Mijarên rojnameyên erebî – 6 Hezîran

Rojnameyên erebî yên îro behsa operasyona QSD`ê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê û destwerdana Tirkiyê ji Lîbyayê re, kir.

EL-ŞERQ EL-EWSET: QSD`ê DEST BI OPERASYONA LI DIJÎ DAIŞ`Ê KIR

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijarên girîng kir ji wan operasyona QSD`ê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê. Di vê der barê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "QSD`ê hemleya " Tunekirina Terorê" bi armanca hedefgirtina şaneyên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst li çolistana rojhilat li derdora çemê Xabûr û sînorê Sûrî – Iraqê, ragihand."

QSD`ê duh got wan 21 endamên DAIŞ`ê di nav de biyanî, girt.

QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di demên dawîn de êrişên DAIŞ`ê zêde bibûn, vê yekê xeterî li ser ewlehiya şêniyan û aramiya wan çêdikir. QSD`ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Piştî komkirina agahiyan bi hevkariya hêzên Kooalîsyonê yên li dijî terorî û bi koordînasyona artêşa Iraqê, hêzên me dest bi hemleya Tunekirina Terorê ji bo hedefgirtina şaneyên DAIŞ`ê yên terorîst, kir."

Her wiha QSD`ê destnîşan kir ku hemleya wan li dijî baregehên DAIŞ`ê ku metirsiyan ji şêniyan re çêdikin. Ew şane aramî û ewlehiya herêmê xerab dikin.

EL-EREB: ERDOGAN DESTKEFIYÊN XWE XURT DIKE: LEŞKERÊN LI PEY VÊ YEKÊ NE

Der barê destwerdana Tirkiyê ji Lîbyayê re rojnameya El-Ereb wiha got: "Serokkomarê Tirk derfeta bersivdayîna Serokê hikûmeta Wîfaq Fayiz El-Serac ji dest xwe nebir. Erdogan got armanc ku tevahî xaka Lîbyayê bixe bin serweriya xwe de. Her wiha got tişta hatiye bidestxistin bi saya leşkerên Tirkiyê ye. Ev yek jî peyame ku çavdêran got ew bi wateye."

EL-ŞERQ EL-EWSET: LEŞKERÊN JI SÛRIYÊ LI LÎBYAYÊ …"KILÊŞEKE BI KIRÊ"

Rojnameya El-Şerq El-Ewset diyar kir ku leşkerên ji Sûriyê di şer de derbasî pêngaveke nû bûne. Şerê xwe li welatê xwe dikirin, paşê ji bo kesên din li Lîbyayê şer kir. Tecrûbeyeke nû heye. Şerên kesên din li ser xaka sêyemîn, dikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din