Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa geşedanên dawîn ên li Sûriyê, nakokiyên li herêma Kendavê û hilbijartinên Îsraîlê kir.

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî rewşa Sûriyê behsa gelek mijaran kir, ji wan jî rewşa Idlibê. Rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh nakokiyên dewletên Rojava û Rûsyayê yên nû li Meclisa Ewlehiyê têkildarî şertên agirbesta li Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê çêbûn. Moskov û Pekînê mafê vetoyê bi kar anî da ku biryara ku agirbestê ferz dike, dernekeve. Her wiha dewletên din projeya biryara Rûsya-Çînê der barê agirbesta ku rêxistinên terorîst ne di nav de ye, têk bir.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de wiha diyar kir: "Ev cara 13’an e ku Rûsya vetoyê bi kar tîne da ku tu biryar der barê Sûriyê de dernekevin ji destpêka 2011`an ve. Ji 15 dewletên ku Meclisa Ewlehiyê ji wan pêk tê, 12 dewletan ji biryar deng dan. Guyanayê jî dengê xwe bi kar neanî."

3 dewletên ku destek dida vê projeyê, bi awayekî fermî ji Rûsyayê xwest ku veto neke. Lê ev yek hat redkirin. Rûsyayê li beramberî wê xwest ku operasyonên leşkerî yên li dijî kes, kom û kesên girêdayî komên terorîst ne di nava wê de, lê ev yek ji aliyê dewletên rojavayî ve hat redkirin. Ji ber ku ev yek derî li pêşiya pirsên cuda û êrîşên li ser navendên sivîl vedike.

Rûsya û Çîn jî projeya biryarekê ku banga agirbestê li bakurê rojavayê Sûriyê de û êrîşên li dijî komên radîkal ku di lîsteya rewşa NY`yê di meclisê de ne, pêşkêş kir lê ev yek jî têk çû."

Şerq El-Ewset: Washington hevalbendiya xwe bi Kurdan re didomîne û pêşniyarên êrîşên Tirkiyê kêm dike

Rojnameya Şerq El-Ewset der barê pêkanîna mekanîzmaya ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha nivîsand: "Fermandarên Amerîkayê di daxuyaniyên xwe yên di civînên çapemeniyê de pir baldar bûn ku piştî redkirina çend caran ku Tirkiyê rehet bike. Bi taybet serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan der barê pêkanîna koordînasyona ewlehiyê ji bo avakirina herêmê ku Enqere banga wê dike (herêma ewle), di demekê de ku Pentagon wê bi mekanîzmaya ewlehî pênase dike."

Rojnameyê di berdewamê de wiha nivîsî: "Lê tişta balkêş ew e ku tu fermandarên leşkerî red nekir ku DYA`yê dike û biçekkirina QSD`ê bi çekên pêwîst berdewam dike da ku erka tunekirina rêxistina DAIŞ`ê bi dawî bike û careke din li herêmên ku jê hatine derxistin, venegere. Tevî redkirina Tirkiyê ku QSD’ê wek terorîst tawanbar dike."

Ev yek piştîvan Scout Nauman gerînendeyê operasyonên hevbeş bi Tirkiyê re di civîna çapemeniyê de ku bi cîgirê gerînendeyê operasyonên fermandariya Ewropa – Amerîka ji Brukselê Christian Portman re li dar xist, tekez kir. Di kongreyê de her du fermandarên leşkerî erka komîteya hevbeş û çawaniya ku tîm mekanîzmaya ewlehiyê pêk bîne, xebatên QSD`ê û pê re bibe hevkar da ku DAIŞ`ê têk bibe, nîqaş kir.

Di civîneke çapemeniyê de li Pantagonê, Christopher Meyer gerînendeyê koma xebata tunekirina DAIŞ`ê tekez kir ku DYA di şandina çek û cebilxaneyên leşkerî ji şervanên QSD`ê re dewam dike, da ku şerê tunekirina DAIŞ`ê de bidomîne, tevî avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyê bi Tirkiyê re. Meyer wiha got: "Em di peydakirina çek û erebeyên taybet ji bo pêdiviyên QSD`ê de dewam dikin."

Meyer destnîşan kir ku DYA vegera bizorê ji her koçberekî Sûriyê re red dike, ew yek bersiva pêşniyara Enqere ji bo vegerandina koçberan li welatê wan. Meyer got: "Helwesta DYA’yê diyar e, armanca me vegerandina koçberan bi awayekî ewle, bi dilxwazî û zelal e."

Erebistana Siûdî

Têkildarî rewşa Siûdiyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh qral Silêman Bîn Ebdilezîz li Cîdeyê pêşwaziya serokwezîrê Pakistanê Umran Xan kir. Umran Xan desteka welatê xwe ji Siûdiyê re der barê êrîşên dawîn de teqez kir. Her wiha Mihemed Bîn Salman jî duh pêşwaziya serokwezîrê Pakistanê kir.”

Brîtanya

Li aliyekî din, rojnemeya El-Beyan wiha nivîsand: "Duh serokatiya Fînlandî ya YE`ê ji Londonê xwest ku der barê ‘Brexit’ê de pêşniyara hevpeymana nivîskî di dawiya vê mehê de pêşkêş bike, da ku bêyî hevpeyman dernekevin, lê Londonê dema ku Helsinki diyar kiribû, red kir.

Serokê hikumeta Brîtanyayê Boris Johnson ji rojnemevanan re wiha got: "Dema ku amade bibin, em ê çareseriyên nivîskî bi fermî pêşkêş bikin, lê ne li gorî dema çêkirî be."

Beriya niha, serokwezîrê Fînlandiyayê Ante Rene xeber da ku li pêşiya Londonê heta dawiya meha Îlonê dem heye ku hevpeymana der barê Brexitê de diyar bike.


Mijarên Din