​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî

Rojnameyên erebî yên hefteya borî derketina behsa nakokiyên Rûsya- Tirkiyê yên derbarê Idlibê de, helwesta rojavayê ya li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Spî û axaftinên li ser guhertina siyasî ya mezin li Lîbyayê kirin.

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de aloziya li rojhilata Deryaya Spî û aloziya Lîbyayê kirin.

EL-BEYAN: NAKOKIYA RÛSÎ-TIRKÎ DER BARÊ IDLIBÊ DE ZÊDE DIBE

Girêdayî mijarê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Hê valahiyek di navbera dewleta Tirk û Rûsya li bakurê rojavayê Sûriyê de heye û zêde dibe. Lê hin alî dibînin ku ev valahî bi sedema kûrahiya nakokiyên li ser Idlibê, bi taybet piştî bidawîbûna dan û standinên çarşema borî bêyî lihevkirinê, berfireh dibin."

Nakokî piştî redkirina Enqereyê ya pêşniyara Rûsya li ser kêmkirina hejmara nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk li parêzgeha Idlibê, eşkere bûn. Lê çavkaniyên Rûsyayê got Enqere li ser vekişîna çekên giran ji bajarê Idlibê û bejahiyên wê erê kiriye.

Digel dan û standinên rûsî-tirkî û hewldana lihevkirinê, artêşa Sûriyê li Idlibê bi pêş dikeve. Ev tê wateya ku erêkirineke rûsî li ser berfirehkirina serweriya artêşa Sûriyê heye.

Di pêngavekê de bi fişarkirina li ser Enqereyê, komek ji sivîl û leşkeran çû nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ên li Mestoma ya başûrê Idlibê. Da ku hin nuqteyên çavdêriyê kêm bikin.

Rûsya berpirsiyariya nepêkanîna lihevkirinên hevbeş ên der barê rewşa li herêmên di bin serweriya komên çekdar de, hilgirt ser Enqereyê. Her wiha berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova got dewleta Tirk di pêkanîna peymana agirbesta li Idlibê de, demê dirêj dike.

Maria Zakharova di civîneke çapemeniyê de diyar kiribû ku Enqere li gorî agirbesta 5’ê Adarê tev nagere û demê dirêj dike.

Li aliyekî din jî dewleta Tirk li ser binketina civîna çarşema borî, îşaret bi êrişeke leşkerî li dijî Idlibê kir. Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu got xebata siyasî ya li Idlibê heke lihevkirinên bi Rûsyayê çênebûn, bi dawî dibe. Her wiha destnîşan kir ku civîna di navbera pisporên leşkerî yên rûs û tirk de li Enqereyê ya di hefteya borî de pêk hatiye, bi encam nebûn. Bi wê re jî valahî di navbera her du aliyan de li ser hûrgiliyên rewşa leşkerî ya li Idlibê kûrtir bû.

 EL-EREB: ISRARA EWROPA Û AMERÎKAYÊ HIŞT KU DEWLETA TIRK JI ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ VEKIŞE

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Di daneyên Refinitiv de hat eşkerekirin ku keştiya Oruç Reîs a dewleta Tirk, duh vegerî ava nêzî herêma Antalyayê ya Tirkiyê. Ev pêngav jî dibe ku nakokiya Enqere û Atînayê ya girêdayî dahatên xwezayî li rojhilatê Deryaya Spî kêm bike.

Çavdêr dibînin ku vegera dewleta Tirk ji binpêkirina ava herêmî ya Yewnanistanê deriyê li hember çareserkirina aloziyê bi awayekî aştiyane vedike. Ew jî piştî Enqereyê ku vebijêrka leşkerî destnîşan kir.”

EL-BEYAN: LÎBYA BER BI MECLISA SEROKATIYÊ Û HIKUMETEKÊ VE DIÇE

Rojnameya El-Beyan nivîsand ku gelê Lîbyayê avakirina meclisa serokatiyê ya nû ku dê di nîvê Cotmeha were de ava bibe erê dike. Lê bi şertê ku ji serok û du cîgiran pêk were û ji bo yekitiya neteweyî beriya Cotmehê divê hikumetek were avakirin. Têkildarî hilbijartinên parlamantoyê û serokatiyê jî dê 18 mehê were lidarxistin. Ji ber DYA`yê destwerdan kir û ji bo çareseriya Lîbyayê nêrîna xwe ferz kir û kesên li dijî van gavan derkeve dê cezayên tund li dijî wan bide sepandin.

Çavkaniyan dema veguhastina desthilata Lîbyayê û dema hilbijartinên serokatiya Amerîkayê bi hev ve girê da. Serokê Amerîkayê Donald Trump bi lidarxistina hilbijartinan hewl dide di qada navneteweyî û ji wan serkeftinan di çareseriya aloziya Lîbyayê de, serkeftinan qezenc bike.


Mijarên Din