Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê serdana şandêrê NY`yê bo Sûriyê, hewldanên Tirkiyê yên li dijî Tehrîr El-Şam, gazinên Misrê li dijî Tirkiye û Qeterê û gelek mijarên din de nivîsîn.

Şerq El-Awsat: Tirkiye li dijî Heyet Tehrîr El-Şam li Idlibê behsa vebijêrka leşkerî dike

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Piştî civîna sêalî yan Tirkiye, Rûsya û Îranê ku duşema derbasbûyî li Enqereyê li dar ket, xuya dike ku dê Tirkiye ji bo hebûna komên tundraw û terorîst hin tiştan bike, di serî de li dijî Heyet Tehrîr El-Şam ku piraniya endamên wê yên Cebhet El-Nusra ya berê bûn. Tirkiye dixwaze Rûsyayê razî bike ku piştgiriya pêşdeçûnên hêzên rejîmê li herêmê neke.

Enqereyê li ser zimanê yek ji şêwirmendên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku hebûna (Tehrîr El-Şam) li Idlibê dibe hincet ku Rûsya û rejîm êrîşî Idlibê bikin, ew tê wateya ku dê Idlib ji destê Tirkiyê derkeve. Şêwirmend da zanîn ku dê Tirkiye li hember tiştên li Idlibê dibin ta dawiyê sebir neke.

El-Îmarat El-Yewm: Ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya siyasî şandêrê navdewletî gihîşte Sûriyê

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: "Şandêrê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen duh gihîşt Şamê, dê ji bo çalakkirina pêvajoyên siyasî û avakirina komîteya makezagonê bi rayedarên Şamê re bicive. Pedersen piştî ku gihîşte Şamê got: "Ez bi kelecan li benda hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd El-Mualîm im, hevdîtinên berê bi encam bûn."

El-Ereb: Qahîre medyaya Tirkiye û Qeterê bi çêkirina tevliheviyan li Misrê tawanbar dike

Rojnameyê wiha nivîsand: "Wezîrê karên derve yê Misrê Samih Şikrî têkildarî bûyerên ku rojên înê û şemiyê li Siwêsa rojhilatê welêt çêbûn, axivî. Şikrî sorkirina ku medyaya Qeter û Tirkiyê li dijî Misrê dike, şermezar kir. Medyaya her du dewletan banga xwepêşandanên ji bo tevliheviyê kiribû.

Şikrî ku di nava şandeya Misrê ya ji bo Civaka Giştî ya Netewyên Yekbûyî li New Yorkê  de ye, diyar kir ku "Hewldanên tevliheviyê nayên qebûlkirin û dê bêhûde bin". Her wiha got: "Dê welatiyên Misrê guh nedin bangên teliheviyê… Ev kîneke kûr e li dijî destkeftiyên Misrê yên 5 salên dawiyê."

El-Beyan: Di pevçûnên li Efxanistanê 2 çekdarên Talîbanê û 9 yên DAIŞ`ê hatin kuştin

Rojnameyê nivîsî: "Rêveberiya herêmî ya herêma Nînkarhar a rojhilatê Efxanistanê duh diyar kir ku pevçûn di navebra çekdarên Yekîneya Sor a girêdayî tevgera Talîban bi çekdarên rêxistina DAIŞ`ê de rû dan, di encamê de 9 çekdarên DAIŞ`ê û 2 jî yên Talîbanê hatin kuştin.

Buroya hakimê Nînkarharê bi daxuyaniyekê got pevçûn li devera Xociyanî ya girêdayî herêmê pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di pevçûnên 5 saetan de, 9 çekdarên tevgera "Xurasan" a girêdayî DAIŞ`ê û 2 çekdarên Yekîneya Sor a girêdayî Talîbanê hatin kuştin."

El-Ereb: Berê êrîşên olî yên Tirkiyê li Strasbourgê ye

Rojnameyê nivîsî: "Çapemeniya Tirkiyê diyar kir ku Weqfa El-Mearif ya Tirkiyê navendeke pewerdeyê li bajarê Strasbourg êFransayê vekir, dê xizmetên fêrkirinê pêşkêşî şagirtên zanîngehan û yên temenên wan biçûktir bike, tevî ku wezîrê perwerdeyê yê Fransayê meha Gulanê diyar kiribû ku welatê wî dê rê nede rejîma Tirkiyê ya "dijminane" dibistanan li ser axa Fransayê veke.

Malpera Ahval a Tirkiyê diyar kir ku AKP ya desthilatdar, her tim gefan dixwe ku dê dibistanên Ewropayê û yên cîhanê li Tirkiyê bigire, eger ew dewlet rê nedin ku Tirkiye dibistanên xwe li welatên wan veke, herî dawiyê jî gef xwarin ku dibistanên Fransî li Enqere û Stenbolê bigire.

Vekirina dibistanên olî yên Tirkiyê li Fransayê bû cihê nerazîbûna gelek derdoran, ew ditirsin ku ramanên olî yên tundraw bikevin mêjiyê şagirtan.”

El-Anbaa: Îran ji bo ewlehiya Kendavê pêşniyara "Hevpeymana Hêvî û Aştiyê" dike

Rojnameyê nivîsî:  "Serokê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku welatê wî dê di civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de mijara ""Hevpeymana Hêvî û Aştiyê" ji bo ewlehiya herêma Kendavê, pêşniyar bike.

Rûhanî ku bi boneya salvegera şerê Iraq- Îranê, li paytext Tehranê axivî, got: "Di rojên bê de, emê der barê hevkariya di navbera Îranê û dewletên herêmê de projeyekê arasteyî Netewyên Yekbûyî bikin, ji bo ewlehiya Kendavê û deryarya Uman û tengava Hirmizê. Her wiha emê teqez bikin ku hebûna hêzên biyanî ji bo herêmê cihê metirsiyê ye, her wiha rêyên deryayî û deryavaniyê û ewlehiya ejenrjî û petrolê dixe nava metirsiyê."

(k)


Mijarên Din