Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî

Rojnameyên erebî yên di hefteya derbasbûyî de hatibûn çapkirin, mijarên wekî agirbesta nû ya li Idlibê şopandin û wekî muhletekî ji Rûsya ji bo Enqere bi nav kirin da ku Tirkiyê şertên tinekirina (Heyet Tehrîr El-Şam û (Hikûmeta Enqazê) pêk bîne. Li aliyekî din jî aliyên Tirkiyê texmîn dikin ku dê Davudoglo li dijî Erdogan defterên terorê veke.

Rojnameyên erebî di hefteya derbasbûyî de mijarên girêdayî pêşdeçûnên li Idlibê, aloziya di navbera Îsraîl û Lubnanê û krîzên Eredogan û gelek mijarên din şopandin.

El-Beyan: Li Idlibê agirbest û Moskovê şertê rakirina Cebhet El-Nusra û Enqazê danî da ku agirbest dewam bike

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Beyan bal kişand ser agirbesta li Idlibê û wiha nivîsand: "Li parêzgeha Idlibê ya li bakurê rojavayê Sûriyê aramiyek heye û hikumeta Sûriyê her wiha hevalbenda wê Rûsya agirbesta yekalî ji aliyê komên çekdar ve lê baldar in, tevî ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama şerekî sînordar de 5 şervan hatin kuştin.

Gerînendeyê navendê Ramî Ebdulrehman got "Li herêmê tevî ku car caran bombe tên avêtin, lê aramî heye, di heman demê de hêj balafirên rejîma Sûriyê û Rûsyayê ji destpêka agirbestê de li herêmên qaşo bêçek şer rawestandiye."

Çavkaniyeke leşkerî ya Rûsyayê kifş kir ku Rûsyayê ji Tirkiyê xwestiye ku Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) û hikumeta Enqaz a li parêzgeha Idlibê rake.

Çavkaniyekî li ser zimanê malperên medyaya civakî yên alîgirên opozîsyonê diyar kir ku Rûsyayê hevpeymaneke nû bi Tirkiyê re daniye, şert danîne û li ser vî esasî Rûsyayê ji bo 8 rojan agirbest ragihand.

Çavkaniyekî teqez kir ku şertê rakirina Heyet Tehrîr El-Şam pêşek e, rakirina hikumeta Enqaz a ku Heyet Tehrîr El-Şam daye avakirin, girtina buroyên îslamî û li hemû herêmên bakur hevpeymana xwe bi dawî bike. Çavkaniyê ragihand ku vekirina korîdora navbera parêzgeha Heleb û Hemayê de ya rêya "M5", parêzgeha Heleb û Laziqiyê rêya "M4" di nava şertên Rûsyayê de ne.

Şerq El-Ewset: Tirkiye keysbaziya agirbesta bêhêz dike û nuqteyên xwe li Sûriyê xurt dike

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameyê wiha nivîsî: "Enqere agirbesta li Idlibê ya ku rejîma Sûriyê pêr ragihand, ji bo xurtkirina nuqteyên Tirkiyê yên li herêmên qaşo bêçek, ji xwe re derfet dibîne.

Duh karwanekî din ê hêzên Tirkiyê derbasî Idlibê bû, her wiha artêşa Tirkiyê dewriyeyeke leşkerî ku ji 4 wesayitan, 2 panzêran ku li ser wan herî kêm 25 efserên Tirkiyê hebûn, şand ser rêya Şam û rêya navdewletî ya bakurê Sûriyê anku Helebê û bi hevkariya leşkerên artêşa Sûriyê ya azad ber bi parêzgeha Idibê ve çû, her wiha yên din jî nêzî gundê El-Kemarî yê başûrê Helebê hatin belavkirin. 

El-Ereb: Êrîşên DYA’yê hevpeymanên Rûsya û Tirkiyê yên li Idlibê binpê dike

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: "Êrîşên balafirên Amerîkayê yên li dijî nuqteyên bakurê Idlibê, di navbera DYA`yê û Rûsyayê de rê li pêşiya nîqaşeke nû vekir ku ew jî mekanîzmaya li hundirê Sûriyê ye, nexasim bakurê Firatê ku Rûsya û Tirkiye li ser vê herêmê di nava pêşbaziyekê de ne.

Rûsyayê duh DYA têkildarî xetereya li ser agirbesta li parêzgeha Idliba Sûriyê çêkiriye, tawanbar kir, ji ber ku Washingtonê roja yekşemê li dijî serkêşên cîhadîst derbeyên asmanî pêk anîn.

Her wiha çavkaniyên dîplomatîk ên erebî êrîşên DYA’yê wek veguherîneke nû ji stratejiyên Washingtonê yên li dijî terora li Sûriyê dibînin û senaryoya xwe ji rojhilatê Sûriyê û sînorê Sûriye-Iraqê veguhezand rojavayê Sûriyê anku hundirê herêmên qaşo bêçek ên li Idlibê ku di bin serweriya hevpeymanên Enqere û Moskovê de ye."

