Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî

Rûsya hebûna xwe li ser hesabê aliyên din li Sûriyê xurt dike, lê binkeftiyê herî mezin Tirkiyê ye ku neçar ma dest ji hêviyên xwe yên di Sûriyê de berde. Li Iraq û Lubanênê xwepêşandanên li dijî gendeliyê mezin dibin. Li aliyekî din jî parlamantoya Lîbyayê banga sekina li hemberî tevgerên Erdogan kir ê ku qala mîraseyên kalikên xwe yên Osmanî kir.

Rojnameyên erebî di hefteya derbasbûyî de bal kişandin ser pêşketinên dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwepşandanên li Iraq û Lubnanê, rewşa Lîbyayê û gelek mijarên din girêdayî Rojhilata Navîn û cîhanê.

El-Ereb: El-Esed li ser sînor e û li hemberî "Dizek" Erdogan disekine

Rojnameyên erebî di hefteya derbasbûyî de girêdayî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek mijar girtin dest. Rojnameya El-Ereb wisa nivîs: "Piştî du hefteyan ji êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê serokê Tirkiyê Recep Tayîîp Eredogan ê ku hevalbendên wî yên li Sochiyê beşdarî lîsteya muxalifan li dijî çalakiyên wê yên leşkerî û hewdanên wî yên bi navê "herême ewle" ya dagirkirina beşên ji xaka Sûriyê bûn xwe li cihekî dûr dît, di wê demê de ku serokê Sûriyê Beşar El-Esed li Idlibê digeriya da ku sûdê ji êrişên Tirkiyê bigire û Erdogan bi "Dizek" bi nav kir, ku kargeh, genim û petrol dizî û û îro jî xakê didize."

El-Şeriq El-Ewset: Pedrson: Ber bi hilbijartinên serokatiya Sûriyê bi çavdêriya navdewletî

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî ev tişt nivîsî "Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedrson civînên komîteya destûrî yên li civînê ku dê Çarşma bê pêk werin wekî "Kêliyekî dîrokî " bi nav dike ku dê deriyên gihiştina ber bi çareseriyeke giştî ji aloziyê Sûriyê re veke. Ev dê bi rêya hilbijartinên parlamantoya û serokatiyê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî li gorî birya Konseya Ewlekariyê ya 2254 bi rêve biçin

El-Ereb: Destên Rûsya yên hişk xeta çareseriya Sûriyê xêz dikin

Rojnameyê nivîsî:"Lihevhatina di nabera Rûsya û Tirkiyê de der barê Bakur Rojhilatê Sûriyê ku roja sêşemê hate kirin û piştî çend saatan hate pêkanîn, guhrîneke bingehîn di aloziya Sûriyê de çêkir. Tê payin ku ev destkeftiya Rûsyayê bibe çirûska pêvjoya çareseriya siyasî êdî tu alî nikare xwe bide alî yan jî demên aloziyê dirêj bike.

Çavêdr dibêjin ku Rûsyayê Tirkiyê neçar kir ku lihevhatinekê imze bike û daxwazên wê yên li Bakur Sûriyê kêm bike û projeya wê ya birîna 440 km ji axa Sûriyê rawestîne.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê di civîna bi hempîşeyên xwe yên NATO`ê re kete rewşeke tengav, neçar ma ku hin behaneyan bêje, got ku Tirkiyê ew xistin nava rewşeke aloz lewma ew neçar man ji Sûriyê vekişin.

Çavdêr dibêjin ku êdî Rûsyê hemû bendên lîstinkê xistin destên xwe, ev jî bi xêra siyasetên serok Putin pêk hat, ku wî ji destpêkê ve biryar da ku piştgiriya Şamê bike, tevî helwestên navdewletî jî, paşê bi awayekî raste rast kete Sûriyê, lewma hevsengî li aliyê Beşar hate guhertin, ev rewş bi lihevhatina dawiyê hîn bihêztir bû, li gorî wê xuyaye ku Moskova dê pêvajoya siyasî birêve bibe, tevî ku hêzên rojavayî hîna jî hin pelik di destên wan de hene, mîna dosyaya cezayan".

El-Ereb: Perlemana Lîbyayê ji Ereban xwest helweasteke tund li dijî Erdogan nîşan bidin

Rojnameyê nivîsî: "Serokê komîteya parasatina netewî ya perlemana Lîbyayê, Telal El-Mahyûb, ji Komkara Ereban xwest ku li dijî daxuyaniyên Erdogan ên der barê Lîbya û Sûriyê, helwestên tund nîşan bidin

El-Mahyûb ji çapemeniyê re got ku Erdogan xwe dixapîne dema ku bi nêrîna Osmaniyan li Lîbyayê dinere, her wiha got ku Lîbyayî ne xayinin ku daxwazên wî pêk bînin "bersiva herî baş li hember xwe xapandinên Erdogan, tunekirina milîsên wî yên terorîst û rizgarkirina paytextê ye.

Perlementerê Lîbyayê Saîd Mexyeb jî got ku gelek milsî bi ajandeyên cuda yên  nîjadî, herêmî û terorê li paytextê kom bûne, her wiha hin ji wan bi ajandeyên siyasî ne, mîna rêxistina Ixwan El-Muslimîn, ku alîkariyê ji derve digre û dixwaze Lîbyayê têxe destên xwe.

Komîteya Damezrêner a Sandîkaya Netewî ya Rojnamevanên Lîbyayê, axaftinên Erdogan der barê Lîbyayê de, weke binpêkirineke mezin a serweriya gelê Lîbyayê pênase kir, her wiha got ku ev siyasetên dagirkeriyê yên AKP`ê ya Tirkiyê nîşan dide û pêvjoyên dagirkeriyê yên bi êş yên dema dewleta Osmanî tine bîra mirovan.”

Şeriq El-Ewset: Tevgera Lûbnanê roformên hikûmetê derbas dike

Rojnakmeyê nivîsî: “Tevgera gelêrî ya Lûbnanê duh reformên hikûmetê derbas kirin û pê razî nebû, careke din gel li qadên giştî yên Beyrût û hin herêmên din kom bûn û danezana serokê hikûmetê Seed El-Herîrî ya reforman ne perjirandin, gotin ew tenê soz in û dê nayên pêk anîn.”

El-Imarat El-Yaum: Di xwepêşandanên Iraqê de 27 kuştî.. li 6 parêzgehan qedexeya derketinê

Der barê geşedanên li Iraqê rojnameyê nivîsî: “Duh hijmara kuştiyên xwepêşandanên Iraqê gihişte 27 kesan, piştî ku protestoyên gelêrî dîse destpê kirin û li bajarên başûr gur bûn, hikûmetê jî li 6 parêzgehan qedexeya derketinê ragihand.”

Nûnerê Alî Sistanî ku lêvegera bilind a Şîyên Iraqê ye, di nimêja înê de xwest ku her kes xwe ragire û tevlihevî çê nebe.”

Komîseriya Mafên Mirovan a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku li tevahiya welêt 27 kes hatin kuştin û 2050 jî birîndar bûn.”

ANHA


Mijarên Din