Mijarên rojnameyên erebî – 5 Tebax

Rojnameyên erebî yên îro der barê kiryarên Tirkiyê yên li Sûriyê û Iraqê, her wiha arîşeya Îsraîl û Îranê û teqîna bendera Beyrûtê de nivîsand.

EL-BEYAN: ŞERÊ AVÊ LI DIJÎ SÛRIYÊ Û IRAQÊ RÛYÊ NÛ YÊ ÊRIŞÊN TIRKIYÊ

Rojnameyê nivîsî: "Binpêkirina zagonên navdewletî êdî bûye taybetmendiyeke rejîma Tirkiyê, ya ku ava çemên Dîcle û Firatê li ser Sûriyê û Iraqê dibire, di encamê de aloziya avê li welatan rû da û bandorên giran li her du welatan xuya dikin.

Hikumeta Tirkiyê dijminahiya xwe kûr dike û ava çemên Dîcle û Firatê dibire û bi vî awayî zagonên navdewletî yên der barê parvekirina ava çemên ku sînoran derbas dikin de, binpê dike, armanc jê ew e ku fişarê li welatiyên herêmên derdora çeman bike ku  ji wan deran bar bikin, her wiha fişarên aborî û siyasî li hikumetên Sûriyê û Iraqê bike. Ji ber ku ev ne cara pêşî ye ku Tirkiye mijara avê wek alava şer bi kar tîne.

Çapemeniya Almanî ragihand ku asta ava çemê Firatê di hefteyên derbasbûyî de pir kêmî asta asayî bûye, her wiha diyar kir ku li gorî zagonên navdewletî pêwîst e her saniyeyekê 500 metrekabik ava Firatê derbasî Sûriyê bibe, li niha kêmê 200 metrekabikan derbas dibe.

Rojnameya Der Spiegel hişyarî da ku dê bandorên ta asta mirinê li welatiyên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bibin, her wiha diyar kir ku bendava Tişrînê kehrebeyê digihîne bi milyonan kesan, ji ber ku hilberîna wê 800 MW e, lê ji ber kêmbûna avê niha hilbirîna wê bûye 200 MW.

Li gorî çavdêran rejîma Tirkiyê avê wek çekê li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê bi kar tîne, carna ava Firatê dibire, carinan jî ava navenda Elok ya Serêkaniyê dibire da ku dagirkeriya xwe li bakurê Sûriyê biçesipîne, her wiha ji bo pêkanîna planên xwe demsala havînê hilbiratiye ku pir pêdivî bi avê çêdibe.”

ŞERQ EL-EWSAT: TIL AVÎV JÎ BI SEDEMA ‘ŞANEYÊN TEHRANÊ’ GEFAN LI SÛRIYÊ DIXWE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duh gef li Sûriyê xwarin ku dê rejîmê ceza bike eger çi metirsî li dijî Îsraîlê çêbin, piştî ku duh balafirên Îsraîlê başûrê Sûriyê bombebaran kir.

Roja duşemê balafirên Îsraîlê li nêzî Qunêtra a li başûrê Sûriyê bombebaran kirin, piştî ku komek kesan hewl da ku li nêzî sînorên girên Colanê mayinan biçînin.

EL-EREB: LI BEYRÛTÊ ROJEKE BIXWÎN Û JI CÎHANÊ PIŞTGIRÎ

Rojnameyê nivîsî: "Serokê hikumeta Lubnanê Hesan Diyab soz da ku berpirsên teqîna li bendera Bêyrûtê pêk hatiye, ceza bike, ku di encama teqînê de gelek ziyanên madî û giyanî rû dan. Di vê navberê de gelek dewletan destê alîkariyê dirêjî Lubnanê kir.”

Di vê demê de ku teqîn pêk hatiye, li Lubnanê aloziyeke kûr a siyasî, aborî û civakî heye, hikumeta ku Hizbullah piştgiriya wê dike nikarî tu guherînan pêk bîne.”


Mijarên Din