Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya borî

Rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî qala binketina diyalgên di navbera Enqere û Washingotin ên derbarê herêma “ewle” de, li herêma Kendavê aloziya di navbera Îran û Brîtaniyayê, krîza aborî ya li Tirkiyê û destdanîna Erdogan a li ser saziyan, kirin.

Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî de qala  diyalogên di navbera Enqere û Washingotin ên derbarê herêma “ewle” de, aloziya li Kendavê û krîza aborî ya li Tirkiyê, kirin.

Şeriq El-Ewset: Danûstandinên Emerîka û Tirkiyê yên derbarê herêma “ewle" de serneketin

Rojnameya Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Sûriyê û herêma “ewle” de wiha nivîsand: "Enqereyê  diyar kir, diyalogên ku di navbera Emerîka û Tirkiyê de yên têkildarî herêma “ewle” ya ji aliyê Tirkiyê ve hatiye pêşniyarkirin negihişt ti encaman. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê  Mevlut Çavuşoğlu got, pêşniyarên Emerîkayê yên derbarê herêma “ewle” de, Tirkiyê tatmîn nekiriye û aliyê Emerîkayê di dirêjkirinê tewanbar kir.

Ji aliyekî din ve jî, çavkaniyên ji wezareta derve ya Emerîkayê derbarê serdana Jeffrey li Tirkiyê ti daxuyanî nedan. Berdeva wezaretê Michael Lavalli got Washington her dûbare dike ku diyalogên bi hikumeta Tirkiyê re ji bo çareserkirina metirsiyên Tirkiyê yên ewlehiyê yên rewa li Bakur Rojhilatê Sûriyê, dewam bike. Lavalli got: “Derbarê doza Minbicê de bi taybet, me xebata hevbeş lez kir û em ê bighêjin pêşketinekê.”

El-Ereb: Beriya gûrbûnê; li Idilbê tirkkirin û ji Stenbolê qewitandin

Derbarê Sûriyê de rojnameya El-Ereb got: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan  mijûlbûna DYE’yê bi Îranê dike derfet, da ku şerekî leşkerî li Rojhilatê Firatê ya ku herêmên di bin serweriya Kurdên Sûriyê yên bi piştevaniya Emerîkayê de ne, derxe. Di heman demê de, têkildarî tirkkirina berfireh a ku Enqereyê li herêmên Sûriyê yên di bin serweriya xwe yan jî serweriya wekîlên xwe yên oposzîsyona Sûriyê pêk tîne, rapor û şahid hene.

Ji aliyekî din ve jî Enqereyê dest bi plana derxistina bi hezaran penaberan kir. Piştî ku belgeya wan di fişarên navdewletî dê bibe lîstikvanê sereke yê çareseriya pêşeroja Sûriyê, bi kar anî, kir.”

Şeriq El-Ewset: Fermandarê »Hêzên Sûriyeya Demokratîk« li rojhilatê Firatê hevdîtin bi şandeyeke Emerîkî re pêk anî

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset wiha nivisî: "Li bajarê Eyn El-Ereb (Kobanê) civînek bi tevlêbûna fermandarê herêma navîn di fermandariya navendî ya Hêzên Koalîsyona Navdewletî  de, generalê Emerîkayê  Kenneth Mackenzie Balyozê Emerîka yê ji bo Hêzên Koalîsyona Navdewletî, William Robak û Fermandarên »Hêzên Sûriyeya Demokratîk« Mezlûm Ebdî, fermanarên »Yekîneyên Parastina Gel û Jin« ên Kurdî de, pêk hat."

El-Ereb: Erdogan di salvegera parçekirina Qibrisê de îşaretê bi çareseriya leşkerî dike

Derbarê nakokiyên di navbera Tirkiye û Qibrisê de rojnameya El-Ereb got: "Nakokiyên di navbera Tirkiyê û Qibrisê de ji zêdetirî 40 salî bi sedema pirsgirêka parçekirina girava navgîn û derbarê pirsgirêka gazê li peravên Qibrisê de heye. Piştî ku Enqereyê biryara vekolînê da, nakokî zêdetir derdikevin pêş."

Bi boneya salvegera 45’emîn a parçekirina girava Qibrisê, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniyên çapemeniyê de bal kişand ser çareseriya leşkerî li Qibrisê û got: “Artêşa Tirkiyê ne dudil e pêngavên wekî çawa beriya 45 salên berê pêk avêt, dê dîsa biavêje.”

El-Qudis El-Erebî: Îran hêza xwe li Kendavê nîşan dide û  Brîtanya berbijêrên bersivdayînê lêkolîn dike

Têkildarî nakokiyên li herêma Kendavê jî  rojnameya El-Quds El-Erebî wiha got: “Duh şevê Îranê ragihand ku leza lêpirsînkirinê derbarê keştiya Brîtanyayê de ya ku wê girtiye, li gorî hevkariya tîma wê ye. Londonê jî diyar kir ku bi hin vebijêrkan difikirin."

Di vê çarçoveyê de gerînendeya giştî ya Perav û Şoreya Deryayî li parêzgeha Hirmuzkan Murad Efîfî Bor got: "Lêpirsîn li gorî hevkariya tîma keştiyê pêkan e da ku bigihîjin nîşaneyên pêwîst ên vê dozê."

Tirkiye

Zêdebûna aloziyên Tirkiyê didomin, derbarê mijarê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Duh sûkên aborî bi ragihandina Banka Navendî ya Tirkiyê ku nirxê faîzê ji sedî 4,25 kêm bike, matmayî ma. Ev rêje ku du qatî texmînên şîrovekaran e, dîktatoriya serok Recep Tayyîp Erdogan ya li ser rêjeyên faîzê yên bilind qebûl nake, radixe ber çavan."


Mijarên Din