Mijarên rojnameyên erebî yên Îro

Rojnameyên Erebî yên îro der barê kar û xebatên komîteya destûr a Sûriyê, piştgiriya Qeter û Tirkiyê ji bo terorê û avakirina hikûmeta Israîlê de nivîsîn.

Şeriq El-Ewset: Garantorên Astanayê civîna yekemîn ya “destûr” hêsan dikin.. El-Muleim: dê şer dewam bike

Der barê mijarê de, rojnameyê nivîsî: “Dewletên garantorên Astanayê biryar dan ku piştgiriyê bidin lidarxistina civînên komîteya destûrê  li bajarê Genevê yê Siwîsrayê.

Wezîrên karên derve yên Tirkiyê, Rûsya û Îranê der barê mijarê de daxuyaniyeke hevbeş weşandin.

Berpirsa karên siyasî û derve yên Yekîtiya Ewropayê Fedrerca Mogrînî der barê komîteya destûrê  piştgiriya xwe ji bo Sekreterê Giştî yê NY`ê Guterres nîşan da, lê berpirsa ewropî roja sêşemê hişyarî da ku dibe ev lihevhatin di nava çend mehan de têk biçe eger ku welatiyên Sûriyê hest nekin ku pêvajoya siyasî milkê wa ye û di serweriya wan de ye.”

Li aliyekî din Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd El-Muleim sêşemê diyar kir xebatên komîteya destûrê  nayê wateya ku dê pêvjoya leşkerî raweste, El-Muleim di hevdîtineke  televizyonê de got, “Em nêrînên derve napejirînin, em destnîşankirina demekê ji bo karên komîteyê napejirînin.. em rê nadin ji bo sazkirina destûrê  deswerdan çê bibe.”

El-Weten: Welatiyên gundewarên Hemayê ji bo serkeftinên artêşê şahî kirin.. şandeyek rojnamevanên biyanî li Xanşêxûnê ye, artêş jî li dijî êrîşên terorîstan şer dike

 Rojnameya El-Weten a nêzî rejîmê nivîsî: “Rêxistinên terorist li Idlibê agirbestê binpê dikin, artêşa Erebî ya Sûriyê jî bi hêz bersiv da. Di heman demê de welatiyên gundewarên Hemayê ji serkeftinên artêşê meşeke girseyî lidar xistin û ji bo vegera gundên xwe şahî kirin. Şandeyeke ku 60 rojnamevanên Ewropa, Asya Amerîka latînî pêk tê serdana bajarê Xan Şêxûn  a rizgarkirî kirin.

El-Ereb: Qatarê “mîrên şer”li Sûriyê û Lîbyayê çandin û Şêx Temîn dipirse ev ji ku hatin?

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed hewl dide ku xwe ji rastiya welatê xwe bide alî, ku çawa piştgiriya komên Islamî yên tundrew dike li hin dewletên Erebî ku bûne qurbaniyên pêla “Buhara Erebî”, lê helwesta herî bi nakok ew ku mîr behsa “Mîrên şer”dike li Lîbyayê û Sûriyê, tevî ku ew bi xwe alîgirê herî mezin yê  mîrên şer û milîs û rêxistinên tundrew e.

Xuya bû ku Şêx Temîm di axaftina xwe ya komcivîna NY`ê de dixwest ber bi pêş ve bireve û dîroka xwe ji bîr bike û derdora xwe tewanber bike. Ew wiha tevdigere ku dosyayên der barê piştgiriya Dewhayê ji bo terorê û kirîna mîrên şer, hemû ji nedîtî ve hatiye. Lê cîhan hemû dizane ku Qeterê di sektora terorê de hilbirîn dike û ji bo ajandeyên xwe bikar tine.

Çavdêr dibêjin ku paşguhkirina rastiyan, ku naveroka sereke ya axaftina Şêx Temîm a li New Yorkê bû, dê dîmena Qeterê ya ku bi terorê hatiye naskirin ji mêjiyê cîhanê dernekeve, ji mîrê Qeterê êdî vê tiştê dibîne dema ku diçe serdana dewletên derve.”

