Mijarên rojnameyên erebî – 6 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro behsa derbeyên li dijî hêzên dewleta Tirk li Lîbyayê, rewşa hundirîn a Tirkiyê û aloziya Lubnanê kir.

EL-EREB: RAFAL LI WETIYE ÊRIŞÎ TIRKAN KIR

Rojnameyên erebî yên îro behsa gelek mijaran kir, ji wan derbeyên ku li Lîbyayê li hêzên dewleta Tirk hatin xistin. Di vê derbarê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Çavkaniyan got balafiran êrişî baregeha Wetiye ya rojavayê Lîbyayê kir û ew jî cureya Rafal e. Ji ber wê jî hêza êrişkar di navbera Fransa û Misirê de digire ku her du dewletên ku balafirên ji vê cureyê li gel wan hene. Her wiha got tevger wek bersivdayîneke lezgîn li ser serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar li Terablusê ku di miqdarê kûrahiya Tirkiyê li rojavayê Lîbyayê de diyar kir."

Hebûna Tirkiyê li Lîbyayê metirsiyan li gel Misir û Fransayê çêdike ku di demên dawîn de rexneyên wan ji Enqereyê re zêde bûn. Qahîreyê diyar kir ku heger milîsên hikûmeta Terablusê yên destekê ji Tirkiyê digirin ber bi Siryête ve biçin, ew ê destwerdanê bike. Parîsê jî got tevgerên Tirkiyê nayên qebûlkirin.

Topbarana li ser baregeha Wetiye diyar kir ku xetên sor ên hewayî ji xetên sor ên bejahî ji  aliyê serokê Misirê Abdulfettah El-Sîsî ve hatine diyarkirin cuda ne. Ji ber bichikirina balafirên şer û keşfê li Wetiye gefên hewayî li ser yekîneyên ku li Sirte, baregeha Cefra û rojhilatê Lîbyayê, zêde dike.”

ŞERQ EL-EWSAT: KÊMBÛNA ASTA PIŞTEVANIYA GEL JI ERDOGAN RE ÎHTÎMALA HILBIRJARTINÊN PÊŞWEXT XURT DIKE

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Encamên anketeke nû ku li Tirkiyê hatiye çêkirin, senaryoya lidarxistina hilbijartinên pêşwext xurt kir. Di wê anketê de diyar bû ku serokkomar Recep Tayyîp Erdogan asta piştevaniya gel jê re kêm bûye. Bi taybet li gel krîza siyasî û aborî li welêt.

Her wiha anketa ku şîrketa Metropol a pêbawer di dema ji 10`ê Hezîranê heta 26`ê wê de çêkiriye, xuya kir ku di hilbijartinên bê de AKP`ê ya serdest e rêjeya ji sedî 30, CHP bi rêjeya ji sedî 24 dengan bi dest dixe."

EL-BEYAN: LUBNAN JI DERIYÊN ŞOKÊ HIZBULLAHÊ TENGAV DIKE

Li ser asta Lubnanê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Li gorî şîrovekirina zêdekirina Amerîkayê ya asta êrişên xwe li dijî Hizbullahê, Lubnan hîna li pêşiya rêzeîhtîmal û pêşketinan maye. Çarenûsa hikumetê di navbera bayê guhertin û paşvexistina vê guhertinê de maye. Li gel ku nîşaneyên derve yên ku komî ser hev bûne û girêkirinên xeter bi xwe re tînin, texmîna herî xeternak berbelav bûye.”

(bx-şh)


Mijarên Din