Şerq El-Ewset: Hizbullah û Îsraîl gereke bisînordarkirî û di bin kontrolê de ye

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameyê wiha nivîsî: "Piştî hefteyekê ji aloziya navbera Îsraîl û Hizbullahê de ku Hizbullah mekanîzmaya leşkerî ya Îsraîlê kir armanc, paşê şer derket û kete bin serweriya wan de. Daneyên her du aliyan nîşana rûdana şer nadin û her wiha tişta balkêş jî ku şer ne gur bû ku bigihîje encamên giran.

Di heman demê de dezgehên ewlekariya Îsraîlê aloziya bi Hizbullahê re wek gavên sînordarkirî  wesf kir. Artêşa Îsraîlê piştî ku bersiv da û bajarokên başûr bi zêdetirî 400 moşekan kir aramanc, bêyî ku windahî çêbin, şer rawestand.

Hizbullahê îşaret bi windahiyên artêşa Îsraîlê kir û got 4 kes birîndar bûne, her wiha çavkaniyan ji rojnameyê re got roja yekşemê bersivê ne firokeyên Îsraîlê yên li taxa başûrê Beyrûdê kiribû armanc, lê navenda Hizbullahê ya li Sûriyê kiribû hedefa xwe û di encamê de 2 leşker hatin kuştin ku navên wan di nava ferzkirina pîvanên şer ên ku sekreterê giştî yê Hizbullahê regihandibû de hatibû ragihandin.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El-Ereb wiha got: "Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê David Schenker di serdana xwe ya li Siûdiyê de got Washington dan û standinan bi çekdarên Yemenê re pêk tîne da ku bigihîjin çareseriyekê ji aloziya Yemenê re peyda bike ku her du aliyan razî bike."

Çavkaniyên dîplomatîk ji El-Ereb re wiha got: "Axaftinên David Schenker der barê dan û standinên bi Hûsiyan re bi armanca dîtina çareseriyekê ji aloziya Yemenê re ku her du aliyan razî bike, vejandina însyatîfa ku wezîrê karên derve yê berê John Kerry piştî dan û standinên veşartî bi Hûsiyan re pêk anîn."

Şerq El-Ewsat: Di kabîneya Hemdok de yekemîn jin bo Wezareta Karên Derve ya Sûdanê

Rojnameyê wiha nivîsand: "Hêzên veguherîn û azadiyê yên Sûdanê ku jê hatiye xwestin navên wezîrên hikumeta demkî eşkere bike, lîsteyeke navan pêşkêşî serokwezîr Hemdok kir, di listeyê de navên 19 wezîran, wezîrekî dewletê û serokê meclisa bilind heye. Tê payîn ku Hemdok navan di nava çend saetan de eşkere bike.

Di nava kabîneya hikumetê de navê jinekê heye ku dê bibe yekemîn wezîra kerên derve ya Sûdanê, ew jî dîplomata berê Esmaa Ebdela ye. Her wiha aborîzanekî kevn ê banka navdewletî bû wezîrê aborî. Di nava kabîneyê de navê 3 jinên din jî hene; Intîsar Sixêrûn ji bo wezareta perwerdeyê, Lîna Alşêx ji geşkirina civakî û Welaa Alboşî ji bo wezareta ciwan û sporê. Her wiha ragihênerê navdar Feysel Mihemed ji bo wezareta çand û ragihandinê hatine destnîşankirin.”

El-Ereb: Gelo dê Davudoglo li dijî Erdogan defterên terorê veke

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Nakokiyên di navbera serokê Tirkiyê Rece Tayib Erdogan û hevalê wî yên nêzîk Ahmet Davutoğlu de êdî li ser her tişê nediyar vekiriye. Piştî ku AKP`ê biryara xwe da ku ramyarê partiyê û mejiyê aboriya Tirkiyê (ku Erdogan dest daniye ser û ji bo xwe bikar tine), dûr bixe.

Derdorên nêzî AKP`ê guman dikin ku Davutoğlu, ku êdî sebera wî li hember êrîşên li dijî wî û serokên dîrokî yên partiyê, nemaye. Dê rêze daxuyaniyan bide û razên (sir) der barê rola Tirkiyê di piştgiriya terorê de, eşkere bike. Dê bi awayî hewl bide tewanbariyên (bêbextî û xiyanetê) ku Erdogan ew pê tewanber kiribû, ji ser xwe bide alî.”

Şeriq El-Ewset: Beriya ku Îran helwestên xwe dijwar bike, Amarîka ceza feriz kir

Têkildarî rewşa Îranê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Duh DYA`yê cezayên nû li dijî Îranê feriz kirin, ev yek jî beriya ku Tehran karê xwe yê Nûkleerî zêde bike, pêk hat.”

Cezayên ku Xezîneya Amerîkayê feriz kirin, li ser toreya gihandian petrola Îranê ye ku tore di bin serweriya Heris El-Swerî û şaxê wî yê derve Feyleq El-Qudis de ne.


Mijarên Din