Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Di rojnameyên erebî yên îro de dosyaya Îranê ya nukleerê, têkiliya dewleta Tirk a bi Îxwanê re û her wiha şerê li Hemayê yê di navbera rejîma Sûriyê û çeteyan de, mijarên sereke bûn.

Rojnameyên erebî yên îro behsa gurbûna şerê li herêmên bêçek, bernameya nukleer a Îranê û destwerdanên Tirkiyê li dewletên herêmê kir.

Şerq El-Ewset: Hêzên rejîmê hewl didin bejahiya Hemayê bixin bin serweriya xwe

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijaran kir, ji wan jî şerê li herêmên bêçek. Di vê derbarê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Operasyona leşkerî ku ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve ji bo girê Hemamiyat ê stratejîk ê li bejahiya bakurê Hemayê bixin bin serweriya xwe, ne hêsan bû. Neçar ma ku êrîşê taloq bike saetên bi roj, piştî ku rastî berxwedana dijwar ji aliyê hêzên opozîsyonê ve hat. Di encama wê de dema ku hêzên rejîmê xwest ber bi gir ve biçin, gelek kuştiyên wan çêbûn."

Rojnameyê di berdewama nûçeya xwe wiha lê zêde kir: “Aliyek ji rewşa meydanî di dîmenekê de ku ji aliyê dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê ve li ser xaka şer hatin belavkirin, hat diyarkirin. Tê de diyar kir ku operasyon ji aliyê hêzên Suheyl El-Hesen ê nêzî Rûsyayê ve ku bi navê "Nimir" tê naskirin, hatiye kirin. Tevî ku rejîmê girê Hemamiyat xist bin serweriya xwe jî lê girtina ser bi gir ve ji aliyê hêzên opozîsyonê ve gelek girîngî dît. Ji ber ku hêzên rejîmê sîstemeke parastinê ya xurt li wê derê ava kiriye, her wiha girîngiya gir a stratejîk heye."

Yemen

Rojnameya El-Ereb de barê rewşa Yemenê de wiha nivîsand: "Li gelek paytextên erebî yên ku têkiliya wan bi dosyaya Yemenê re heye, tevgereke xurt ji bo yekitiya rêveberên Partiya Kongreya Gel a giştî û bi taybet ew kesên ku li Riyad, Ebû Debî, Qahîre û Mesqetê dimînin, tê kirin."

Îran

Rojnameya Şerq El-Ewset di nûçeyeke xwe de bal kişand ser bernameya Îranê ya nukleerê û wiha nivîsand: "Fransa, Almanya û Brîtanya yên ku li ser peymana nukleerê bi Îranê re di 2015’an de îmze kirine, duh der barê peymanê de hişyariya hilweşandinê da û bang li rewastandina gefan û vegera li diyalogan kir. Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî jî dîsa mercên Tehranê yên berê yên der heqê diyaloga bi Washingtonê re dubare kirin.

Li gorî rapora ajansa rojnameya Fransayê, her sê dewletên Ewropayê di daxuyaniyeke hevpar de eşkere kir ku ew ji xetereya hilweşandina peymanê di bin fişarên cezayên ku DYA’yê ferz kirine de, bi fikar in û ew piştî biryara Îranê ya pêkneanîna gelek bendên peymanê ye.

Di daxuyaniyê de ev jî hat tekezkirin: "Nerazîbûna her sê dewletan ji êrîşên dawîn li ser herêma Kendavê û derveyê wê û her wiha bal kişandin ser ku xetereyên ku tên pêşbînîkirin ew in ku divê hemû aliyên peymanê rawestin û li xetereyên muhtemel binêrin.  Ev tişt jî lê hat zêdekirin ku ew bawer in ku dema hat bi rêbazekî biberpirsyar û lêgerîna li rêyên rawestandina nakokî û jinûve diyalogê, tev bigerin.”

El-Ereb: Enqere şaneya Îxwanê ya ku li Kiwêtê hatiye binçavkirin, bi rê ve dibe

Der barê Tirkiyê de rojnameya El-Ereb li ser zimanê çavkaniyên Kiwêtê wiha diyar kir: "Îstîxbarata Misrê hin agahî dan hikumeta ewlehiyê ya Kiwêtê ku şaneya Îxwanî ya Misrî ya ku di vê dawiyê de li Kiwêtê hatiye girtin, ji hêla Tirkiyê ve dihat birêvebirin.”

Çavkaniyên Kiwêtê ji rojnameya El-Ereb re ragihand ku Ebas Kamil gerînendeyê îstixbarata Misrê ya ku serdana Kiwêtê di meha borî de kirî, lîsteya bi navên kesên çalak ên di Îxwana li Kiwêtê de û çawa ji hêla aliyênaliyên bilind ên Tirkiyê ve tên birêvebirin da kiwêtiyan.

Çavkaniyan tekez kir ku Kamil detayên şaneya Îxwanî ya bi terorê tawanbar e, rêbaza têkiliyên wan û veguhastina pereyan ji endamên gumanbar re ji hêla desthilatên Misrê ve ji rêxistina Îxwanan ya ku li Tirkiyê û Qeterê ne, eşkere kirin”.

Sûdan

Di warê Sûdanê de rojnameya El-Quds El-Erebî wiha nivîsand: "Ji derengxistinê û dîroka îmzekirina li ser forma dawîn a peymana di navbera Hêzên Deklarasyona Azadî û Guhartinê û Meclisa Leşkerî ya Demkî de li Sûdanê hê jî ne diyar e. Li rexê jî gelek nakokî hene û ji nav jî daxwaza parastina endamên Meclisa Desthilatê."

Duh (yekşem) çavkaniyekî ji Hêzên Deklarasyona Azadî û Guhartinê got hevdîtina diyalogê ya ku divê roja duh bi Meclisa Leşkerî re li dar biketa, heta êvara roja sêşemê hat paşxistin.”

(bx-fr)


Mijarên Din