Mijarên rojnameyên erebî – 5 Cotmeh

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê, xebatên hevbeş ên DYA û Tirkiyê der barê herêmên ewle de, xwepêşandanên li Iraqê û rewşa Yemenê de nivîsîn.

El-Ereb: Dewriyeyên hevbeş arîşeyên Tirkiye û Amerîkayê kêm nakin

Der barê tevgera hevbeş a Tirkiye û Amerîkayê li ser sînorên Sûriyê de rojnameyê nivîsî: "Roja înê hêzên leşkerî yên Amerîka û Tirkiyê, dest bi pêkanîna pêngava yekemîn a avakirina herêma ewle li rojhilatê Feratê, li Sûriyê kir, tevî ku di nabera her du aliyan de gelek nakokî hene, bi taybet der barê aloziya Sûriyê de yan jî bi sedeme gefên Amerîka yên dijî Tirkiyê piştî bazara kirîna sisteme moşekên Rûsyayê.

Her du artêşan sibeha înê dewriyeya hevbeş a sêyemîn li rojhilatê Firatê gerandin, piştî ku Tirkiyê nerazîbûna xwe der barê piştgiriya Amerîkayê de bo yekîneyên parastina gel ên Kurd nîşan da.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê bi daxuniyaniyê got ku dewriyeya hevbeş, bi maşîneyên zirxî û firokeyên bêmirov pêk hatiye, daxuyaniyê diyar kir ku dewriye li rojhilatê bajarê Tilebyedê yê girêdayî parêzgeha Reqayê pêk hatiye.

Şerq El-Awsat: Komên li bakurê Sûriyê dê bêne yekkirin da ku "El-Nusra" bê belavkirirn

Der barê hewldanên Tirkiyê yên belavkirina Cebhet El-Nusra de rojnameyê wiha nivîsî: "Enqere duh hin komên "nerm" ên li bakurê Sûriyê, di bin banê "Artêşa Neteweyî" de kirin yek, tê payîn ku ev pêngav bibe amadekariya belavkirina "Tehrîr El-Şam" ku piranî ji endamên Cebhet El-Nusra pêk tê û li Idlib û derdora wê bi cî dibe.

Serokê hikumeta Sûriyê ya demkî ya girêdayî opozîsyonê Ebdilrehman Mistefa duh ragihand ku "Artêşa Rizgariya Neteweyî" û "Artêşa Neteweyî ya Sûriyê" di nava artêşekê de hatin yek kirin û dê girêdayî wezareta parastinê ya hikumeta demkî be. Çavkaniyên opozisyonê diyar kir ku "Artêşa Neteweyî dê bê firehkirin û dê ji 7 leqan û 80 hezar şervanan pêk bê."

Tora "El-Şam" ya dijber ragihand "Tê payîn ku piştî yekkerkirinê, çareyeke nerm ji bo "Tehrîr El-Şam" bête kirin, li gorî lihevhatinan pêwîst e desthilata herêmên Idlibê bikeve destê hikumeta demkî.”

Di vê navberê de rojnameya fermî ya Tirkiyê diyar kir ku Zanîngeha Gaziantep dê 3 fakulteyan li hin bajarokên biçûk ên bakurê Sûriyê veke, ev tê wateya çesipandina desthilata Tirkiyê li herêmê. Rojnameyê got "Zanîgeha Tirkiyê dê fakulteya zanyariyên îslamî li Ezazê, ya perweredeyê li Efrînê û ya aboriyê jî li Babê veke.”

Şerq El-Awsat: Hejmara kuştiyên xwepêşandanên Iraqê bilind bû… Sistanî jî hikumet hişyar kir

Der barê rewşa Iraqê de rojnameyê nivîsî "Tevî qedexeya derketinê jî bi dehan xwepêşandêr duh daketin navenda Bexdayê, di roja çaremîn a xwepêşandnên li paytext û hin bajarên başûrê Iraqê, di encamê de hijmara kuştiyan gihişte 46 kuştî.”

