Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya borî

Di hefteya derbasbûyî de cezayên Amerîka li dijî hikumeta Sûriyê û alîgirên wê ji nû ve destpê kirin. Li Yemenê jî çareseriyên siyasî dîsa vegerîn rojeva welat. Li aliyekî din şer li ser sînorên Lubnan û Îsraîlê gur bû.

Rojnameyên Erebî yên di vê hefteyê de behsa cezayên Amerîka yên li dijî hikumeta Esed, rewşa Yemenê û aloziya li ser sînorên Lubnan û Îsraîlê.

EL-EREB: TÎRÊN QEYSER GIHAŞTIN KURÊ MEZIN Ê ESED

Rojnameyê der barê Qanûna Qeyser de nivîsî: "Roja çarşemê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)  hin cezayên nû li rejîma Sûriyê û alîgirên wê ferz kirin, di çarçoveya Qanûna Qeyser de ku meha derbasbûyî dest pê kir. Cezayên vê carê gihaştin Hafiz El-Esed kurê Beşar El-Esed ku wî 18 salî ye.

Tê payîn ku piştî çend hefteyan, anku roja 24`ê Tebaxê rûniştina sêyemîn a civînên komîteya makezagonê li Cinêvêoêk bê.

Di lîsteya nû ya cezayên DYA’yê de 14 kes û sazî hene; ji wan Zuhêr Tewfîq El-Esed û kurê wî, Kerem El-Esed, Tugaya 5`an a artêşa Sûriyê, her wiha Hafiz El-Esed kurê Beşar El-Esed.

Li gorî ceza dê Hafiz El-Esed ê ku navê kalikê xwe rakiriye, nikaribe here DYA’yê, her wiha dê pere û milkên wî bêne cemidandin.

Beriya wê jî, Esma El-Esed meha Hezîranê ketibû lîsteya reş, ji xwe serokê Sûriyê Beşdar El-Esed dema ku tevgera protestoyê ya gel di sala 2011`an de çewisand, kete ber cezayên DYA’yê.

Rayedarekî DYA’yî der barê kurê Beşar El-Esed de got: "Me dît ku girîngiya wî di malbatê zêde de dibe. Zarokên ku mezin dibin, li ser navê bavê xwe yê cezakirî, kar û baran bi rê ve dibin, an li şûna xizmekî xwe yê din.”

ŞERQ EL-EWSAT: YEMEN BERHEMA PÊŞÎN A PEYMANA RIYADÊ DIÇINE

Der barê rewşa li Yemenê de rojnameyê nivîsî: "Herêmên rizgarkirî yên Yemenê berhema pêşîn a Peymana Riyadê çinî. Serok Ebidrebe Mensûr ji bo parêzeriya Eden û rêveberiya ewlehiyê du kes erkdar kirin, her wiha rêzebiryar erê kirin, ji wan ku Muîn Ebdilmelik ji bo avakirina hikumetê hate erkdarkirin.”

EL-BEYAN: TIRKIYE BI RÊYA ÇETEYAN WINDAHIYÊN XWE KÊM DIKE

Rojnameyan El-Beyan nivîsî: "Tirkiye hemû alavên di destê xwe de bi kar tîne da ku piştgiriya milîsên çekdar ên Terabulsê bike, ya ku bi navê hikûmeta Wîfaqê tê naskirin, bi serokatiya Fayîz El-Serac.

Di vê derbarê e, hin raporan eşkere kir ku Enqereyê "du hezar çeteyên Somaliyê" ji bo ku di nava refên milîsan de şer bikin, şandine Lîbyayê.

Beriya wê jî hatibû eşkerekirin ku Tirkiyê çekdaran bi rê dike Lîbyayê, veguhastina çekdarên Somaliyê asta desthilata Tirkiyê li Somaliyê û li parzemîna Afrîkayê dide nîşandan ku bi hinceta pêkanîna desthilata xwe li wan welatan fireh dike.”

ŞERQ EL-EWSAT: LI SÎNORÊN LUBNAN-ÎSRAÎLÊ GENGEŞÎ

Rojnameyê wiha nivîsî: "Duh li ser sînorê Lubnan- Îsraîlê gengeşî çêbû, rewşeke ewlehiyê ya aloz û nediyar derket, ji aliyê Îsraîl û Hizbullahê ve jî daxuyaniyên nakok derketin. Îsraîlê destpêkê got ku bûyereke ewlehiyê li sînor qewimiye, paşê artêşa wê ragihand ku wan li Mezarî Şebaa hewldaneke êrişê ya Hizbullahê têk biriye, partiyê ev tişt derewand û diyar kir ku pevçûn ji aliyekê ve pêk hatine. Her wiha gef xwarin ku ew ê tola kuştina fermandarekî ku hefteya derbsbûyî li Sûriyê hate kuştin, hilîne.”

ANHA


Mijarên Din