Mijarên rojnameyên erebî yê îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa li Sûriyê, komcivîna Neteweyên Yekbûyî û arîşeya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de nivîsîn.

El-Watan: Li “herêmên bêçek” binpêkirin… agirbest jî dike têk biçe

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Êrîşên terorîstan li herêmên dawî yên "bêçek" Idlib û gudewarên wê zêde dibin. Artêşa Erebî ya Sûriyê jî li eniyên şer bi hêz bersiva binpêkirinan da, bi yaybet li bakurê Xanşêxûn`ê ya başûrê Idlibê, ku duh li wir pevçûnên dijwar rû dan, artêşa Sûriyê di pevçûnan de rêxistinên terorîst têk birin û nameyeke bi hêz da ku ew dê ji bo paqikirina axê liva leşkerî dewam bike, eger ku terorîst her aigrbestê binpê bikin.”

El-Watan li ser zimanê çavkniyeke nêzî hêzên rejîmê diyar kir "Artêşa Sûriyê duh sibehê, li devera Tilcaxer ya bakurê Xanşêxûnê, bersiva êrîşa "Cebhet El-Nesra" ku "Artêşa Rizgariya Netewî" piştgiriya wê dike û mezintirîn milîsên girêdayî Tirkiyê ye, da, artêşa Sûriyê ew neçar kirin ku birevin û pir êrîşkar kuştin.”

Çavkaniyê diyar kir "Agirbest ku di roja 25`mîn de ye, dikir bi destên terorîstan bi dawî bibe, wan dixwest ku nexşeya bi agirbestê saz bûye, biguhrînin, lê artêş bi hişyarî tevgeriya, bersiva binpêkirinên terorîstan da bêyî ku tu xalên nû bigire yan jî ber bi hrêmên din ve pêş bikeve, tevî ku artêşa Sûriyê dikarî pêş bikeve, lê wê xwest ji terorîstan re bêje "hûn vegerin em jî dê vegerin.”

Şerq El-Awsat: Moskov têkildarî êrîşên bi dorneyan li dijî Himêmîmê behsa "rola derve" dike

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsand: "Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh der barê êrîşên li dijî baregeha asmanî yan Himêmîm a nêzî Laziqiyê, de behsa "rola aliyên derve" kir.”

Rojnameyê wiha nivîsî "Dema eşkerekirina encamên lêkolînên der barê êrîşên bi Dron`an ên li dijî baregeha "Himêmîm`ê de, berdevkê wezaretê got ku amadekirina Dorn`an û biçekirina wan "hewceyî karînên pisopr"e, wî nîşan da ku hin aliyan (navên wan diyar nekirin) piştgiriya teknîkî dane opozisyona Sûriyê.”

El-Ereb: Erdogan hêviya pêveberdanên nepêkan ji Trump dike

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameyê nivîsî: "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide ku sûdê ji beşdarbûna komcivîna Netewyên Yekbûyî bigre û arîşeyên bi Amerîkayê re sar bike, bi taybet bi serok Donald Trump û rêveberioya wî, yên ku li dijî hewesên Anqerê ne, çi di mijara binpêkirina kevneşopiyên NATO`yê û kirîna sîstema moşekên Rûsyayê û hewldanên kirina belefirên F35 yên Amerîkayê, çi jî der barê hewldanên avakirina herêmeke ewle rojhialtê Sûriyê ku li dijî têkiliya Washington a bi şervanên Kurd re ye.”

Rojname wiha pê de çû: "Erdogan li benda pêvberdanên ku li gorî diplomatên Amerîkî, nepêkan in, e. bi taybet di mijara kirîna mûşekên Rûsyayê û hewldana kirîna yên Amrîkayê jî. Erdgojan hewl dide tiştên ku bi rêya kanalên dîplomatîk û axaftinên bi telefonê pêk nehatin, bi hevdîtina rû bi rû a bi Trump re pêk bîne, weke ku Trump ketiya bi bandora "bazan" û nikare diyalogê bike û dê hêsanî pêveberdanan bike.”

Erdogan di demên derbasbûyî de her daxuyaniyên li dijî Waşingtonê dan, lê Erdogan xwest bi rêya hin hevdîtinan helwesta bi Amerîkayê re nerm bike bi taybet dema hevdîtinên bi rêxistinên Cihûyan re.

Lê nameya Erdogan berevajî pêk hat, Amerîkayê ji bo hevditinên bi Erdogan re sînatorê ji partiya Komarê Lindsey  Graham erkdar kir, ku Graham bi helwestên li djî planên Tirkiyê yên li Sûriyê tê naskirin, ev tê wateya ku Waşington dê bi hêsanî daxwazên Erdogan pêk neyine û arîşeyên di navbera dewletan de bi niyatên baş û parskirina hestan çareser nabin.”

Çavdêr dibêjin ku Amerîka bi awayekî demkî li bayê Anqerê diçe, lê ew bi hêsanî hevkarekî bi bawerî mîna Kurdan ji bo xatirê hevkarekî `her roj li bayekî` bernade. Her wiha Waşington di mijara arîşeya xwe ya stratejîk bi Rûsyayê re, dixwaze li Sûriyê bimîne, her ku Rûsyê li Sûriyê ye û herêmên stratejîk digre, dê Amerîka jî li Sûriyê bimîne û berjewndiyên xwe yên li rojhilat biparêze, ji ber ew herêm nêzî Tirkiyê û Iraqê ye her wiha li wir bîrên gaz û petrolê hene.

Şerq El-Awsat: Îran bi gerwerziyan hewl dide dîwarê îzolekirinê bişikîne

Der barê rewşa Îranê de rojnameyê nivîsî: "Îranê gerwerzî (manevra) kir da ku dîwarê îzolekirinê yê piştî êrîşa li dijî şîrketa Aramco Siûdiyê çêbû, bişikîne.

Li aliyekê Reutersê li ser zimanê serokê Îranê Hesen Rûhanî ku li New Yorkê daxuyanî dabû, diyar kir ku `Eger cezayên li ser welatê wî bêne rakirin, ew amade ne di miajra guhertina hepeymana  nuklear de diyalogê bikin. Lê buroya wî ya Tehranê paşê got ev daxuyanî ne rast e.”


Mijarên Din