mijarên rojnameyên erebî- 8 Mijdarê

 Rojnameyên erebî yê  îro der barê liv ûş tevgerea diplomatîk a der barê rewşa Sûriyê, her wiha geşedanên li Libnan û Iraqê de nivîsîn.

Ekaz:Nakokiyên Rûsya-Tirkiyê têkildarî kûrahiya herêma ewle ye

Rojnameyên Erebî bal kişandin ser rewşa Sûriyê, girîngtirîn mijar rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, di vê derbarê de Rojnameya Ekaz wiha nivîsand:"Çawa DYA`yê ji mijara Sûriyê derket, yekser derbarê kûrahiya herêma ewle ya li Sûriyê nakokiyên Rûsya û Anqera derketin, di heman demê de Enqerayê radigihîne ku QSD`ê 32 km ji xaka Sûriyê venekişiyane, lê belê QSD`ê piştrast dike, ku lI gorî hevpeymana Sochi artêşa Tirk û komên çekdar hevpeymana agirbestê binpê dikin." 

Piştî artêşa Sûryiyê li seranserî sînor belav bûn, nakokiyên Rûsya û Tirkiyê zêdetir bûn, di vê derbarê de Anqera îdîa dike ku QSD`ê û artêşa Sûriyê hêj rûbereke berfireh ji sînorê Sûriyê kontrol dikin.

Li ser vî esasî li Bakurê Sûriyê, Rûsya di qada leşkerî da ku hêzên Tirkiyê xaka Sûriyê dagir neke, gelek panzer şandin balafirgehên Qamişlo û Kobanê, di heman dema ku serokkomarê Tirkiyê behsa bijarteyên din dike, heke Rûsya û Washingtonê der barê herêmê ewle pabendî bi hevpeyamê nekin, di milekî din der barê geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî daxuyaniya ku Rûsya dilsoziya bi hevpeymanê xerab kir, Erdogan bi hempîşeyê xwe yê rûsî re Vladimir Putin  axivî.

 Alîkarê serokê Rûsya Yuri Ushakov got, li ser daxwaza dewleta Tirk Potin û Erdogan di demekê nêz de, dê li gel hev biaxivin, niha jî em dema guncaw diyar dikin.

Erdogan diyar kir ku dixwaze têkildarî rewşa Sûriyê bi serokê Rûsya re li gorî hevpeymana Sochi ya Rûsî-Tirkî  gotobêjan pêş bixîne û duh got, têkildarî rewşa bakurê Sûriyê li gel serokê Amerîkayê Donald Trump re axivîn û niha bi Potin re jî dê biaxivin.

El-Ereb: ji bo Erkdarkirina Al-Harîrî bo serokatiya hikûmeta nû nêzî lihevkirinê bûne

Der barê Lubnanê de rojnameya El-Ereb got, Serokmeclisê serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî ji bêdengiya ku ya ji destpêka tevgera gelêrî ya 17’ Cotmehê de bê deng maye, derket. Bi wê re jî ragihand ku dixwaze ji nû ve serokê Tiyar El-Misteqbel Seed El-Harîrî ji bo Serokwezareta Lubnanê were hilbijartin.

El-Şerq El-Ewset: Xebata parastina deryavaniya li Kendavê dest pê kir

Têkilî mijarê, rojnameya El-Şerq El-Ewset da zanîn ku xebata koalîsyona deryayî ya parastina ewlehiya dewletên Kendavê û Tengava Hurmizê bi serkêşiya keştiya 5’emîn a Amerîkayê bi vekirina Fermandariya Sentinel duh li Menamê, dest pê kir. Di şahiya ragihandina destpêkirina xebata koalîsyonê ya li navenda keştiya 5’emîn de, fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên deryayî yên Amerîkayê Jim Malloy û hin rayedarên leşkerî ji dewletên beşdar, amade bûn.

Îmarat El-Yewm: Bi guleyên hêzên ewlehiyê 4 xwepêşandêr li Bexdayê hatin kuştin

Der heqê Iraqê de rojnameya Îmarat El-Yewm daxuyand ku xwepêşandanên li Iraqê didomin. Duh xwepêşandêran li Qada Tehrîrê bendên kontrolê danîn. Li aliyekî dîtir jî çavkaniyên ewlehî û nîştimanî ji Reutersê re ragihand, piştî ku hêzên ewlehiyê gule avêtin xwepêşandêran da ku ji hev belav bibin, di encamê de 4 xwepêşandêr li paytextê Bexdayê hatin qetilkirin.

El-Ereb: Parîs, Enqereyê berpirsê mirina NATO’yê dibîne

Girêdayî mijarêrojnameya El-Ereb got, serokê Fransayê Emmanuel Macron pêncşemê daxuyand ku rêbaz û reftarên dewleta Tirk aloziya NATOY’yê kûrtir kirin.

Emmanuel Macron di hevpeyvîneke li gel kovara The Economist a heftane de piştrast kir û wiha got: "Tiştê niha tê jiyîn, mirina nivînê ya NATO’yê ye. Bi wê re jî rêbazên dewleta Tirk a endamê NATO’yê û her wiha jî dûrketina Amerîkayê di vê derbarê de, rexne kirin.

Çavdêr dibînin ku daxwaza Europiyan a damerzirandina yek artêşê bi hewldana tevgerên dewleta Tirk a di Rojhilata Navîn de ku berî wan dest pê kiriye, bi bin ket û Washington jî bû cihê şermê. Weke çawa li Sûriyê pêk aniye. Ev jî berjewandiyên dewleta Tirk geş dike û Europiyan bi pelika terorîstên DAIŞ’ê şantaj dike.

(fr-eh)  


Mijarên Din