Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî

Piştî hewdanên êrişên li dijî baregeha Himîmîm a Rûsyayê ya li berava Sûriyê aloziya Idlibê gûrtir bû. Li aliyekî din nakokiyên Misir-Tirkiyê yên piştî israra Tirkiyê ya êrişkirina Sirtê, zêde bûn.

 Rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî bal kişandin ser aloziya li Idlibê, aloziya di navbera Tirkiyê û Misirê ya derbarê Lîbyayê de. Her wiha aloziya di navbera YE û Tirkiyê de.

PEYAMÊN RÛSYA- TIRKIYÊ

Rojnameyên Erebî yên hefteyê borî derbarê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijaran kirin. Ji wan şerê li Idlibê.

Tikildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Piştî ku 3 leşkerên Rûsyayê di encama teqîna mayîneke bi dewriyekeke Rûsya – Tirkiyê ve li ser rêya Heleb-Laziqiyê birîndar bûn, Rûsyayê bi dijwarî gundewarên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku dewriye kete kemîna aliyên çekdar. Mayinek ku li ser rê danîbûn, teqiya û di encama wê de 3 leşker bi sivikî birîndar bûn.

Li gorî daneyên ku wezaretê pêşkêş kirin, hejmareke leşkerên Tirk jî di teqînê de birîndar bûne. Çavkaniyên Rûsyayê hejmara birîndarên leşkerên Tirk û rêjeya xetereya birîndariyê eşkere nekir. Lê tişta ku bala mirov dikişîne, navenda lihevanînê destnîşan kir ku dewriyeyên hevbeş li ser wê xetê hatin rawestandin û herêm hate dorpêçkirin da ku alavên ji ber teqînê xira bûne, derxin.

Piştî teqînê, balafirên şer ên Rûsyayê herêmên Tîlal Kebane yên Cebel El-Ekrad ên bakurê Laziqiyê bombebaran kirin û hêzên rejîma Sûriyê heman herêm û herêmên başûrê Idlibê kirin hedef.

Di du rojên borî de rêzebûyerên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bakur û rojavayê wê pêk hatin. Her wiha tê de pevguherîna peyamên artêşa Rûsya û Tirkiyê derketin."

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Çavkaniyên ji opozîsyona Sûriyê eşkere kirin ku hêzên hikumeta Sûriyê û Rûsyayê ji bo şerekî nêz,  dest bi şandina sewqiyatên leşkerî ber bi parêzgeha Idlibê kirine. Çavkaniyan piştrast kir ku hêzên hikumeta Sûriyê di çend rojên borî de sewqiyatên leşkerî ji bejahiyên Şam û Humisê, her wiha hêzên girêdayî Feyleq 5 a Rûsyayê û yekîneyên Rûsyayê yên taybet jî şandin parêzgeha Idlibê.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku hêzên hikumeta Sûriyê xwe ji bo şerekî leşkerî, dibe ku piştî hilbijartinên yekşema bê, amade dikin. Her wiha dibe ku ev sewqiyatên leşkerî kaxiza fişara li dijî dewleta Tirk be ku sewqiyatên leşkerî bi rêya dergeha Kefer Losîn re dişîne Idlibê.

Bi wê re jî balafirên Rûsyayê û topavêjên rejîma Sûriyê di 2 rojên berê de herêmên bejahiya Idlibê topbaran û bombebaran kirin.”

GELO LI SER SIRTÊ WÊ DI NAVBERA MISIR Û TIRKIYÊ DE ŞER DESTPÊ BIKE?

Şopdarên rewşa Lîbyayê dibînin ku rewşa Lîbyayê ber bi gûrbûnê ve diçe.

Mudîrê rêveberiya tewcîh manewî ya artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûd eşkere kir ku Tirkiyê derdora 10 hezar çeteyên xwe li derdora Sirtê bi cih kirine û ne dûr e ku êrişî Sirt û Cefrayê bikin.

Misirê jî tevgerên xwe zêde kirine û girêdana xwe ya bi xetên sor ên ku serokê wê Abdulfetah El-Sîsî danîne dûbare kir.

Di vê mijarê de rojnameya El-Ereb ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî yên Lîbyayî ragihand ku Misir îsrar dike ku herêma serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî bi xetên sor bi nav kiriye yên li Sirt û Cefrayê biparêze. Tevgera parastinê li asîmanê rojhilatê Lîbyayê zêde kir, her wiha pergala parastina asîmanî ya S-300 bi cih kir.

Li gorî rojnameyê sînyalên dema şerê Sirt –Cefra nêzîke.

DI NAVBERA TIRKIYÊ Û EWROPAYÊ DE TÊKILIYÊN GIRÊK

Tirkiyê tevgerên xwe yên li rojhilatê Deryaya Spî zêde kir, li ser vê aloziya di navbera wî û Ewropayê de gelek gûr bû.

Tirkiyê ragihand ku wê keştiya vekolandinê ya Yafûr ya li herêma aborî ya Qibirsê dixebite, ber bi başûrê ava Cizîrê ve bi rê kir.

Çavkaniyekî hikumeta Yewnanistanê roja înê diyar kir ku Athîna di lûtkeya Ewropayê ya li Brukselê banga ferzkirina cezayên hişk li Tirkiyê kir.

Parlamentera Fransayê Nadia Essien ragihand "Ji ber xeletiyên hemû aliyan rewşa Lîbyayê xeternak e. Têkiliyên Ewropayê bi Tirkiyê gihîştiye qonaxek gelek tevlihev."

Partiya Ewropayê ya Gelan  a di Parlamantoya Ewropayê de binpêkirinên Tirkiyê yên li Deryayê Spî şermezar kir.

Serokê partiyê  got: “Pêwîst e Yekitiya Ewropayê Qibirs û Yewnanistanê biparêz e. Her wiha îşaret pê kir ku heke Enqere binpêkirina serdestiya Qibirs û Yewnanistanê dewam bike, divê li hemberî wê tedbîrên pêwîst werin girtin, çi bi rêya fişar û cezayan be an jî bi rêya belavkirnia hêzên deryayê yên Yekitiya Ewropayê li rojhilatê Deryayê Spî.”

Têkildarî destwerdana Tirkiyê ji herêma rojhilatê Deryaya Spî re rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Êdî Tirkiye di cîhanê de bûye cihê tevliheviyê, piştî destwerdana wê ya nerewa di Lîbya, Sûriye û Iraqê de, li rojhilatê Deryaya Spî jî careke din nakokiyan derdixe. Tevî ku YE  gefa ferzkirina cezayan li Enqereyê dixwe jî, lê duh li Qibrisê li hemberî peravên girava parçekirî dest bi lêgerîna petrol û gazê kir. Ev gava Tirkiyê hêrsa Qibrisê zêde kir."


Mijarên Din