Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerekî navdewletî sar rû dide. DYA û Rûsya ji bo belavkirina hêzên xwe li herêmê ketine pêşbirkerkê de,Tirkiyê jî bi kaxeza DAIŞ`iyên biyanî û koçberan Ewropayê şantaj dike. Heman demê di nava aloziya siyasî ya li Iraq û Lubnanê xwepêşandan berdewam in li Xeza, ji nişkêva jî alozî derket lê bi lihevkirineke agirbesteke sist bi dawî bû.

Di nava hefteya derbasbûyî de, rojnameyên Erebî behsa rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nakokiyên herêmî û navdewletî yên li ser vê herêmê, xwepêşandanên Lubnan û Iraqê û aloziya li Xeza, kirin.

Okaz: `` Abramz`` li Sûriyê..aliyên çekar jî agirbestê binpê dikin

Rojnameya Okaz der barê geşedanên li Sûriyê de nivîsî ``Komên çekdar ên girêdayî Enqerê agirbesta li bakur û rojhilatê Sûriyê binpê dikin, çekdaran êrişî herêmên desthilatdariya artêşa Sûriyê kirin û di encama bombebaranê de li nêzî bajarokê Til Temirê 5 kes hatin kuştin, ev cara pêşî bû ku windahiya wiha ya artêşa Sûriyê li ser sînorên Tirkiyê çêdibe``.

Di vê navberê de, bo cara yekemîn, tangên Amerîkayê yên Abrams, li Sûriyê digerin û ber bi Til Temirê û rêya navdewletî M4 ve çûn, li wê deverê di navbera komên çekdar û hêzên QSD`ê de şerên dijwar diqewimin.

Li aliyekî din James  Jeffrey, bi opozisyona Sûriyê re encamên civînên komîteya makzagonê yên li Cinêvê têne lidarxistin gotûbêj kirin, tu daxuyaniyeke fermî ji civînê derneket, lê çavkaniyên opozisyonê diyar kirin û Amerîka ji der brê encamên civîna bi opozisyonê re ne xweş bîn e, ji ber ku Waşington diyaloga ku Asad li ser desthilatdariyê bihêle naxwaze, lê Rûsiya di xwaze mayina Asad bi hêz bike, lewma ew dest dirêjî makzagonê dike û dixwaze hilbujartinên serokatî û perlemanê pêk bîne``.

Al-Arab: Qamişlo di hundirê nakokiyên navdewletî yên sar de ye

Rojnameya Al-Arab ev tişt nivîsand: "Rûsya hêzên xwe li bajarê Qamişlo yê ku dikeve parêzgeha Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt dike. Li aliyekî din jî hêzên Amerîkayê xwe ji nû ve li aliyê rojavayê bajêr ê bi ser sînorê dewleta Tirkiyê ve piştî vekişîna wê di meha borî de, belav dike.

Kanala Zvezda ya nêzî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê roja pêncşemê got Moskov dest bi avakirina baregeha helîkopteran li balafirgeha sivîl a bajarê Qamişlo kiriye.

Baregeha nû ya ku hatiye avakirin, di bin parastina pargala Panther de ye û tê de 3 helîkopter hene. Ji nav wan jî 2 balafirên êrişê ji cureya MIG-35 û helîkoptereke veguhastina leşkerî ji cureya MID- hene.

Di hefteya borî de hêzên Amerîkayê ji Iraqê vegerîn baregeha Hîmo ya rojavayê bajarê Qamişlo.

Girîngiya Rûsyayê tenê ne Qamişlo ye ku di encama lihevkirina di navbera Moskov û Enqereyê de li bajarê Soçî pêk hatiye de,  lê belê şerê berjewendiyan di navbera Moskov û Washingtonê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê "Sûriyeya sûdwar" pêk tê ku lê dewlemendiyên enerjî û çandinî hene.

Analîzvan îşaret pê dikin ku ajoyên ku hiştine DYA’yê dema vekişîna ji Sûriyê û ji nû ve li bajarê Qamişlo û hin bajarên din belav bibe, bên guhartin, ew e ku nehiştina rewşê ji Rûsyayê re ye. Bi wê re dê Rûsya destkeftiyên stratejîk bi dest bixe û li aliyekî din jî serweriya xwe li ser çavkaniyên pertrolê bike.

Al-Bayan: Girtiyên DAIŞ`ê pelika şantajê ya Tirkiyê ye li dijî Europa`yê

Der barê mijara girtiyên DAIŞ`ê yên li Tirkiiyê û gefên Tirkiyê li dijî welatên Ewropayê de rojnameyê nivîsî "Bikaranîna pelika endamên rêxsitna DAIŞ`ê ya terorîst êdî li Sûeiyê û dewletên herêmê bûye lîstika vekirî, ji ber ku ev rêxistin bûye alavek her kes li gorî berjwendiyên xwe bikar tîne, lewma mijara DAIŞ`ê ji şûna mijareke girêdayî ewlehiya navdewletî bûye mijara bazarê.

