Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya borî

Di hefteya derbasbûyî de aloziya di navbera Moskova û hikûmeta El-Esed de zêde bûn, li aliyekî din di jî pêşbirka di navbera Rûsya û Îranê de giran bû. Li Idlibê jî şer dijwar bû. Li Iraqê tevî ku hikûmeta El-Kazimî baweriya parlamantoyê girt, dîsa xwepêşandanan destpêkir. Her wiha ji ber destwerdana Tirkiyê  li Lîbyayê asta tundiyê bilindtir bû.

Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de behsa mijarên girêdayî rewşa Sûriyê, aloziya Iraqê û destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê kirin.

ŞERQ EL-EWSAT: JI MOSKOVAYÊ HIN NÎŞAN HENE KU ARÎŞEYA BI ŞAMÊ RE DÊ ZÊDE BIBE

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Raya giştî ya Rûsyayê geşedan û gengeşiya li Sûriyê dişopîne. Ew gengeşe di navbera aliyên hundir ên bibandor de, her wiha gengeşiyên der barê hemleye çapemeniyê ya dawiyê, ku fireh bûye û êdî rasterast êrişî serok Vladimîr Pûtîn dikin.

Çavdêran ji Şerq El-Ewsat re got: “Zimanê daxuyaniya endamên parlemana Sûriyê Xalid El-Ebûd, yê ku qebûl nekir lêborînê ji Sûriyê Moskoyê bixwaze, dide nîşan ku ev nameyên ji çapemeniyê derketin, ji aliyên rêveberiya Sûriyê ve hatine erêkirin û piştgirîkirin. Mebesta van nameyan jî ew bû ku bêje, Şamê jî bersiva êrişên ji aliyên Rûsyayê ve li dijî serokê Sûriyê Beşar El-Esed hatin kirin, da.

Her çi qas Rûsya bêdeng e jî li hember geşdanên dawî û nameyên çapemeniyê jî, lê çavdêr dibêjin ku armanca êrişa çapemeniyê ya Rûsyayê ew bû ku bibêje va ye beşek karsazên Sûriyê ji astengiyên li pêşiya geşbûna aboriya Sûriyê ne razî ne. Her wiha ew astengî xebatên şirketên Rûsyayê jî asteng dike. Lê ev êriş paşê veguherî êrişa siyasî, ji ber Rûsya ji rejîmê aciz e, der barê hin mijaran de mîna mijara komîteya destûrê, her wiha hewldanên astengkirina lihevhatinên Rûsya û Tirkiyê.

Li gorî çavkaniyan piştî ku nexweşiya Koronayê kêm bibe, dibe ku hin geşedanên zelaltir rû bidin. Ji ber ku Rûsya niha giraniyê dide mijara nexweşiyê.

Hin nêrîn derketin ku dibêjin ku ev êrişa çapemiyê ya Rûsyayê li dijî rejîmê, dide nîşan ku rayedarên Rûsyayê êdî gihîştine wê baweriyê ku çareya sereke ew biryara nevdewletî ya 2254’an lazim e bê pêkanîn, bi hemû xalên xwe yên girêdayî pêvajoya siyasî, makezagon û hilbijartinan.

Li gorî van nêrînan, ezmûna Rûsyayê ku tenê pala xwe dide mijara makezagonê, bi ser neket, ji ber ku her du aliyan, hikumet û opozîsyonê astengî çêkirin. Ji ber vê yekê niha pêwîst e vegere dosyaya siyasî, lê ev nayê wateya hilweşandina rejîmê û serkeftina opozîsyonê, lê belê tê wateya ku formeke hevbeş, di navbera rejîmê û opozîsyonê de bê peydakirin.

Di vê navberê de hin nêrîn di çapemeniya Rûsyayê de derketin, der barê êrişên Îsraîlê yên dawiyê li Sûriyê de ku êdî pir berfireh bûne. Di çapemeniya Rûsyayê de hate gotin ku di dema êrişan de batariyên moşekan hatine betalkirin, ev jî wê wateya ku Rûsya dixwaze hebûna Îranê li Sûriyê kêm bike.”

Girêdayî êrişên çapemeniyê yê li dijî El-Esed, xuya ye ku êdî pîvanên Rûsyayê yên dan û standina bi rewşa Sûriyê re, hatine guhertin, li gorî ku şîrovekarekî ji Rûsyayê dibêje, lê ev nayê wateya ku Kremlînê ji kêleka Sûriyê xwe daye alî, lê dibe ku lêvegerek çêbe, her wiha êdî pêvajoya siyasî dest pê dike ku Rûsya niha hewceyî wê yekê ye. Şîrovekar diyar kir ku Rûsya niha bi mijara nexweşiya Koronayê mijûl e, lewma dê tu guherînên bilez û bibandor pêk neyên.”

Rojnameya El-Ereb der barê geşedanên li Sûriyê de wiha nivîsî: "Tevî agirbesta ku ev du meh e dewam dike jî, di pevçûnên li bakurê rojavayê Sûriyê de nêzî 22 çekdar hatin kuştin, ji hêzên Sûriyê û ji endamên komên tundraw ên mîna rêxistina Huras El-Dîn.

Ji roja 6`ê meha adarê ve, li Idlib û beşek ji parêzgehên cîran, agirbest hatiye ragihandin, piştî ku hêzên hikumetê êrişeke berfireh pêk anî, bi piştgiriya Rûsyaêy û nêzî milyonek kes ji herêmên xwe koçber bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku "15 endamên hêzên hikumeta Sûriyê û çekdarên alîgirên wê û 7 endamên rêxistina Huras El-Dîn û komên cîhadîst hatine kuştin, di encama pevçûnên li Sehl Elxab ya gundewarên bakurê rojavayê Hemayê de.

