Mijarên rojnameyên erebî – 9 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro behsa lihevkirina leşkerî ya di navbera Îran û hikûmeta Sûriyê de, destwerdana dewleta Tirk ji Lîbyayê re, her wiha rewşa Iraqê kir.

EL-EREB: ÎRAN BI DESTEKA SÎSTEMA HEWAYÎ YA SÛRIYÊ, RÛSYAYÊ ACIZ DIKE

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijaran kir. Di vê derbarê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Rejîma Sûriyê û Îranê roja çarşemê lihevkirineke leşkerî ya nû ku hêzên sîstema parastina hewayî xurt dike, îmze kir. Ji aliyê Îranê ve jî wek bersivdayîneke li ser zextên siyasî û leşkerî ku rastî hêz û milîsên alîgirên wê li Sûriyê tê, diyar bû."

Televîzyona fermî ya Îranê li ser zimanê Baqirî wiha da zanîn: "Em ê sîstema parastina hewayî ya Sûriyê xurt bikin da ku hevkariya leşkerî di navbera her du welatan de baş bibe. Lihevkirin dê îradeya me xurt bike da ku li hember zextên Amerîkayê bisekinin."

Muxalifê sûrî Eymen Abdulnûr ji rojnameya El-Ereb re ev tişt got: "Lihevkirina dawîn a di navbera Îran û Sûriyê de, di nava wê de 3 peyam hene. Ya yakemîn sekinandina li hember DYA`yê û Qanûna Qeyser, ya duyemîn ji Rûsyayê re ku di demên dawîn de ji siyaseta rejîmê aciz bûye û ev yek di gotaran de hate nivîsandin û ji aliyê dezgehên çapemeniyê yên nêzî Kremlînê ve hate belavkirin û Esed û kesên derdora wî, rexne kirin." 

Abdulnûr destnîşan kir ku vekirina kanalên pêwendiyê ji aliyê Moskovê ve bi hêzên muxalif û kesayeftên elewî hişt ku metirsiyên Esed der barê niyetên Rûsyayê de zêde bibin.

Li gorî muxalifê sûrî ku peyama sêyemîn ji Îsraîlê re ye ku hedefgirtina baregehên Îranê li Sûriyê zêde berfireh kiriye. Tehran dixwaze bi rêya vê lihevkirinê peyamekê bide ku ew ê di kare sîstema parastina hewayî ya Sûriyê bixe bin serweriya xwe û dikare bi pêş bixe da ku karibe bersiva êrişên rastî wê tên, bide.

ŞERQ EL-EWSAT: DEWLETA TIRK BI RÊYA RAHÊNANÊN XWE YÊN DERYAYÎ Û ASMANÎ REWŞA LÎBYAYÊ ALOZTIR DIKE

Têkildarî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Hêza deryayî ya dewleta Tirk duh ragihand ku ew amade ye rahênanên (tetbîqat) deryayî û asmanî li nêzî beravên Lîbyayê pêk bîne. Li aliyekî din raporên leşkerî destnîşan kir ku di pêşketineke nû ya rewşa Lîbyayê de dewleta Tirk amade ye bajarê El-Cefra topbaran bike.”

Hêza deryayî ya dewleta Tirk duh ragihandibû ku dê rahênanên deryayî yên mezin çêke, lê dema wê diyar nekir. Her wiha got rahênanên ku dê bi navê `Naftex` pêk werin, dê li nêzî beravên Lîbyayê li sê herêmên cuda pêk werin û bi navên “Barbaros”, "Turgut Reîs" û "Çaka Bey" bin.

EL-BEYAN: KAZIMÎ Û HEŞDÎ ŞEBÎ… ŞERÊ ŞIKANDINA HESTÎ GUR DIBE

Di mijara Iraqê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Di vê dawiyê de şerê “şikandina hestî” di navbera serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û milîsên Heşdî Şebî de li gel hewldana Kazimî ya paqijkirina welêt ji kesên îranî, gur dibe.”

(bx-şx)


Mijarên Din