Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî

Tevî lihevkirinên agirbestê, hîna jî lê topbaran û bombebarana li ser "Herêma bêçek" didome. Erdogan  careke din niyeta xwe ya rast a girêdayî "herêma ewle" eşkere kir. Ku ew dixwaze vê yekê bi kaxeza penaberan pêk bîne. Li aliyekî din jî îstîfayên ji AKP’ê berdewam dikin.

Rojnameyên erebî yên hefteya borî, derbarê geşedanên li Sûriyê, aloziya di nava AKP’ê û hin mijarên din de nivîsîn.

Şerq El-Awsat: Li “herêmên bêçek” hêzên asmanî yên Sûriyê êrîş pêk anîn

Derbarê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: “Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, balafirên şer ên Sûriyê, cara yekemîn piştî agirbesta beriya 10 rojan, êrîşî herêmên bêçek ên li bakurê rojavayê Sûriyê kir.

Hêzên rejîmê û hevkarên wan Rûsya, roja 31`ê Tebaxê li herêma Idlibê ku di bin desthilata opozîsyonê de ye, agirbest ragihandibû. Ew herêm ji beriya 2 salan wek “herêma bêçek” hatibû ragihandin.

Ji wê çaxê de êrîşên asmanî yê Sûriyê û Rûsyayê li ser herêmê rawestiyabûn. Lê her rejîmê ji bo ku herêmê bixe bin serweriya xwe, bombebaranên bejahî pêk dianîn. ”

El-Ereb: Erdogan, Washington tawanbar kir ku herêma ewle ji bo berjewendiyên Kurdan bi kar tîne

Derbarê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Serokkomarê Tirkiyê behsa operasyoneke leşkerî li Rojhilatê Firatê dike û dibêje ew ê bi leşkerên xwe beriya meha Îlonê herêma ewle ava bike.

Piştî ku dewriyeyên hevbeş ên Emerîka û Tirkiyê li herêmên ewle yên Bakur û Rojhialtê Sûriyê geriyan, bi çend saetan, Erdogan rexneyên tûj li Emerîkayê kirin. Ev nîşana wê ye ku di bevbera her du aliyan de nakokiyên derbarê lihevhatina meha Tebaxê de hene.

Erdogan got, "Enqere û Washington her tim derbarê herêma ewle de di nava nakokiyan de ne. Em bi Emerîkayê re derbarê herêman de di nava diyalogê de ne. Lê tiştê em dixwazin û tiştên ku ew plan dikin ne mîna hev in. Hevkarê me, ne ji bo me, ji bo rêxistina terorê herêmeke ewle ava dike. Em jî vê helwestê napejirînin”.

Li gorî çavdêran, ev daxuyaniyên Erdogan ne tiştekî balkêş bûn û dê ev nakokî her carekê derketibana. Ji ber ku di lihevhatinên 7`ê Tebaxa derbasbûyî ya derbarê herêma ewle de, gelek valahî hebûn. Ji wan valahiyan ku kûraniya herêmê ne hatiye diyarkirin, Tirk 25 km dixwazin, lê Kurd jî dixwazin ku li hin deverên ku piraniya wan Ereb in, bi kûrahiya 14 km be.

Hin xalên ku cihê nakokiyê ne, ew in ku Tirkiye dixwaze nêzî milyonek koçberên Sûriyê yên li ser axa wî ne, li wê herêmê bi cih bike. Ev tê wateya hewldana guherîna demografîk. Jixwe Kurd jî vê tiştê napejirînin."

Şerq El-Awsat: Lîreyê Sûriyê bi awayekî dijwar ket, welatî jî matmayî ne

Derbarê mijarê de rojnameyê wiha got: "Şêniyên Şamê ji ber ketina dijwar a nirxê pereyên Sûriyê matmayî man.

Hefteya derbasbûyî, nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar pir kêm bû, cara yekemîn ku ew qasî kêm dibe. Vê yekê welatî tengav kirin, ji ber ku buhayên tiştan jî bilind bûn.”

El-Ereb: Îxwan û Yemen projeyekê pêk tînin da ku parêzgehên petrol û gazê bixin bin serweriya xwe

Derbarê rewşa Yemenê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand:"Partiya El-Islah li Yemenê li gorî projeya ku ji aliyê rêxistineke navdewletî ve tê şopandin, hewl dide serweriya xwe li ser parêzgehên Yemenê yên petrol û gazê çêdikin, ferz bike. Armanca wê ew e ku mezintrîn şaxê xwe li Yemenê ava bike da ku binketinên xwe yên madî, manewî, siyasî û rêxistinî piştî binketina Îxwanê li Misr û Sûdanê vegerîne.

Li gorî çavkaniyan, çavdêrê giştî yê Îxwanê li Yemenê ku li Dewhayê li dijî Şêxan El-Dabî ku di nava çend rojên dawî de bi awayekî veşartî bi rêya navendeke barkirinê li ser sînorê Yemen-Umanê serdana Partiya Islah li Marebê kir. Paşê karwanekî bi çek ew ber bi Marebê ve bir.

Li gorî çavkaniyan ku El-Dabî perspektîfên nû birin. Diyar dibe ku ev yek yekser bandorê li helwestên partiya Islah ji Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî kir û nêzî Qeter û Tirkiyê dibe.

Şerq El-Awsat: Davutoglu êrîşî "komeke ku AKP xistiye bin destê xwe” dike

Rojnameyê derbarê mijarê de wiha nivîsî: "Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, derbeyeke nû ya bi hêz li AKP’ê da. Ji xwe ev demeke gelek kes ji partiyê veqetiyan. Her wiha rêjeya rexneyên li dijî rêbazên rêvebirinê yên serokê Tirkyê Recep Tayyîp Erdogan zêde bûne. Ev 17 salin welat bi rê ve dibe.”

El-Ereb: Washington ji bo ku nekeve dehfika Qeterê diyaloga bi Talîbanê re betal kir

Rojnameyê wiha nivîsî: "Li gorî çavkaniyên diplomatîk ên Emerîkayê, tişta balkêş ne ew e ku serok Donald Trump civîna veşartî ya bi tevgera Talîbanê re ku pêwîst bû bi navbênkariya Qeterê pêk bê, betal kir. Ya balkêş ew e ku Emerîkayê xwe ji dehfika Qeterê xilas kir.

Dîplomatan diyar kirin ku berjewendiyên Qeterê yên navbênkariya diyaloga bi Talîbanê re dijberî berjewendiyên Emerîkayê ne. Lewma serokê Emerîkayê mijara diyaloga bi tevgereke terorîst re betal kir.”

Şerq El-Awsat: Piştî nakokiyên siyasî Trump, Bolton ji kar derxist

Rojnameyê wiha nivîsî: “Piştî nakokiyên siyasî, duh serokê Emerîkayê Donald Trump, şêwirmendê ewlehiya neteweyî John  Bolton ji kar derxist. Hate gotin ku herdu aliyan derbarê mijara dosyayên Îranê û Talîbanê de li hev nekirine.”

Çavkaniyên Koşka Spî diyar kir ku Bolton li dijî wê bû ku Trump li Îsraîlê bi lîderên Talîbanê re bicive. Her wiha li dijî planên Trump ên vekişandina hêzên Emerîkayê ji Afganistanê bû. Yek ji mijarên dijberiya ku herdu alî dijîn jî, dema civîna Neteweyên Yekbûyî, hevdîtina bi serokê Îranê Hesen Rûhanî re bû.”

(bm)


Mijarên Din