Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî

Rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî bal kişandin sûcên Tirkiyê û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jê qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef bû, ku wekî sûcekî şer li pey Erdogan ketiye bi nav kirin. Di rojanameyan de hate destnîşankirin ku Erdogan ji ber gefên Amerîkayê neçar ma ku agirbestê ragihîne.

Rojnameyên erebî yên di hefteya derbasîbûyî de mijarên wekî êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serdana Putin ji bo Kendava Erebî, rewşa li Lîbyayê û hilbijartinên Tûnisê girtin dest.

El-Ereb: Sûcekî şer li pey Erdogan e

Rojnameyê der barê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyê û kuştina sivîlan nivîsî: "Piştî ku sekretera Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi awayekî kirêt hate kuştin û narazîbûnên gelêrî û siyasî yên navdewletî zêde bûn, dê serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beramberî sûcekî şer rû bi rû bimîne.

Wezareta Derve ya Amerîkayê kuştina Hevrîn Xelef ku ji aliyê hêzên girêdayî Tirkiyê ve hatiye kuştin, şermezar kir.

Çavkaniyên dîplomatîk dibêjin ku kiryara kuştinê ya li dijî sekretera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ne bûyereke tesadufî bû, lê bi plan bû û armanca wê saziyên siyasî yên kurdî li herêmê tune bike. Her wiha da zanîn ku kiryar li ser agahiyên îstixbaratî yên Tirkiyê pêk hatiye.

Şerq El-Awsat: Amerîka bi cezayan û diplomasiyê fişaran li Enqerê dike

Rojnameyê nivîsî: "Rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo bersivdayina êrîşa Tirkiyê ya dawî li dijî bakur rojhilatê Sûriyê, gavên xwe leztir dike, fişarên diplomatîk û cezayan bikar tine, Trump gefa (hilweşandina aboriya Tirkyê) xwar, eger cîgirê wî Mike Pence û serokê Tirkiyê Racap Tayyip Erdogan di hevdîtina îro de lihev nekin.”

Rojnameyê wiha nivîsî:  "Tê payîn ku senatoya Amerîka îro ji bo cezayên li dijî Tirkiyê dengdanê bike, rêveberiya Amerîkayê jî berpirsên payebilind rêdike Enqerê ku wê razî bikin şer rawestîne, lê Erdogan beriya hevdîtina ku tê pyain îro  bi Pence û wezîrê karê derve Mike Pompeo pêk bê, got ku cezayên Amerîkayê dê bandorê li biryara dewamkirina operasyona leşkerî neke.

El-Ereb: Cîgirê Trump ehmeqiyên Erdogan radiwestîne

Rojnameyên erebî der barê geşedanên li Sûriyê û bi taybet agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nivîsîn.

Rojameya El-Erab der barê mijarê de wiha nivîsand: “Hevdîtina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence re, bi dawî bû û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê agirbest hate ragihandin. Ev pêngav gelek gumanan bi xwe re tîne, ka dê Tirkiye karibe agirbestê pêk bîne yan na.”

Rojname wiha pê de çû: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Tirkiyê der barê peymana agirbesta di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de li hev kir. Ev jî ji bo Washingtonê serkeftinek e ku karîbû fişarê li Tirkiyê bike û serokê Tirkiyê neçar bike ku agirbestê bipejirîne û çareyeke navîn ku ne li gorî daxwazên Tirkan e, bipejirîne.

Ji nişka ve daxuyaniyên tûj ku serokê Tirkiyê li dijî Amerîkayê û rêveberiya wê dikirin, sar bûn. Wî destpêkê got ew pêşwaziya Mike Pence û wezîrê karên derve Mike Pompeo nake, lê paşê ji biryara xwe vegeriya û nêzî 2 saetan bi şandeya Amerîkayê re civiya.

Hevdîtina serokê Tirkiyê bi şandeya Amerîkayê re diyar dike ku ew di astengiyeke mezin de bû, bi sedema qumarbaziya wî ya li bakurê Sûriyê. Ew li tiştekî digeriya ku xwe xelas bike, çi ji ji aliyê Amarîkayê be yan ji yê Rûsyayê ve be.

Serokê Amerîkayê piştî êrîşa li bakurê Sûriyê, nameyek ji hempîşeyê xwe yê Tirkiyê re hinartibû û jê re gotibû “Xwe hişk neke, ne ehmeq be.”

Erdogan gotibû “Ez bi Pence û Pompeo re nacivim, bila Trump were ez ê pê re rûnêm.” lê paşê ji ber gefên Amerîkayê ku dê cezayan li Tirkiyê bibire, Erdogan ji biryara xwe vegeriya.

Derdorên siyasî yên Tirkiyê dibêjin ku pişta Erdogan êdî li dîwêr e, nema dikare xwe ji Amerîkayê bide alî, Amerîka jî hewl dide windahiyên wê yên piştî biryara Trump a valakirina qadê ji êrîşa Tirkiyê re, çêbûne vegerîne ku ev valahî dê rê bide Rûsyayê cihê xwe qewîn bike.

Derdor dibêjin ku serdana Pence dê derfetekê veke ku bandora “ehmeqiyên” Erdogan li ser dîmena Amerîkayê ya herêmê her wiha li ser Tirkiyê jî kêm bike. Ji ber ku eger serok Erdogan ma li ser a xwe, dê bi cezayên Amerîka yên dijwar re rû bi rû bimînin.”

Şerq El-Awsat: Pûtîn li Siûdiyê ye… pêvajoyeke nû ya têkiliyên dest pê kir

Rojnameyê nivîsî: "Serokê Rûyayê Vladimîr Pûtîn beriya ku bighêje Siûdiyê, behsa girîngiya rola Riyad`ê ya erênê li herêmê kir, yek ji wan ji "çareseriya Sûriyê ye", her wiha girîngî da pêşxistina têkiliyan û got dê ev serdan destpêkeke nû be ji têkiliyên her du aliyan û li ser asta cîhanî jî.

El-Beyan: Hafter: Em dikarin di nava 48 saetan de têkevin Trabulsê

Der barê geşedanên li Lîbyayê rojnameyê nivîsî "Fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Lîbyayê general Xelîfa Hafter ragihand ku artêşa Lîbyayê dikare di nava 45 saetan de têkeve paytext Trabulsê û şer bi dawî bike.

Rojnameyê nivîsî "Hafter got ku ew ji bo parastina jiyana sivîlan bi baldarî tevdigerin, her wiha diyar kir ku tu navbênkariya navdewletî yan herêmî di navbera wan û hikûmeta Fayiz El-Sarac de çênebûye. Di vê navberê de duh şer li derdora Trabuls`ê dijwar bû, rtêşê ji welatiyan xwest dûrî baregehên milîsan bimînin.

El-Imarat El-Yaum: Desteya Hilbijartinên Serokatiyê ya Tunisê serkeftina Qeys Saîd ragihand

Der barê hilbijartinên Tunisê de rojnameyê wiha nivîsî: “Desteya hilbijartinên serokatiyê yên Tunisê du encamên dawî yê dengdana tura duyemîn ragihandin. Qeys Saîd bi dengên zêde li hember Bebîl El-Qurawî bi ser ket.

Serokê Desteya Hilbijartinan a Tunisê Nebîl Bifûn di civîneke çapemeniyê de duh li paytext Tunisê got li gorî encamên dawîn ên hilbijartinan Qeys Saîd bi piraniya ji sedî 72.71 a dengan bi ser ket, Nebîr El-Qurawî jî ji sedî 27.29 deng wergirtin.

 ANHA


Mijarên Din