Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê amadekariyên civîna Astanayê de, rewşa li Yemenê û xwepêşandanên li Iraqê de nivîsîn.

Şerq El-Awsat: Moskov ber bi "firehkirina ajandeya" Astanayê ve

Rojnameyê nivîsî: "Wezîrê karên derve yê Kazaxistanê Muxtar Tileuberdî diyar kir ku welatê wî amadekariyên civîna welatên garantor, di çarçoveya "Foruma Astanayê" de dewam dike, her wiha behsa firehkirina ajandeya guftûgoyan kir.

Tileuberdî got welatê wî dipê ku hevdîtin li paytext Nûr Sultanê (Astana) li dar bikeve "li benda erêkirina fermî ye" ji aliyê dewletên garantor (Rûsya, Îran û Tirkiye) ve, her wiha got "Forma Astanayê ya ji bo çareseriya aloziya Sûriyê hîna girîngiya xwe diparêze, lê bi her hal û rewşê ber bi aramiyê ve naçe.” Muxtar Tileuberdî got "Bi tevlêbûna dewletên çavdêr, hejmara başdarên Astanayê zêde bû, ew dewlet jî Lubnan, Urdun û Iraq in, berê tenê dewletên garantor beşdar dibûn, ev jî tê wateya ku dê gotûbêj berfireh bibin.”

El-Beyan: Griffiths aştiya rawestiyayî dilivîne

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Serdana şandêrê nevdewletî Martin Griffiths bo Yemenê, ku tê payîn îro bi bi dawî bibe, xwedî girîngiyeke taybet e, ji ber ku hewldanên navdewletî hene ku agirbesta li parêzgeha Hudeydayê bên firehkirin da ku amadekariyên toreke nû ya hevdîtinan pêk bê û dosyaya şer bigire û deriyên aramiyê li pêşiya Yemenê veke.

Lê serkeftina vê xebatê girêdayî vekişîna milîsên Hûsî û pêkanîna lihevhatinên bi hikumeta rewa re hatine kirin.”

Rojnameyê wiha pê de bir: "Eger şandêrê navdewletî di dema serdana xwe û hevdîtinên bi fermandarên milîsan re, karîbû dosyaya Hudeydayê bilivîne û plana vekişîna ji benderan û vekirina deriyên sînor û vegera koçberan û derketina milîsan ji bajêr pêk bîne, wê çaxê dê karibin beriya dawiya salê amadekariya toreke nû ya hevdîtinan bikin.”

El-Ereb: Xwepêşandanên nû doza guherîna çîna siyasî ya Iraqê dikin

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameyê wiha nivîsand: "Piştî ku hin kesên nediyar banga xwepêşandan li qada Tehrîr a navenda Bexdayê kirin, paytexta Iraqê li bendê bû ku ka dê çi bibe, lê saetên dawiyê diyar kirin ku piraniyan welatiyên Iraqê ji partiyên serdest tengav in, welatiyên Iraqê li dijî gendelî, bêkarî, serdestiya partiyên olî daketin kolanan.”

Rojname wiha pê de çû: "Tevî ku hêzên ewlehiyê, sibeha sêşemê karîn xwepêşandanan belav bikin, lê ew li hember xwepêşandên danê êvarê yên li meydana Tehrîr, bêzar bûn, piştî ku hejmara xwepêşandêran zêde bû û hin ciwan ji bajarê El-Sadir yê rojhialtê Bexdayê çûn piştgiriya xwepêşandêrên meydanan Tehrîr.

Xwepêşandêran hewl da pira El-Cimhûriye derbas bikin û ber bi herêma kesk ve biçin, lê hêzên ewlehiy ew asteng kirin û ji bo belavkirina wan gule teqandin, di encamê de hin kes birîndar bû û hate gotin ku 3 kes jî dibe ku hatibin kuştin.

Li gorî şahidan, xwepêşandêran jî gelek endamên hêzên ewlehiyê bi keviran birîndar kirin, avahiyeke kavil ku wek "Xwaringeha Tirkî" dihate naskirin jî şewitandin.”

Nûçegihanê El-Ereb diyar kir ku şeva sêşemê, li bajarên Alnasiriyê û Basrayê yên başûrê Iraqê jî xwepêşandan çêbûn, lê hejmara xwepêşandêran hindik bû.”

El-Anbaa: Ji beşa dawiyê ya "Projeya Sedsalê" çi hate eşkerekirin?

Rojnameyê wiha nivîsî: "Kovara National Interest a Amerîkî di gotarekê de nivîsî ku dem hatiye da ku "Projeya Sedsalê" bê ceribandin, her wiha diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ew hêza tekane ye ku dikare projeyeke aştiyê di navbera Îsraîl û Filistînê de peyda bike.”

Der barê mijarê de rojnameya The Jerusalem Post hevpeyvînek bi balyozê Amerîka yê li Israîlê David Fradman re weşand, têde got ku Filistînê dê tu sûdê ji projeya Trump negirin, her wiha got ku proje dê ji bo berjwendiyên Israîl û Amerîkayê be, ku Îsraîl dê bi hêztir û ewletir be.

Der barê dîroka ragihandina projeyê Fradman got "Dê di sala 2019`an de bête ragihandin, ez naxwazin bêjim hefteyek yan mehek, lê em nêzî dawiya rê bûne.”

Fradman diyar kir ku ragihandina projeyê dibe ta ku hikûmeta Iraîlê bête avakirine, dereng bimîne, her wiha got "Em dixwazin dema ku ragihînin, hikûmet hebe, em dixwazin bi hikûmetekê re bidin û bistînin ku karibe bersiv bide û bi me re biaxive.”

Şerq El-Awsat: Gelo dê DYA ji Edîdê derkeve?

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Ji ber gef û êrîşên Îranê li dijî kargehên petrolê yên Siûdiyê, revandina keştiyan, rûxandina droneyan ku buhayê wan sed milyon dolar e, bê guman tê payîn ku DYA hebûna xwe ya leşkerî li Kendavê bi hêz bike.

Lê na, xuya ye ku berovajî wê çêdibe. Rojnameya Washington Post dibêje navenda fermandariya tevgera asmanî ku girîngtirîn saziya baregeha Edîd a DYA’yê li Qeterê ye, bi bêdengî hate veguhastin û nêzî 11 hezar km ber bi axa Amerîkayê ve hate rêkirin.

Çavkaniyên DYA’yê dibêjin ev tedbîreke rûtîn e, piştî ku Îraniyan parastinên asmanî derbas kirin û bi mûşek û droneyan kargehên Siûdiyê bombebaran kirin.

Rojname der barê vê liva DYA’yê de dibêje "Veguhastina fermandariyê ji Qeterê nîşan dide ku DYA zêdetir xwe ji bo şer amade dike.”


Mijarên Din