Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî

Di hefteya derbasbûyî de Tirkiyê bi rêbaza qutkirina avê şerê gelê Sûriyê kir. Asta şerê şikandina hestî di navbera El-Kazimî û Heşid El-Şabî de zêde bû. Her wiha Misirê li hemberî şerekî muhteml bi Tirkiyê re li Lîbyayê, artêşa xwe amade kir.

Rojnameyên Erebî yên ku di hefteya derbasbûyî de hatin çapkirin bal kişandin ser kiryarên Tirkiyê yên li dijî Sûriyê, aloziya Iraqê û nakokiyên herêmî yên derbarê Lîbyayê de.

EL-EREB: ŞERÊ AVÊ RÛYÊ DÎTIR Ê DESTWERDANA TIRKIYÊ LI SÛRIYÊ YE

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Rewşa belavbûn û aloziya ku şêniyên Sûriyê ya sala 10’an tê re derbas dibin, vegerî her du projeyên Îran û Tirkiyê. Her wiha li ser hesabê ewlehiya nîşitmanî ya Ereb û herêmê, projeya Îranê bi rêya hevalbendiya wê bi rejîma Esed li Şamê re, projeya Tirkiyê bi rêya hembêzkirin û hewandina wê ya gelek şepêlên opozîsyonên Sûriyê û rewşa komên leşkerî yên tundraw, pêk tê.

Rola Îranê diyar û zelal e, lê ya xeternak rola Tirkiyê ye. Lê her çendîn siyasetên dijber ên hundirê Tirkiyê derbara wê de hatin guhartin, lê vedigere mijara serweriya desthilata Tirkiyê ya berê bi zêdetirî sedsalekê winda kiriye. Her wiha ev dosya ji bo istîsmarkirina gel bi kar tê.

Nêrîna Tirkiyê ji pêşeroja Sûriyê re, bi guman e  û nêrîna siyaseta AKP’ê bi serkêşiya serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan eşkere dike ku siyaseteke naxwaze û nikare ji xewnên Îslama Siyasî derkeve , li gel wê jî hêmana parastina ewlehiya nîştimanî ji bo li hember Kurdan bisekine, bi kar tîne.

Tevî bangên navneteweyî ku divê desthilatên Tirkiyê kedeke mezin ji bo dayîna avê ji stasyona Elok a nêzî Serêkaniyê bide, Tirkiye li gor tedbîrên pêşîlêgirtina li hember berbelavbûna Koronavîrusê tev negerî."

Opozîsyonerê Kurd ê ji Sûriyê Welîd Hac Abdulqadir ê li Dubey rûniştî ye got: “Tirkiyê ji destpêka avakirina dewleta Tirkiyê ve, mijara avê mijareke sereke girt dest û kaxizeke ji bo fişarkirina li cîranên xwe bi kar tîne.

Rewşa ku Tirkiyê li ser Sûriyê ferz dike, bandora aboriyê derbas dike û xeternak e, dibe sedema tevliheviya etnîkî û mezhebî. Her wiha dikeve nava xana sûcên ku komên leşkerî yên Sûriyê yên girêdayî wê çi li Idlib an jî li Efrînê dikin, di serî de pêkanînerên wê ketîbeya Sultan Murad a bi revandina zarok û jinan tewanbar e. Ev ketîbe bi temamî ji Tirkmenan hatiye avakirin ku avahiyên enerjî û yên dîtir jê bê par neman.

Îstîsmarkirina Tirkiyê ya jiyan û pêşeroja sûriyan bi rêya leşkerkirina endamên ji komên Sûriyê û şandina ji bo şerê li Lîbyayê re, diyar e û rûyê sûriyan reş kir. Her wiha bi çetetiyê di şerkirinê welatên dîtir û hiştina welatê xwe di rewşeke şer de hatin tewanbarkirin. Di vê alî de berê jî berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî daxuyandibû ku rejîma Tirkiyê xebata veguhastina nêzî 17 hezar terorîst ji Sûriyê di vê demên dawîn de ber bi Lîbyayê ve şandine.

Hac Abdulqadir got ku rola Tirkiyê, ew jî ne tenê rola Enqereyê di bakurê Sûriyê de, lê belê ji destpêka şerê Sûriyê de ye û diyar kir ku ji trajadiya Zebedanî, Meidemiyê, Dariya, Humis, Hema, Heleb û her deverên ku Erdogan weke xetên sor ragihandine, diyar bû ku xeta sor a yekane berjewendiya Tirkiyê, Erdogan û partiya wî ye. Hac Abduladir wiha got: "Ez wek şêniyekî sûrî, ne tenê li ser Kurdan diaxivim, dizanin Tirkiyê xewna vegerandinê wîlayetên Heleb û Mûsilê dike, heta ku vê xewnê pêk bîne, girîngiyê dide hedefên mîna petrol, gaz, cihên zindî li herêmê, her wiha bazirganiyê bi Ewropa re li ser gelek dozan dike."

EL-BEYAN: KAZIMÎ Û HEŞDÎ ŞEBÎ… ŞERÊ ŞIKANDINA HESTÎ GUR DIBE

Di mijara Iraqê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Di vê dawiyê de şerê “şikandina hestî” di navbera serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û milîsên Heşdî Şebî de li gel hewldana Kazimî ya paqijkirina welêt ji kesên îranî, gur dibe.”

ŞERQ EL-EWSAT: KÊMBÛNA ASTA PIŞTEVANIYA GEL JI ERDOGAN RE ÎHTÎMALA HILBIRJARTINÊN PÊŞWEXT XURT DIKE

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Encamên anketeke nû ku li Tirkiyê hatiye çêkirin, senaryoya lidarxistina hilbijartinên pêşwext xurt kir. Di wê anketê de diyar bû ku serokkomar Recep Tayyîp Erdogan asta piştevaniya gel jê re kêm bûye. Bi taybet li gel krîza siyasî û aborî li welêt.

Her wiha anketa ku şîrketa Metropol a pêbawer di dema ji 10`ê Hezîranê heta 26`ê wê de çêkiriye, xuya kir ku di hilbijartinên bê de AKP`ê ya serdest e rêjeya ji sedî 30, CHP bi rêjeya ji sedî 24 dengan bi dest dixe."

EL-EREB: MISIR LI HEMBERÎ DEWLETA TIRK LI LÎBYAYÊ AMADEKARIYÊN ARTÊŞA XWE ZÊDE DIKE

Rojnameya El-Ereb girêdayî amadekariyên artêşa Misirê li hemberî dewleta Tirk li Lîbyayê wiha nivîsî: "Artêşa Misirê tetbîqatên leşkerî mezin li herêma rojava li nêzî sînorên Lîbyayê bi navê `Hesim 2020` anku têkbirin, pêk anîn. Tê de cureyên cuda yên çekên pêşketî bi kar anîn. Xuya ye ku Misir amadekariyên mudaxeleyeke nêz li Lîbyayê dike."

Ev gava Misirê texmînên girêdayî pejirandina Misirê berbijêrka leşkerî di dan û standina xwe de bi aloziya Lîbyayê re xurt dike. Piştî ku mudaxele û gefên dewleta Tirk gihaştin asteke tund ku dijwar e dewleteke cîranê Lîbyayê mîna Misirê wê qebûl bike.”


Mijarên Din