Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Di encama hevdîtina serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de xwesteka Rûsyayê ku dixwaze ji nû ve lihevkirinên ewlehî û leşkerî li Sûriyê vegerîne û destekdayîna yekser bide Netanyahu, her wiha Îxwan li Yemenê projeyeke Tirkî – Qeterî ji bo parêzgehên petrol û gazê bixe bin serweriya xwe, pêk tîne û Pentagonê Tirkiye derewand û tekez kir ku wan agahî dane Tirkiyê ku ew ê beşdarbûna wan a li bernameya F-35’an bi dawî bikin.

Rojnameyên erebî yên îro behsa adiayên Pûtîn û Netanyahu der barê dosya Sûriyê de, geşedanên li Yemenê û nakokiyên di navbera DYA û Tirkiyê de kir.

Şerq El-Ewset: Rûsya û Îsraîl ji bo"xurtkirina lihevkirinan" li Sûriyê li hev dicivin

Rojnameyên erebî yên îro behsa encamên hevdîtina serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kir. Rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Diyalogên ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re ku duh li Soçiyê li dar xistin, destnîşan kir ku lihevkirin di navbera Моskov û Til Ebîbê de di aliyê leşkerî û ewlehî li Sûriyê de hene.

Pûtîn tekez kir ku lihevkirina ewlehî û leşkerî di navbera Rûsya û Îsraîlê de ji bo li dijî gefên her tim ên terora navdewletî bisekinin, pir girîng e. Her wiha destnîşan kir ku têkiliya çi di aliyê ewlehî yan jî di aliyê leşkerî de be, heta astekê rengekî baş girtiye.

Ev îşaret destekdayîneke yekser di hilbijartên li pêş da Netanyahu. Pûtîn destnîşan kir ku zêdetirî milyon û 5 hezar kes li Îsraîlê ji Yekitiya Sovyetê ya bêrê ne. Ji ber wê Rûsya hilbijartinan bi girîngî dişopîne. Her wiha Pûtîn hêvî kir ku siyasetmedarên berpirs ku têkiliyên dualî yên di navbera her du welatan de di demên dawî de pêk hatine, bi ser bikeve.

Çavkaniyên ji Rûsyayê tekez kiribû ku Pûtîn dixwaze "ji nû ve lihevkirina leşkerî" bi aliyê Îsraîlê re bi ser hev de bîne (kontrol bike).”

El-Ereb: Îxwan û Yemen projeyekê pêk tînin da ku parêzgehên petrol û gazê bixin bin serweriya xwe

Der barê rewşa Yemenê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand:"Partiya El-Islah li Yemenê li gorî projeya ku ji aliyê rêxistineke navdewletî ve tê şopandin, hewl dide serweriya xwe li ser parêzgehên Yemenê yên petrol û gazê çêdikin, ferz bike. Armanca wê ku mezintrîn şaxê xwe li Yemenê ava bike da ku binketinên xwe yên madî, manewî, siyasî û rêxistinî piştî binketina Îxwanê li Misr û Sûdanê vegerîne.

Li gorî çavkaniyan ku çavdêrê giştî yê Îxwanê li Yemenê ku li Dewhayê li dijî Şêxan El-Dabî ku di nava çend rojên dawî de bi awayekî veşartî bi rêya navendeke barkirinê li ser sînorê Yemen-Umanê serdana Partiya Islah li Marebê kir, paşê karwanekî biçek ew ber bi Marebê ve bir.

Li gorî çavkaniyan ku El-Dabî perspektîfên nû birin. Diyar dibe ku ev yek yekser bandorê li helwestên partiya Islah ji Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî kir û nêzî Qeter û Tirkiyê dibe.

Amerîka - Îran

Der barê nakokiya Amerîka û Îranê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Wezîrê gencîneyê yê Amerîkayê Stephen Mnuchin girêdana DYA`yê bi zexta herî zêde li ser Îranê teqez kir. Mnuchin di hevpeyvîneke li gel CNBC’yê re wiha got: "Me çavkaniya aboriyê li ser wan qut kiriye, ji ber vê yekê dixwazin werin ser maseya dan û standinan."

Stephen Mnuchin diyar kir ku serok Donald Trump vekiriye ku bêyî şertên berê hevdîtinê bi serokê Îranê Hesen Rûhanî re pêk bîne, lê planên ji bo vê hevdîtinê derewandin. Wezîrê Amerîkî wiha got: "Eger Trump peymana rast ku behsa wê kir, bi dest bixe, em ê hevdîtinê bi Îranê re pêk bînin, lê eger pêk neyê em ê di hemleya zexta herî zêde de dewam bikin. Heta niha tu planên lidarxistina hevdîtina Trump û Rûhanî di civînên koma giştî ya NY`yê li Newyorkê de tune ye."

Qeter

Têkildarî rewşa Qeterê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Aliyên Kendavê, ragihandina Qeterê ya zagoneke nû ji bo tunekirina alîkarên terorê, wek reklam bi nav kir ku armanca wê ya sereke razîkirina dewletên rojava ye ku rastiya rola Qeterê di desteka komên îslamê yên radîkal de nas kiriye."

Amerîka - Tirkiye

Der barê nakokiya Amerîka û Tirkiyê de rojnemeya Şerq El-Ewset wiha got: "Berdevka Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pantagon) teqez kir ku Washington agahî daye Tirkiyê ku biryara wê ya kirîna sîstema parastina asmanî ya Rûsyayê S-400 dê beşdarbûna wê di bernameya balafirên F-35 de tune be."


Mijarên Din