Şeriq El-Ewset: Misr ji bo piştgiriya terorê û dijminahiya Kurdan doza lêpirsîna Erdogan dike

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: “Qahîrayê bi daxuyaniyeke dijwar, serokê Tirkiyê Racab Taayip Erdogan tewanbar kir û ji civaka navdewletî xwest ku derbarê Erdogan de lêpirsîn werin vekirin. Daxuyaniyê tewanên mîna “Hemû sûcên wî, bi taybet piştgiriya terorê, dijberî biryarên konseya ewlekariyê hewandina terorîstan, sûcên li dijî gelê wî, dijmijahiya Kurdan ku ev hemû sûcên li dijî mirovahiyê ne û bi demê re nayên betalkirin.”

Berdevkê fermî yê Wezareta Karên Derve yê Misrê Ehmed Hafiz beriya du rojan bi daxuyaniyeke dirêj bersiva Erdogan da, ku Erdogan li New Yorkê derbarê mirina serokê Misrê yê berê Mihemed El-Mursî de daxuyanî dabû.

Ehmed Hafiz 6 xal destnîşan kirin û got ku ev sûcên rejîma Tirkiyê ne, ji wan sûcan ku nêzî 75 hezar girtî li Tirkiyê hene, bi dehan mirinên di zindanan de çêdibin, zêdetirî 130 hezar welatî ji kar hatin dûrxistin û bi sedan rojnamevan girtî ne.

Di daxuyaniya Misrê de her wiha behsa siyasetên Erdogan yên derve jî tê kirin, ku li Sûriyê piştgiriya terorê dike û Lîbyayê piştgiriya milîsên tundrew dike, her wiha li dijî gelê xwe û li dijî Kurdan jî sûcan dike.”

El-Beyan: Namzetê”lihevhatinê” sînaryoya herî guncaw e ji bo Cezayirê

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Namzetekî ku hemû alî li ser lihevbikin, çareya herî baş e ji bo aloziya hilbijartinên Cezayirê. Çavkaniyan destnîşan kir ku hewl tê dayin ku serokê hikûmetê yê berê Ebdulmecîd Tebûn weke namzetê (lihevhatinê) were hilbijartin, ji ber ku baweriya gel pê heye, ew yek ji qurbaniyên rejîma serokê berê Ebdulezîz Bûteflîqa ye.

Çavkaniyên nêzî Tebûn diyar kirin ku ew dê ne bi navê partiya desthilatdar bibe namzet, lê wek namzetê serbixwe.”

El-Enbaa: Natanyahu ji bo çêkirina hikûmetê hate erkdarkirin û Gantz tevlî nabe

Rojnameyê nivîsî: “Serokê Israîlê Reuven Rivlin duh serokwezîrê berê Benjamen Natanyahu ji çêkirina hikûmeta nû erkdar kir.

Rivlin li pêşber rojnamevanan ji Natanyahu re got: “Ez te ji bo çêkirina Hikûmetê Erkdar dikim”. Beriya wê jî di navbera Rivlin, Natanyahu û Gantz de civîneke sê alî hatibû lidarxistin.

Natanyahu jî erkdarî pejirand û ji Gantz xwest ku tevlî wî bibe, lê Gantz nepejirand û got ku ew tevlî hikûmetekê nabe ku serokê wê bi tewanberiyên giran re rû bi rû ye.

El-Ereb: Îran guherîna peymana nukleerî bipejirîne û hêvî dike ku Washington re nêzîkayî çêbibe

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: “Berdevkekeî hikûmeta Îranê roja çarşemê got ku Tehran amade ye garantiyan bike ku ew hewl nade çekên nukleerî bidest bixe û peymana nujî biguherîne eger Washington cezayên li dijî Îranê rake.”

Berdevkê hikûmetê Alî Rebîî ji televizyona Îranê re diyar kir: “Eger ceza hatin rakirin, dê derfet hebe ku Îran garantiyan bide, serok Rohanî jî amade ye ku ji bo guherîna peymanê hin pêşniyaran pêşkêş bike.”

(kn)

 


Mijarên Din