Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya borî

Moskowayê topbarana Îsraîlê ya li ser hindek baregehên nêzî Şamê paşguh kir. DYA û Ewropayê zextên li ser Tirkiyê zêde kirine, li aliyekî din aloziya bendava Nehdayê bê çareserî didome.

Rojnameyên Erebî yên hefteya borî beha êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyê, zextên Amerîka û Ewropayê yên li ser Tirkiyê û berdewama aloziya bendava Nehdayê kirin.

ŞERQ EL-EWSET: MOSKOWA PIŞTÎ TOPBARANA ŞAMÊ BÊDENG E

Rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Moskowayê topbarana duh a Îsraîlê li ser hindek baregehên nêzî Şamê paşguh kir. Di encama topbaranê de 5 leşkerên alîgirên Îranê hatin kuştin."

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku şeva duşemê herî kêm Îsraîlê 6 moşek avêtin baregehên girêdayî rêveberiya hikumeta Sûriyê û komên alîgirên Îranê yên li başûrê Şamê. Her wiha SOHR’ê ragihand ku di encama wê de 5 leşkerên ne Sûrî û alîgirên Îranê hatin kuştin û 4 leşkerên ne Sûrî jî birîndar bûn.

Îsraîl li ser tewanbariyê bê deng ma. Lê çavkaniyan ji Tilevivê diyar kir ku balafireke îranî roja yekşemê di saetên sibê de gihaşt balafirgeha navneteweyî ya Şamê û saet di 12:00`an de vegeriya Tehranê. Çavkaniyan got, dibe barê wê balefirê alavên leşkerî be.

EL-EREB: DYA FIŞARÊ LI TIRKIYE DIKE KU LI ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ LI PETROLÊ NEGERE

Têkildarî bertekên navdewletî yên li dijî liv û tevgera Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Spî rojnameyê nivîsî: "Xwestekên Amerîkayê yên der barê rawestandina tevgera Tirkiyê ya lêgerîna petrolê li rojhilatê Deryaya Spî de, nîşan dide ku li dijî binpêkirinên Tirkiyê helwesteke navdewletî çêbûye. Di vê navberê de Yekitiya Ewropayê hewl dide, cezayan li Tirkiyê bibire, lê xuya dike ku ev ceza jî dê rê li pêşiya binpêkirinên Tirkiyê li dijî aramî û ewlehiya herêmê negirin.”

EL-BEYAN: RÊVEBERIYA TRUMP LÊKOLÎNA CEZAKIRINA ETIYOPYAYÊ LI SER DAGIRTINA BENDAVA NEHDAYÊ DIKE

Têkildarî aloziya bendava Nehdayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Kovara Foreign Policy a Amerîkayê diyar kir ku rêveberiya serok Donald Turmp nîqaşa sekinandina hin alîkariyên ji Etiyopyayê re dike. Ji ber bendava Nehdayê hişt ku nerehetî di têkiliyên di navbera wê û Sûdan û Misirê de derkeve."

Kovarê ragihand ku ev agahî li ser zimanê 6 rayedar û endamên Kongreyê ne, lê navên xwe kifş nekirin, yek ji rayedaran ev tişt got: "Rêveberiya Trump nas kir ku divê têkildarî vê yekê destekê bide Misirê, diyar e ku kesek li Koşka Spî tune ye ku bi çavê Afrîkayê û bandora bendava Nehdayê li ser Etiyopyayê binirxîne."

Gelek rayedarên Amerîkayê parve kirin ku dan û standinan tu encam bi dest nexistin û aliyên peywendîdar jî hevpeymanek diyar nekir, dibe ku rêveberiya Trump behsa kişandina hin alîkariyên ji Etiyopyayê bike.

Serokê Etiyopyayê Ebî Ehmed ragihand ku welatê wî qonaxa yekemîn a dagirtina bendava Nehdayê ya ku li ser çemê Nîlê ava kiriye, bi dawî kir û serokwezîrê Sûdanê Abdullah Hemedok duh bal kişandibû ser girîngiya lidarxistina hevpemanke giştî ya dagirtin û xebitandina bendava Nehdayê ya Etiyopyayê. Abdullah daxuyand ku Sûdanê pabendî rêgezên çareseriya Afrîkayê ji pirsgirêkên Afrîkayê ye û divê têkildarî xebitandina bendavê hevpeymanek li dar bikeve û rêya hevkariyê ya ji bo pêşeroja herêma Nîlê çêbe.


Mijarên Din