Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa wêrekiya Tirkiyê ji pêkanîna êrîşên li ser hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêyî Rûsya û Amerîkayê, di dema ku di milê hundirîn û derve de di nava aloziyekê de ye, di heman demê de Brîtanyayê ferman da hêzên xwe yên deryayî ku keştiyên xwe yên li tengava Hurmizê bişopînin.

Rojnameyên erebî yên îro behsa gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, krîza aboriya Tirkiyê û nerehetiya li tengava Hurmizê kir.

El-Ereb: Gelo Tirkiye beyî Amerîka û Rûsyayê dikare operasyonekê li rojhilatê Firatê pêk bîne?

Der barê pêkanîna Tirkiyê ji êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hêj pêşbînî û dahûrandin berdewam in. Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku roja pêcşemê wezîr Hulusî Akar bi rayedarên leşkerî re da ku operasyona muhtemel a li ser Rojhilatê Firatê piştî rojekê ji hişyarkirina Enqereyê re ku heke der barê herêma tampon de bi DYA`yê negihîje hevpeymanekê, dê bikeve nava tevgerê, gotûbêj bike, civiya."

Di vê derbarê de wezaretê li ser zimanê Akar bi daxuyaniyekê got: "Pêşniyar û bangên xwe me ji şandeya amerîkî ya ku hatin gel me re pêşkêş kirin, hêviya bersivdayînê dikin.”

Rojnameyê diyar kir ku gelek kes di pêşketina Enqereyê de bi aweyekî tenê û bêyî tu sîwanên Amerîkî yan jî Rûsî di operasyoneke nû ya li dijî rojhilatê Firatê de ku dê çaryeka Sûriyê ku di bin serweriya QSD`ê de ye, hevalbendê sereke yê Koalîsyona Navdewletî li dijî rêxistina çeteyên DAIŞ`ê bi guman in.

Her wiha rojnameyê got ew kes dibînin ku bicihkirina hêzên leşkerî û xurtkirina aliyê dîplomatîk ê Tirkiyê armanca wê ku zextê li DYA`ê bike û bi taybet DYA`yê di demên dawîn de dan û standinên xwe bi hevalbendên xwe yên Ewropayê re xurt kiriye da ku hêzên xwe yên bejahî ji bo rêveberiya herêma ewle li Bakurê Sûriyê bişîne.

Li gorî çavdêr û siyasetmedaran ku rewşa Tirkiyê di aliyê hundirîn û herêmê de derfet neda wê ku bêyî sîwana Amerîkayê vê gavê pêk bîne. Piştî qayîşa bi DYA`yê re der barê kirîna S-400’an de, tu gavên tehrîkkirinê ku bi Washingtonê re bixe şer, naavêje.

Şerq El-Ewset: Tunis damezirînerên dawîn oxir dike û balê dikişîne ser yekbûnê

Der barê rewşa Tunisê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh piştî koça serok Mihemed Bacî Qayîd El-Sîbsî, Tunisê hefteyekê jiyan rawestand, di heman demê de aliyên cuda banga yekitiya nîştimanî kir û îşaret bi rola serok El-Sîbsî (92) û di dîroka Tunisê de xwedî cih bû, kir. Tê zanîn ku piştî koça Borqîba, Mihemed El-Sîbsî damezirînê dawîn e."

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter di roja çarşemê de nameyek ji kesên ku gumanên wan di hêza hêzên Hefter de heye re şand. Hefter diyar kir ku êrîş tê û pir dereng namîne, ewlehiya şêniyên Terablusê jî ji her tiştî girîngtir e, ji ber vê yekê sedema derengiya dema êrîşê ew e."

Hefter ji hêzên xwe re wiha got: "Dema me bi serkeftinê re nêz e, dem dema rizgariyê ji bo hemû gelê Lîbyayê… Artêş û gel dê ala serkeftinê li Terablusê bilind bikin û rizgarkirina wê ji terorîstan ragihînin."

Kendav

Der barê nakokiya li herêma Kendavê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Brîtanya ferman da hêzên xwe yên deryayî û hemû keştiyên xwe ku ala Brîtanyayê bi rêya Hurmizê hildin. Berdevkê hikumeta Brîtanyayê di daxuyaniyekê de wiha got: “Ji hêzên deryayî tevî keştiyan ku ala Brîtanyayê bi rêya Kendava Hurmiz hilde.”

Tirkiye

Zêdebûna aloziyên Tirkiyê didomin, der barê mijarê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Duh sûkên aborî bi ragihandina Banka Navendî ya Tirkiyê ku nirxê faîzê ji sedî 4,25 kêm bike, matmayî ma. Ev rêje ku du qatî texmînên şîrovekaran e û dîktatoriya serok Recep Tayyîp Erdogan ku rêjeyên faîzê yên bilind qebûl nake, radixe ber çavan."

(eh-jo)


Mijarên Din