Mijarên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro der barê mijara komîteya makezagona Sûriyê û paşguhkirina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nivîsîn, her wiha mijarên mîna xwepêşandanên li Lubnanê, têkiliyên Tirkiye û Îranê û bermahiyên DAIŞ`ê li Lîbyayê jî ketin rojeva rojnameyan.

El-Ereb: Kurd bi zanebûn ji komîteya makezagona Sûriyê hatine dûrxistin

Der barê mijara komîteya makezagona Sûriyê de rojnameyê nivîsî: "Serkreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres 18`ê Îlonê di civîneke çapemeniyê li navenda NY`ê ya li New Yorkê de ragihand ku wan der barê avakirina komîteya makezagona Sûriyê de li hev kiriye. Lê mijara paşguhkirina Kurdên Sûriyê wek pirsekê kete rojevê.

Pir hêsan e ku mirov bibêje di lîsteya rejîmê de tu nûnerên Kurdan tune ne, ji ber ku rejîmeke desthilatdar û totalîter e û Kurdan û doza Kurdan bi wateya jeopolîtîk nas nake.

Koalîsyona Sûriyê ya dijber jî ku li aliyê Tirkiyê ye û navenda wê li Stenbolê ye, Encûmena Nîştimanî ya Kurdî (ENKS) bi nûnerekî tenê tev li komîteyê kir, ew jî dê nûnerê koalîsyonê ne yê Kurdên Sûriyê be.

Tişta balkêş ew e ku Guterres piştî komcivîna di navbera garantorên Astanayê de ku li Enqereyê pêk hat, ev daxuyanî da, ev jî tê wateya ku destê van dewletan, bi taybet ê Tirkiyê, bi awayekî zelal di mijara paşguhkirina Kurdan de heye.”

Şerq El-Ewset: Li herêmên Lubnanê ji bo rewşa aborî xwepêşandan

Rojnameyê nivîsî: "Duh êvarê rojeke din a dirêj a xwepêşandanan li Lubnanê bi dawî bû, xwepêşandan vê carê gihîştin paytextê û herêmên bakur û başûr û Beqayê. Xwepêşandan li dijî paşketina rewşên jiyanî û aloziyên aborî û diravî li dar ketin, welatî ditirsin ku buhayê lîreyê Lubnanê baştir nebe.”

Bi sedan  xwepêşandêr li navenda Beyrûtê civiyan û li dijî rewşa aborî ya aloz nêrînên xwe anîn ziman. Komeke xwepêşandêran li pêşiya seraya hikumetê hewl da bendên polîsan derbas bikin, lewma di navbera wan û polîsan de arîşe çêbû. Xwepêşandêran tekerên erebeyan şewitandin û kolanên sereke yên paytextê girtin. Her wiha sloganên li dijî hikumet û rejîmê berz kirin û berpirsên dewletê bi gendeliyê tawanber kirin.”

El-Ereb: Erdogan dîsa behsa kirîna petrola Îranê dike

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan teqez kir ku ne pêkan e Tirkiye êdî gaz û petrola Îranê nekire, ew dîsa dijberiya cezayê Amerîkayê yên li dijî Îranê dike.”

Erdogan piştî ku ji komcivîna NY`ê ya li New Yorkê vegeriya, ji rojnamevanan re axivî û got Tirkiye ji cezayên Amerîkayê ku dibe di encama bazirganiya bi Îranê de pêk bên, natirse û ew naxwazin hevkariya xwe ya bi Îranê re rawestînin.

Çavdêr dibêjin ku Erdogan bi van daxuyaniyan hewl dide ji aloziya aborî ya Tirkiyê bireve, her wiha dixwaze raya giştî bi hinceta metirsiya derve, li dora xwe kom bike, bi taybet piştî ku hêza wî di nava gel de qels bû û binesaziya partiya wî sist bû.

Daxuyaniyên Erdogan berovajî daneyên saziyên navdewletî ne, saziyên ku firotina petrola Îranê dişopînin dibêjin ku Enqere êdî pir kêm petrolê ji Îranê dikire, lê ji axaftinên Erdogan diyar bû ku dibe ew bi Amerîkayê re bikeve nav arîşeyeke nû, piştî ku wî nekarî Trump razî bike ku hin cezayên li dijî Îranê kêm bike.”

Derdorên aborîzan ji encamên vê arîşeya bi Washingtonê re ditirsin. Sala derbasbûyî arîşeyeke wiha bû sedema krîzeke aborî ya mezin li Tirkiyê û kir ku buhayê lîreyê Tirkiyê kêm bibe û ji wê çaxê de aboriya Tirkiyê di aloziyê de ye.

Bertekên arîşeyeke bi Amerîkayê re zêde dibin, piştî ku Erdogan got ku têlkiya Îranê bi êrîşên li dijî keregehê petrolê yên Arabistan Siûdî de tu ye, tevî ku piraniya dewletên cîhanê li aliyê Waşington û Riyad`ê bûn.

Erdogan her wiha li pêşiya komcivîna NY`ê got ew amade ye "gefên li dijî Îranê" bi dawî bike, ev jî tê wateya ku dê hevkariya bi Îranê re bihêz bike.

El-Îmarat Al-Yaum: Balyozê Amerîkayê li Îsraîlê; projeya aştiyê dê dawiya salê bê ragihandin

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Balyozê Amerîkayê yê li Îsraîlê Daved Fradman diyar kir ku projeya aştiyê ya Amerîkayê di dawiya vê salê bê ragihandin. Di vê navberê de hêzên dagirkeriya Îsraîlê rêyên Şarîa Rojava û Xezayê girtin, dê ev rewş ta şeva çarşemê dewam bike ku roja sersala Ibrî ye.”

Fradman di hevpeyvîneke bi rojnameya The Jerusalem Post re got: "Ez baş bawer im ku projeya aştiyê dê di dawiya sala 2019`an de bê ragihandin, ez nabêjin di nava hefteyekê yan mehekê de, lê em pir nêzîkî dawiya rê bûne û dê beriya dawiya salê be.”

Serokwezîrê Îsraêlê Benjamen Natanyahu beriya hilbijartinan gotibû ku projeya serokê Amrîkayê Donald Trump dê di nava çend rojan de bê ragihandin.

El-Ereb: Bermahiyên DAIŞ`ê xwe li çola Lîbyayê bi rêxistin dikin

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî "Vê carê dîsa serê rêxistina terorê DAIŞ li Lîbyayê xuyan kir, bermahiyên wê li çoên Lîbyayê belav bûne, hewl didin komên çekdar ava bikin û hin bajarên Lîbyayê dagir bikin, piştî ku li bajarê deryayî Sirtê têk çûn.”

Di mehên derbasbûyî de liva çekdarên rêxistina terorîst hate dîtin, wan sûd ji valehiya leşkerî û ewkekariyê wergirtine. Ji ber  ku hêzên çekdar ên Lîbyayê bi şerên li dijî hikûmeta Wifaq`ê re mijûl in.

Di dîmenkê de, ku ji aliyê saziyên tagihandinê yê rêxistinê ve hatiye weşandin de, bi dehan çekdarên ku dev û rûyên xwe pêçane, piştgirya bo El-Bexdadî diyar dikin û gefan dixun ku tola xwe ji artêşa Lîbyayê hilînin.

Rêxistina terorê hewl dide ku xwe berhev bike û hilperîneke nû pêk bîne. Sala 2016`an li bajarê Sirtê şerekî giran li dijî wan pêk hat û gelek çekdarên wê li gelek bajarên başûrê Lîbyayê belav bûn.

(kn)


Mijarên Din