Li gorî rêveberê navendê Ramî Ebdilrehman, ji dema agirbestê ta niha ev hejmara kuştiyan a herî zêde ye. Her wiha got "Pevçûn piştî nîvê şevê rû dan, piştî ku komên çekdar êrişî baregehên hêzên rejîmê kir". Çavdêr dibêjin ku êrişa rêxistina Huras El-Dîn hewldaneke ku Heyet Tehrîr El-Şam tengav bike, ji ber ku Tehrîr El-Şam dixwest Huras El-Dîn bike qurban da ku hebûna xwe li herêmê biparêze.

Li herêma ku Moskovayê lê agirbest ragihandiye, ev car carin pevçûn rû didin, lê ev pevçûnên dawiyê yên herî dijwar in.”

EL-BEYAN: IRAQ… LI DIJÎ "BAZARÊN PARTIYAN" MEYDANÊN XWEPÊŞANDANAN SERFERBER BÛN

Der barê rewşa Îraqê de rojnameyê nivîsî: "Dîsa tevgera protestoyê li Îraqê vegeriya, fişaran li serokê hikûmeta nû, Mistefa El-Kazimî dike, ji ber ku lîderên xwepêşandêran di wê baweriyê de ne ku ew hatine paşguhkirin û partiyan di dema hilbijartina El-Kazimî bo serokatiya hikûmerê, ew paşguhkirin.

Li hin bajarên Îraqê, hin xwepêşandanên biçûk li dijî desthilatdariyê pêk hatin, di xwepêşandanan de di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlehiyê pevçûn çêbûn. Bi vê awayî, bêdengiya sê mehan hate şikandin, piştî ku serokwezîrê nû dest bi erkên xwe kir.

Li gorî berpirsekî hêzên ewlehiyê yê payebilind Kazimî ji hêzên ewlehiyê xwestiye ku bi xwepêşandêran re nekevin pevçûnan, meydanên xwepêşandanê biparêzin û nehêlin komên çekdar têkevin nava wan.” Dîsa di bê der barê de, duh hêzên ewlehiya Iraqê ragihandin ku wan 5 çekdarên bi ser tevgera "Saarellah" girtin, piştî ku wean gule berdane hin xwepêşandêrên ku li pêşiya navenda wan a bajarê Besrayê xwepêşandan kiribûn.”

EL-EREB: DESTWERDANA TIRKIYÊ BO LÎBYAYÊ ASTA TUNDIYÊ BILINDTIR KIR

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: "Ji ber destwerdana Tirkiyê bo Lîbyayê, li welêt asta tundiyê zêde bûye û tebliheviyeke mezin çêbûye, ev jî dide diyar kirin ku plana gelek hêzên cîhanê mîna Brîtaniya û Amerîkayê vala derketin, ku wan dixwest fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfa Hefter bi dare zorê têxin bin fişarê da ku çareseriya siyasî bipejirîne. Li şûna ku diyalogên rasteqîn pêk bînin û Lîbyaya yekgirî ava bikin û dawiyê li desthilata Islamiyan bînin.

Li ser daxwaza hêzên navdewletî, artêşa niştimanî a Lîbyayê dawiya nîsana derbasbûyî, agirbesta mirovî pejirandibû, êrîşên asmanî yên Dronên Tirkiyê li dijî baregehên artêşên yên li Terhonayê û êrîşên li dijî baregeha El-Wetiya, diyar kirin ku hêzên Islamî û Tirkiyê ji bo diyalogê ne amade ne, her wiha ewê beriya ku tevahiyan herêmên rojava û başûr vgerînin, nekevin nava diyalogê.

Meha derbasbûyî, hikûmeta Wifaqê li rojavayê Lîbyayê pêşketineke leşkerî pêk anî, bajarên Sibrata û Sirman vegerandin, her wiha hin bajarên li ber deryayê jî.

Li ser lihevhatind di navbera serokê Rûsyayê Vlademir Pûtîn û yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan meha kanûna derbasbûyî, aigrbest hatibû ragihandin, hikûmeta Wifaq sûd ji bê agirbestê girt û rewşa xwe ya leşkerî sererast kir û bi alîkariya Tirkiyê sistema parastina asamî ava kir û bi vî awayî hêzên asmanî yên artêşê bê bandor kir.

Piştî ku Hefter lihevhatin ne pijirand, destwerdana Tirkiyê bû Lîbyayê zêde bû, li gorî hin raporan Erdogan nêzî 7 hezar çekdarên Sûriyê, di anva wan de endamên rêxistinên DAIŞ û El-Nusra jî hene, rêkirina Lîbyayê da ku li kêleka milîsên Terablusê şer bikin, Amerîka û Brîtanya jî bê deng in, ev jî tê wateya ku wan erê kiriye da ku hevsengiyeke leşkerî li wir çêbe.

Di vê navberê de Amerkî êdî he Rûsyayê tawanber dike ku bi rêya çakdarên Fagner ketiye hevayê şerê Lîbyayê de, lê vê dawiyê dîse dest pêkir û ev tewanberî arasteyê Rûsyê kirin, ev dibe ku du sedemên wê hebin, yan dê têkiliyên Rûsyayê û artêşa vegerin mîna berê, yan di nava Rûsan bi xwe de nakokî heye, ji ber xuyaye ku wezareta karên derve li aliyên plana Tirkiyê, Amerîka û Brîtanyayê ye, lê wezarete parastinê helwesta wê cuda ye.”


Mijarên Din