Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya borî

Çavdêran diyar kirin ku Rûsyayê di lûtkeya garantorên Astanayê de, armanc kir ku Tirkiyê û Îranê bide pêşiya berpirsyariyên xwe yên li Sûriyê û pêwîstiya pêkanîna lihevkirinên Rûsya-Amerîka. Li aliyekî din Îsraîlê piştî sardana Xelîfa Silêmanî ji Sûriyê re êrişên xwe zêde kirin û nuqteyên Îranê li Sûriyê kirin hedef. Fransa jî hewl dide Tirkiyê ji NATO`yê derxîne.

Rojnameyên Erebî di hefteya borî de behsa civîna garantorên Astanayê (Îran-Tirkiye- Rûsya) girêdayî Sûriyê, nakokiya Fransa-Tirkiyê û êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê, kirin.

EL-EREB: RÛSYAYÊ JI TIRKIYE Û ÎRANÊ XWEST KU BI BERPIRSYARIYÊN XWE YÊN TÊKILDARÎ ÇARESERIYA SIYASÎ YA SÛRIYÊ RABIN

Rojnameya El-Ereb îşaret pê kir ku Rûsyayê diyalogên paşperdeyê yên di navbera Washington û Moskovê de ku gavên girîng avêtin, ji Enqere û Tehranê re parve kir. Serokê Rûsyayê  Vladimîr Pûtîn duh hempîşeyê xwe yê Tirkiyê û Îranê agahdar kir ku têkildarî rewşa siyasî ya Sûriyê gavên lihevkirinê hene. Diyar kir ku divê aliyên li vî welatî bi nakok in, diyalogeke aştiyane li dar bixin.

ŞERQ EL-EWSAT: PIŞTÎ SERDANA QAANÎ DERBEYÊN ÎSRAÎLÊ YÊN LI DIJÎ ÎRANÊ

Têkildarî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Duh Îsraîlê nuqteyên komên alîgirê Îranê yên li rojhilatê Sûriyê kir hedef. Di êrişan de  9 çekdar hatin kuştin. Her wiha di 24 saetan du car derbe li alîgirên Îranê xistin.”

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) tê texmînkirin ku balafirên Îsraîlê nuqteyeke li bejahiya bajarê Bokemalê ya bi ser sînorê Iraqê ve hedef girt, di encamê de 9 çekdar hatin kuştin ku piraniya wan ji Iraqê ne. Her wiha bi wê re jî hejmara kuştiyên alîgirên Îranê di 24 saetan de herî kêm 15 in.

Ev pêşketin jî piştî serdana fermandarê Feyleq El-Quds ê Îranê Îsmaîl Qaanî ji rojhilatê Sûriyê re pêk hat. Ev jî li gorî rapora ajansa Tesnîm a Îranê ya fermî ye. Hat destnîşankirin ku Qaanî serdana bajarê Bokemal ê Sûriyê yê ser bi sînorê Iraqê kiriye. Her wiha piştre jî ajansê bêyî tu şîrovekirinê rapor rakir.

EL-BEYAN: NAKOKIYÊN FRANSA Û TIRKIYÊ

Têkildarî nakokiya Tirkiyê- Fransayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Serokê Fransayê Emmaneul Macron dewleta Tirk tawanbar kir ku ew di şerê Lîbyayê de “berpirsyariya dîrokî û sûc” hildigire. Ji ber ew dewletek e "îdia dike ku endamê NATO’yê ye."

Macron di civîneke çapemeniyê de bi şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel re wiha axivî: "Di vê merheleyê de pêdiviya me bi zelalkirina siyasî bi Tirkiyê re, li Lîbyayê heye. Me red kiriye, her wiha Enqereyê hebûna leşkerî li Lîbyayê zêde kir û dîsa gelek çekdarên terorîst ji Sûriyê şandin Lîbyayê.”


Mijarên Din