".

(kn)


Mijarên Din