Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya borî

Ji ber daketina nirxê lîreyê Sûriyê aloziya xwarinê li Sûriyê zêde dibe, di dosyaya Lîbyayê de ne zelalbûnek heye. Tevî gurbûna ji aliyê Tirkiyê û hikueta Wîfaqê ve lê bangên diyalogan hene. Li aliyekî din serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan amadekariyên bûyerên navxweyî dike.

Rojnameyên Erebî yên hefteya borî qala daketina nirxê lîreyê sûrî, dosyaya Lîbyayê û rewşa navxweyî ya Tirkiyê kir.

ŞERQ EL-EWSAT: JI BER DAKETINA NIRXÊ LÎREYÊ SÛRIYÊ ALOZIYA XWARINÊ ZÊDE DIBE

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Aloziya jiyanî li Şamê û gelek herêmên dîtir ên Sûriyê li gel daketina nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar zêde dibe, her wiha gelek berhemên çandiniyê yên bingehîn şewitîn."

Çavkaniyan diyar kir ku nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar duh 2 hezar derbas kir, ev cara yekê ye ku zêde bilind dibe, anku 40 qatî ji sala 2011’an zêdetir e. Her wiha tevgera li sûkan piştî bilindbûna nirxê dolar felc bûye û piranî dikanên bazirganiyê bi sedema bilindbûna nirxê dolar hatin girtin.

Li gorî banka navendî, nirxê dolarekê li hember lîreyê Sûriyê bi 704 lîreyên Sûriyê ye, her wiha her euroyek bi 762 lîreyan e.

Bi wê re jî buhayên kel û pelên xwarinê bilind bûn, li gel wê jî şewatên bizanebûn li tevahî Sûriyê ku qûta gel dikin hedef. Bi wê re jî tawanbariyên aliyên binakok û şer li Sûriyê vegerîn, li aliyekî din jî hevrikiyek di navbera hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de li ser kirîna berhemên çandiniyê heye.

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku QSD lê serwer e û piştevaniya Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê heye. Tevî wê jî dewleta Tirk û komên alîgirên wê li ser gelek bajar û bajarokên li ser sînor serwer in û bi destpêkirina çinîna genim û ceh re, ji Gulana borî ve şewatên bizanebûn vegerîn. Bi wê re 270 donim li gundê Xirbet Zahir ê Hesekê, 100 donim li gundê Reşo yê gundewarên Til Birakê, 250 donim li gundê Sefya, 35 donim li gundê Mêlibiyê û 50 donim li gundê Mecerce şewitîn.

EL-EREB: DANÛSTANDINÊN 5+5 ÊN LÎBYAYÊ; XWEDAXISTINA JI BAHOZÊ RE YE YAN BAWERIYA BI ÇAREYA SIYASÎ?

Girêdayî Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Ragihandina nûnera navneteweyî ya Lîbyayê ya erêkirina her du aliyên binakok a vegera li dan û standinên 5+5 ên der barê agirbesta domdar de, xweşbîniyek der heqê derfeta rawestandina şer de çêkir. Lê belê amadekariyên her du aliyên erêkirina bi fişarên ku civaka navnetweyî li ser wan ferz kiriye ku hewl dide dosyaya Lîbyayê ji serweriya Rûsya û Tirkiyê bikişîne, destnîşan dike."

Rojavayî bi serêkêşiya DYA’yê bi hêz rihneyê li ser van dan û standinan ku rêya li pêş destwerdana Tirkiyê ya leşkerî ya yekser vekiriye, dike ku hikumeta Wîfaqê parçeya ku ji dest daye, vegerîne da ku Xelîfe Hefter neçar bike razî bibe.

Lê belê di heman demê de metirsî der barê îstîsmarkirina Rûsyayê ya hevalbendiya artêşa Lîbyayê de heye ku destwerdana Tirkiyê ya aşkera ji bo dîtina bihaneya damezirandina hebûna domdar li Lîbyayê bibîne. Vê yekê jî metirsiya Amerîkayê li dijî Rûsyayê çêkir ku Washingtonê der heqê şandina Moskovê ya çekdar û çekan, her wiha balafir, ji bo piştevaniya artêşa Lîbyayê de tawanbar kir.”

EL-EYN: BI "MILYONEK GULEYAN" ERDOGAN XWE JI BO BÛYERÊN HUNDIRÎN AMADE DIKE

Rojnameyê nivîsî: "Nivîskarekî Tirk eşkere kir ku rêveberiya ewlehiya giştî li Tirkiyê, bazara kirîna milyonek guleyên plastîk û 500 alavên reşandina gaza îsotan û 5 hezar bombeyên gazê kiriye.

Ev agahî ji aliyê nivîskara Tirk Çigdem Toker ve hatin dayîn û rojnameya Sozcu ya dijber jî weşandin.

Nivîskar diyar kir ku daxwaznameya kirînê roja 27`ê Gulanê hatiye weşandin, her wiha dipirse "Gelo çima dê ev qas alav bêne kirîn, eger dê hin bûyerên civakî yên germ çênebin?

Nivîskar got rêveberiya ewlehiyê xwestiye pir tiştên zêde bikire ji bo meha pêşiya me."


Mijarên Din