Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê kar û barên komîteya makezagonê ya Sûriyê, metirsiya jinên DAIŞ`î yên li kampa Holê, rewşa li Yemenê, hilbijartinên Cezayîrê û vekişîna baregeha Edîd ya DYA’yê ji Qeterê de nivîsîn.

El-Anbaa: Pedersen hişyariya teqîneke herêmî dide; komîteya makezagonê dê bi tenê aloziya Sûriyê çareser neke

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Şandêrê navdewletî bo Sûriyê Geir Pedersen got "Tirsa teqîneke herêmî bi sedema aloziya Sûriyê diyar dibe", her wiha got "Li Sûriyê êş û azar dewam dikin.” Pedersen li pêşberî Konseya Ewlekariyê der barê komîteya makezagonê de got komîte bi tenê dê aloziya Sûriyê çareser neke û diyar kir ku "Gelê Sûriyê dê makezagona nû bipejirîne.”

Her wiha got "Komîteya makezagonê dê bibe projeya amadehiyê ji bo çareseriya siyasî" û "Me ji bo ku tu astengî li pêşiya komîteyê çênebin garantiyên pêwîst peyda kirin.”

Wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd El-Muallim gotibû ku dibe makezagoneke nû bê gotûbêjkirin, her wiha got ku ew makezagoneke bi destê aliyên derve hatibe amadekirin, napejirînin.

Şerq El-Awsat: Li kampa Holê di navbera DAIŞ`iyan û şervanên jin ên Kurd de pevçûn

Der barê rewşa jinên DAIŞ`î yên li kampa Holê de rojnameyê nivîsî: "Duh li "beşa muhaciran (koçberan)" a kampa Holê pevçûnekê rû da, jineke koçber hate kuştin û 7 jî birîndar bûn, li gorî çavkaniyên ewlekariyê. Hate gotin ku jinên ji nasnameyên biyanî saziya cezadanê (Hisbe) ya DAIŞ`a terorîst ava kirine û jinên ku bi cilên ne li gorî şerîatê derketine, ceza dike.

Çavkaniyeke ewlekariyê diyar kir ku hin jinên koçber gilî kirine ku hin jinên din dadgehên veşartî saz kirine. Çavkaniyê got "Piştî giliyê hêzên ewlehiya giştî girtin ser "beşa muhaciran" û li sûcdaran geriyan. Lê me dît ku hinan ji wan gule berdan hêzên ewlehiyê.” Di bûyerê de jineke koçber hate kuştin ku di destê wê de çek hebû, her wiha 7 jî birîndar bûn, 50 jin jî hatin destgîrkirin.”

El-Ereb: Hêzên asmanî yên DYA’yê baregeha Edîd a li Qeterê da aliyekî

Rojnameyê wiha nivîsî: "Ji nişka ve hêzên asmanî yên Amerîkayê fermandariya hevbeş ya asmanî ji baregeha Edîd ya li Qeterê veguheztin nava axa Amerîkayê. Vê kiryarê tirs û gumaneke mezin li ba Qeterê çêkir, li gorî ku pisporekî leşkerî ku ne nexwest navê xwe eşkere bike, dibêje.

Rojnameya Washington Post di raporeke xwe de nivîsî ku artêşa Amerîkayê ev navenda xwe ya li baregehe Edîd ji bo 24 saetan girt, di heman demê de ku di navbera DYA û Îranê de alozî kûr dibe.

Ev kiryar ji bo Qeterê tê wateya ku siyasetên wê yên "di nîvî de mane" têk çûn. Qeter ji aliyekî ve xizmetên mezin dide Amerîkayê lê têkiliyên bihêz bi Îranê re jî diparêze.”

Şerq El-Awsat: Berpirsê Heşda Iraqê bi Washingtonê re hevdîtinan pêk tîne

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî "Şêwirmendê ewlehiya netewî yê Iraqê û serokê "Desteya Heşda Şabî" Falih El-Fayad niha li Waşingtonê ye, dê bi rayedarên Amerîkayê re der barê arîşeya Îranê û Amerîkayê ku piştî êrîşên Aramco kûrtir bû, gotûbêj bike.”

Tê payîn ku cîgirê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê David Hill bi berpirsê Iraqê re rûne. Dê gefên Îranê yên der barê êrîşên li dijî saziyê Amerîkayê li Iraqê mijara serke ya hevdîtinan ve.”

Hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê ku Amerîka serkêşiya wê dike, hefteya derbasbûyî gotibû ku ewê bersiva her êrîşeke li dijî baregeh û saziyên Amerîkayê bidin, piştî ku guleyeke hawanê li nêzî balyozxaneya Amerîkayê ya li herêma kesk a Bexdad`ê ketibû.

El-Îmarat El-Yaum: Muhemed Bîn Selman; em li pêşiya çareya siyasî ya aloziya Yemenê hemû deriyan vedikin

Rojnameyê nivîsî: "Cîgirê serokê hikumeta Siûdiyê û wezîrê parastinê mîr Mihemed Bin Selman xwest ku "Cîhan li dijî Îranê helwstek tund nîşan bide, yan dê arîşe mezintir bibe û dê bandorê li dana enerjiyê bike û dê buhayên petrolê bighêjin astên ku tu carî nehatine dîtin.” Lê wî dîsa got "Çareya siyasî ji ya leşkerî baştir e.”

Bîn Selman duh ji bo programeke televîzyona CBS a Amerîkayê axivî û got "Êrîşa li dijî du kargehên petrolê yên şirketa Aramco a Siûdiyê (ehmeqiyeke steratejîk) bû” wî got ku eger Îran pişgiriya ji bo Hûsiyan rawestîne, dê çereseriya siyasî ya aloziya Yemenê pir hêsantir be. Her wiha got welatê wî hemû deriyên çareseriya siyasî vedike.

Şerq El-Awsat: Li Cezayîrê pêvajoyeke serokatiya "bêyî Bûtiflîqa" xuya dike

Rojnameyê nivîsî: "Xuya ye ku hin namzetên ku nêzî serokê berê Ebdilezîz Bûtiflîqa dê serweriya hilbijartinên serokatiyê yên Cezayirê bikin, ku tê payin 12 kanûnê pêk bên.”

Dijberên rejîmê dibêjin ku pirbûna namzetên nêzî serokê berê, nîşan dide ku welat dê têkeve pêvjoyeke serokatiya ya "bêyî Bûtiflîqa.” Meha sibatê li dijî namzetiya Botiflîqa, li Cezayir`ê xwepêşandan hatibûn lidarxistin.

El-Imarat El-Yaum: Trump hişyariyê dide, eger ew bê dûrxistin dê şerekî navxweyî çêbe

Rojnameyê nivîsî: "Serokê Amerîkayê Donald Trump duh hişyarî da ku eger "demokrat" wî ji erka wî dûr bixin dê li welêt "şerekî nevxweyî çêbe. Piştî ku di encama skandala hevpeyvîneke telefonê bi bi hempîşeyê wî yê Ukraynayê re kete rojevê, perleman hewl dide wî ji erkê serokatiya bide alî. Trump got ku ew dixwaze kesê ku agahî belav kirine bibîne.”

Rojnameyê nivî: "Trump hin peyvên şêwirmendê xwe yê olî Robert Gavres anîn ziman û li ser Twitter`ê nivîsî " Nancy Pelosi û demokrat, dê nikaribin min bidin alî, ew dizanin ku wan di sala 2016`n de li dijî Helary Clenton jî nikarîbûn, ew baş dizanin ku dê di sala 2020`an de biser nekevin.”


Mijarên Din