Tirkiyê jî pelika DAIŞ`ê bikar tîne û gefan li Ewropayê dixwe, bi taybet endamên ku li Tirkiyê gitîne û ji gelek welatên Ewropayê ne. Pir caran rayedarên Tirkiyê niyeta ku van kesan rêke dewletên wan aniye ziman. Piştî 9`ê cotmehê jî dosyaya DAIŞ`ê weke tirsekê derkete pêş, çi li Sûriyê çi li ser asta navdewletî.

Êrişa dijminane ya Tirkiyê gelek dosyayên li Sûriyê tevlîhev kirin, yek ji wan jî dosyaya DAIŞ`ê ye, bi taybet piştî ku wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Silêman Soylu ragihand ku dê DAIŞ`yên Ewropî li welatê xwe nehêle û dê wan rêke welatên wan.

Tirkiyê duh ragihand ku wê dest bi vegerandina DAIŞ`yan kiriye, xuyaye ku ev pelik ji bo berjewendiyên dewletan tê bikaranîn. Gelo dê ta kengî pelika rêxistinê ji hemû hêzan re berdest be, û çarenûsa endamên DAIŞ`ê li Sûriyê dê çi be?

Al-Arab: Beriya bêçekirina Hizbulla çareserî li Lubnanê pêk nayê

Rojnameyê nivîsî ``Li Lubnanê her kes ketiye wê baweriyê ku heta mijara avêtin çekên Hizbulah neyê çareserkirin aloziya heyî çareser nabe, ji ber ku çekên Hizbullah Lubnan veguherandiye qada şerê aborî di navbera Îran û Amerîkayê.

Çavdêr dibêjin ku pirsgirêk îro ne şêweyê hikûmeta ku bête avakirin e, ka ev hikûmete dê tiknoqrat be yan jî tikno-polîtîk be, lê pirsgirêk çarenûsa çekên Hizbullah e, ku çîna siyasî jî vê rastiyê baş dizane, ev çîna siyasî niha li hember aloziyeke du alî ye, eger ku bersiva fişarên kolana bihêrs û fişarên mezintir ên derve jî nede, dê nikaribe vê aloziyê derbas bike.

Pisporê siyasî yên Lubnanî Xalid Mumtaz dibêje ya pêwîst ne şêweyê hikûmetê ye, ne jî ka dê bi serokatiya kê be, lê pirsgirêk ewke ka bayê vê hikûmetê dê li aliyê Amerîkayê yan Îranê be.

Her wiha diyar kir ku Waşingtonê daye ber çavên xwe ku hemû dewletên girêdayî Îranê ceza bike.

Pisporê siyasetê got ku DYA`ê bi serokê hikûmetê yê istifakirî Saad Al-Harîrî re axiviye û jêre gotiye ku eger hikûmeteke nû ya di bin desthilatdariya Hizbullah de bête avakirin, ewên cezaya li ser Lubnanê bibirin.

Her wiha diyar kir ku tenê du bijarte li pêşiya Lubnanê hene ``Yan dijberiya Amerîkayê yan jî bêçekirina Hizbullah``.

Li gorê vê rewşê çavdêr dibjêjin ku dibe Saad Al-Herîrî erkdariya serokatiya hikûmeta nû nepejirîne.

Al-Imarat Al-Yaum: Protestoyên Iraqê dewam dikin

Der barê geşedanên Iraqê rojnameyê nivîsî ``Duh li bajarên başûrê Iraqê şagirtan û mamosteyan çalakiyên protestoyî dewam kirin, di vê navberê de Neteweyên Yekbûyî hewl dide ku fişarê li hikûmetê bike da ku di nava 3 mehan de reformên mezin pêk bîne û rê li pêşiya protestyon ku hilweşîna rejîmê dixwazin bigirie``.

NY`ê dixwaze bibe navbênkarê çareseriya aloziya Iraqê, lewma nexşerêyek amade kir û roja duşemê bi lîderên Şîiyan re civîn lidar xist, piştî ku partiyên siyasî bi navbênkariya Îranê biryar dan ku rejîmê biparêzin.

Lê kolan aram nebû, piraniya dibistan û zanîngehên başûrê Iraqê hatin girtin, piştî ku sandîkaya mamostayan gireva giştî ragihandin, ku dixwazin dîse têvedanekê bidin protestoyên li dijî hikûmetê ku çend hefte ne dewam dikin``.

Tevî ku desthilatdariyê banga vegera jiyana asayî jî kir, lê xwepêşandêr her doza hikûmeteke nû û guherîna çîna siyasî ya Iraqê dikin``.

Al-Imarat Al-Yaum: Hevpeymana agirbestê li Xezayê piştî 2 rojan ji nakokiyên di navbera Îsraîl û Filistînê de pêk hat

Der barê Filistînê de rojnameya Îmarat El-Yaum wiha nivîsî: "Hevpeymana sexte ya agirbestê li Xezayê duh piştî 2 rojan ji şerê di navbera Îsraîl û Tevgera Cîhadî ya Îslamî û komên Filistînê yên din de, pêk hat. Di encamê de 34 filistînî şehîd bûn û zêdetirî 100 kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê duh ragihand ku fermandarê Cîhad El-Îslamî yê fermî Ebû Melhûs di bombebarana ku berêya agirbestê pêk hatiye de, şehîd bû. Her wiha Tevgera Cîhad El-Îslamî Ebû Melhûs wek fermandarê wê derewand.


Mijarên Din