Mijarên rojnameyên erebî – 7 Mijdarê

Rojnameyên erebî yên îro der barê liv û gevgera Rûsyayê li Sûriyê û rewşa Idlibê de nivîsîn, her wiha geşedanên li Iraq, Libnan û Yemenê jî di rojeva de bûn

Ukaz: Putin biryara şerê Idlibê dide… Esed  jî dê pêk bîne

Rojnameyê der barê mijarê nivîsî "Çavkaniyê pêbawer diyar kirin ku serokê Rûsyayê Vlademir Putin biryara şerê li dijî rêxistinên terorîst yên li Idlibê daye, di serî de jî , Heyet Tehrîr Al-şam (Cebhet El-nusra- Alqayida), ku weke rêxistineke terorîst tê naskirin, her wiha Beşar Al-Asasd jî fermana êrîşeke nêzîk li Idlibê wergirt.

Çavkaniyan diyar kirin ku Rûsyayê plana leşkerî ya derxistina Idlibê ji destên rêxistinên terorîst û komên Opozisyonê, daniye. Lê ji ber geşedanên li ser erda bakur û rojhilatê Sûriyê û guherînên leşkerî ku li wir pêk hatin, Rûsya neçar kirin ku hêzên xwe li herêmên bakur belav bike, lewma operasyona Idlibê dereng ma.

Her wiha çavkaniyan diyar kirin ku her du alî, Rûsya û Tirkiyê gihiştine lihevhatineke rasteqîn li bakur, ev jî tê wateya ku Sûriyê dê cenga Idlibê destpê bike û berê artêşê bide wir. Serdana Al-Esed  ya Idlibê û axaftinên der barê rizgarkirina bajêr de, piştî biryara Putin ya vegerandina Idlibê bo rejîma Sûriyê, pêk hat. Al-Esed  dema çû eniyên şer û bi fermandarên leşkerî re hevdîtin kir, xwest bide xuyakirin ku xwedî biryar e.

Şeriq El-Ewset: Lûbnan: derfetên avakirina hikûmeta tiknoqrat zêde dibin

Der barê rewşa Libnanê rojnameyê nivîsî "Serokê bloka "Libnana bi hêz" Cibran Basîl, ji serokê hikûmetê Saad Al-Herîrî re got ku ew amade e ji kabîneya hikûmeta bê ya Libnanê derkeve, lewma dê derfeta avakirina hikûmeteke tiknoqrat zêde bibe ku tê payin ji 20 wezîran pêk bê, bi qasî agahiyên ku gihiştine Al-Şarq Al-Awsat. Çavkaniyên ku agahdar in diyar kirin ku Al-Harîrî bi Basîl re axivî ye û şîret lê kiriye ku derveyî kabîneyê bimîne, Basîl jî gotiye ew ji bo vê bijarteyê amade ye".

Girêdayî mijarê serokê berê Fûad Al-Senyûra, qebûl nekir ku biçe buroya dozgerê gistî Alî Ibrahîm, da ku der barê xerckirina 11 milyar dolaran di navbera salên 2006-2008 `an de, da ku dozger guhdarî ravekirina wî bike. Al-Senyûra got ku tiştek li ba wî tuneye bêje, her wiha got "Ez mêrekî wiha me ku di bin siya zagonan de tevdigerim, ez bi tiştên ku min ji Libnanê re kirin bawer im". Her wiha der barê ku hin belge hene, Senyûra got ev pêkenokeke ne xweş e, armanca wê reşkirina hikûmetên serokê koçkirî Refîq Al-Herîrî ye û reşkirina wî û hemû serokên piştî wî hatine ye".

El-Beyan: Amerîka ji serokên Iraqê xwe bi "lez tevbigerin"

Der barê rewşa Iarq`ê de rojnameyê nivîsî "Piştî ku xwepêşandêran axaftina serokwezîr Adil Abdilmehdî ne pejirandin, êdî rê li hikûmeta Iraqê teng dibe. Berteka pêşemîn û hişk ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hat, hikûmeta Amerîkayê ji ya Iraq`ê re û rêveberên siyasî yên Iraq`ê xwest ku "bilez tevbigerin" û daxwazên Iraqiyan yên reformê pêk bînin.

Her wiha Amerîkayê kiryarên kuştin û revandina xwepêşandêrên sivîl şermezar kir..

Di vê navberê de artêşê fermanên hişk dan yekîneyên xwe ku li dijî xwepêşandêran çekan bikar neyînin.

 Hikûmeta Amerîkayê der barê tundiya li Iraq`ê daxuyniyek bi rêya balyozxaneya xwe ya li Bexdayê weşand û têde got ku "Hikûmeta Amerîkayê her alîgir û piştgirê Iraq`a aram û bi hêz e ku karibe gelê xwe li dijî komên tundrew biparêz e û rê li pêşiya ewên dixwzin serwerî û demoqrasiyê têk bibin, bigire". Daxuyaniyê got "Di vê dema ku cîhan geşedanên li Iraq`ê dişopîne, ji hikûmeta Iraq`ê û rêveberên siyasî tê xwestin, ku bi lez tevbigerin û daxwazên welatiyan yên reformê pêk bînin, bi tunekirina viyana gel tu pêşeroja Iraq`ê tune ye".

El-Ereb: Lihevhatina Riyad`ê derfetên çareseriyê fereh dike ku Hûsiyan jî bigre nava xwe

Der barê geşdanên li Yemenê rojnameyê nivîsî "Peymana Riyad`ê ya di navbera hikûmeta Yemenê û Meclisa demkî de, hêviyên navdewletî bilind kirin ku dikarin bighêjin lihevhatineke ku şerê li Yemenê bi dawî bike û Hûsiyan jî bigire nava xxwe, ji Hûsî jî êdî li deriyê derketina ji vî şerî digerin, bi taybet piştî geşedanên Iraq û Libnanê û paşketina desthilatdariya Îran`ê".

Çavkaniyên siyasî ji Al-Arab re diyar kirin ku dibe ev lihevhatin weke destpêk partiya "Almutamar" bigre nava xwe û bingeha diyaloga berfereh a bi hûsiyan re deyine".

(kn)

 

 

 

 

 


Mijarên Din