​​​​​​​Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya borî

Di hefteya derbabûyî de şerê bi daxuyaniyan di navbera karsaz Sûrî Ramî Mexlûf û desthilatdariya Sûriyê de çêbû  û xeleka fikaran li Şamê zêde bû. Her wiha li Tûnisê zextên gel û siyasî li ser El-Ginoşî zêde bûn û şer li Lîbyayê gûr bû.

Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de behsa nakokiyên di navbera Ramî Mexlûf û desthilatdariya Sûriyê, zextên li ser El-Ginoşî û şerê li Lîbyayê kirin.

ŞERQ EL-EWSAT: PIŞTÎ ŞERÊ DAXUYANIYAN ARÎŞEYA LI ŞAMÊ ZÊDE BÛ

Rojnameyê derbarê arîşeya di navbera Ramî Mexlûf û desthilatdariya Sûriyê de wiha nivîsî: "Piştî mijara karsazê Sûriyê Ramî Mexlûf belav bû û di navbera wî û saziya hevgihînê ya hikumetê de şerê daxuyaniyan dest pê kir, arîşeya li Şamê zêde bû.

Mexlûf kurê xalê Serokê Sûriyê, roja Yekşemê di vîdoyekî de qala hilweşîna aboriya Sûriyê kiribû, eger şîrketa wî Syriatel zirarê bibîne. Duh jî mijar dîsa gur bû, Mexlûf li ser hesabê xwe yê Facebookê belgeyek û daxuyaniyek weşand, tê de daxuyaniya saziya hevgihînê ya ku dibêje wî bacên xwe nedane, derewand. Belgeya ku Mexlûf nîşan daye roja 10’ê Gulanê hatiye tomarkirin, li gorî belgeyê Syriatel amade ye hemû pereyên jê têne xwestin bide.

Mexlûf got, desteya karûbarên hevgihîn û postayê tiştên berovajî naveroka belgeya şîrketa wî diweşîne. Desteyê jî bersiva Mexlûf da û belgeyeke ku roja 16’ê Gulanê ji şîrketê derketiye û îmzeya 5 rêveberan li ser heye, nîşan da. Duh jî Mexlûf kurê xwe Elî li şûna birayê xwe Îhab kire endamê meclisa rêveberiya şîrketê.

Di vê navberê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hejmara endamên şîrketa Mexlûf ên hatine girtin, gihişte 60 kesan.”

EL-EREB: LI PARLEMANA TÛNISÊ HÊRSA LI HEMBERÎ EL-GINOŞÎ ZÊDE BÛ

Der barê rewşa Tûnisê de rojnameyê wiha nivîsî: "Binpêkirinên serokê tevgera El-Nehde ya û serokê parlemana Tûnisê Raşid El-Ginoşî, hişt ku hêrsa partiyên siyasî yên ji îdeolojiyên cuda, li hember wî zêde bibe. Hêrs gihaşt partiyên koalîsyona desthilatê. Bi taybet piştî ku El-Ginoşî bi serokê hikumeta Wîfaq a Lîbyayê Fayiz El-Serac re axivî û destdayîna ser baregeha El-Wetiyê pîroz kir. Tevgera Gel ku hevparê hikumetê ye, got ev tişt dikeve xizmeta projeya Îxwanan ya li herêmê, her wiha binpêkirina erkdariya serokê komarê ye ku ew bi tenê dikare helwesta hikumeta Tûnisê diyar bike.

Ji ber vê helwesta El-Ginoşî, piştgiriya insiyatîfa ku seroka Partiya Makezagonê Axad Ebîr Mûsa, ya ji bo lêpirsîna serokê parlemanê, zêde bû.

Parlemanê bi ser Partiya Welatparêzên Demokrat a Yekgirtî (çep), Mencî El-Rehewî jî tev li însiyatîfa serokê Partiya Makezagonê bû, li dijî El-Genoşî, ji beriya wî jî sekreterê Tevgera Gel Zuhêr El-Mizawî pişgiriya Mûsa kiribû.

El-Rehewî ji çapemeniyê re got: "Daxwaznameya lêpirsîna serokê parlemanê amade ye, dê di demên guncaw de bê pêşkêşkirin. Her wiha diyar kir ku gelek alî piştgiriya daxwaznameyê dikin.”

EL-BEYAN: OPERASYONA ASÎMANÎ YA MEZIN YA ARTÊŞA LÎBYAYÊ

Rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Serokê Erkana hêzên asîmanî yê artêşa Lîbyayê Seqir El-Ceroşî got ku pergala asîmanî li ber pêkanîna oprasiyona  mezin a dîrokê li Lîbyayê ye, dê saetên pêş ji bo Erdogan pir bi êş bin. Li aliyekî din jî dewleta Tirk piştevaniya xwe ji milîsên terorîst ên li Lîbyayê re bi hewldana rawestandina pêşketina artêşa Lîbyayê ya li dijî milîsên terorîst û tundraw, berdewam dike."

El-Ceroşî da zanîn tevahî nuqte û berjewendiyên dewleta Tirk li bajarên dagirkirî, di hedefa projeya balafirên Lîbyayê de ne û agahî dane sivîlan ku dûrî wan nuqteyan bin û wiha domand: "Bila gel biewle be dê parastina wan bi hemû heêza xwe heta tunekirina dijminê dagirker bikin."

El-Ceroşî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Banga me ya dawî ji kesên tev li milîsan bûne ku xwe radestî artêşê bikin, heta ku ne li hember hêzên artêşa Lîbyayê bin."


Mijarên Din