Li gorî ajansa Fransî, hezên ewlekariyê gule berdane xwepêşandêrên ku doza derkirina hin berpirsyarên bi gendelî kirine û ji bo ciwanan kar xwestine. Desthilatdariyê jî duh hin segvanên nediyar tewanber kirin ku 4 kes li Bexdayê kuştine. Navenda ragihandina ewlekariyê ragihand ku "Duh du endamên hêzên ewlehiyê û du welatî şehîd bûne" li navenda Bexdayê û bi destê segvanên nediyar.”

Parlemana Iraqê dê îro ji bo nirxandina daxwazên xwepêşandêran bicive, piştî ku oldarê şîe Elî Sîstanî bi rêya nûnerê xwe Ahmed El-Safî piştgiriya xwe bo xwepêşandêran nîşan da. El-Safî di xutbeya înê de got "Pêwîst e hikûmet reftara xwe der barê aloziyên welêt de biguhere" û " Beriya ku dem derbas bibe tedbîran bigre.” Lîdarê şîe Muqtada El-Sadr jî êvarê doza istifaya hikûmeta Adil Ebdilmehdî kir, got "rijandina xwîna Iraqiyan rawestînin, bila hikûmet istifa bike", her wiha doza "Hilbijartinên pêşwext ên bi çavdêtiya navdewletî" kir.”

El-Ereb: Siûdî dê pelika Yemenê ji dest Îranê derxe

Rojnameyê nivîsî: "Qraliya Erebî ya Siûdiyê bersiva însyatîfa agirbestê ya Hûsiyan da, Siûdiyê hewl da ku vê însyatîfê, ji dosyayên arîşeyên kûr ên bi Îranê re cuda bike, ji ber ku Îran hewl dide dosyaya Yemenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û bazaran pê bike.

Cîgirê wezîrê parastinê yê Siûdiyê mîr Xalid bin Selman roja înê got qralî hewldanên aramiyê li Yemenê erênî dibîne, ji ber ku ew her dem vê dixwaze û hêvî dike ku bê pêkanîn.”

Li aliyekî din, bin Selman li ser Twitterê nivîsî: "Rejîma Îranê behsa aramiya li Yemenê dike, dixwaze vê mijarê, ji bo derbaskirina aloziyên xwe bi kar bîne, ev bazareke arzan e, piştî ku rejîma Îranê alozî li Yemenê gur kir niha jî Yemen û gelê Yemenê dixe bazarê.”

El-Îmarat El-Yaum: Rûsya ji bo berjewendiyên xwe li hevsengiyên herêmî digere

Rojnameyê wiha nivîsî: "Hevkariya nû ku di navbera Çîn û Rûsyayê de çê dibe, dê tevgerîneke ciyopolîtîk a aloz bi xwe re bîne. Hindistan û Japoniya û Europa hewl didin ku van her du hêzên Asyayî ji hev dûr bikin, di vê naberê de, dewletên Asyaya navîn, bi bêdengî xwe berhev dikin, da ku karibin li Asyayê bergiriiyê bikin.”

Serokwezîrê Hindistanê Narindar Mody meha derbasbûyî li Rûsyayê behsa projeyeke bi sed milyar dolarên Amerîkê kir ji bo geşedanên herêmê.

Mody û serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî projeya rêya deryayî di di navbera paytexa rojhialta jorîn Vadevostok û bajarê Chinay ê Hindiatanê de, pejirandin, ev rê dê dema rêwîtiya ku 40 rojan dirêj dikir, bike 24 roj.

Şerq El-Awsat: Trump ji bo jipeywirgirtinê biryar nedaye ku alîkariya kongreyê bike

Rojnameyê nivîsî: "Serokê Amerîkayê Donald Trump duh got; ew hîna ne bawere ka dê, di mijara jipeywirgitina wî de, bi kongrisê alkar be yan na, Trump ji rojnamevanan re got "niznim, ev karê parêzeran e.”

Li gorî ajansa Fransî, rêveberiya Trump dê ji demokratan bixwaze ku ji bo destpêkirina peyketina dûrxistinê, dê dengdaneke fermî bixwaze.”

El-Ereb: Bernameya aborî ya Tirkiyê beriya çêbe mirî ye

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsand:  "Wezîrê xezîneyê yê Tirkiyê Barat Albayrak bernameya aborî ya 2020-2022 eşkere kir. Ev jî tê wateya ku dê ti guherînên di wezaretê de pêk neyên, tevî ku gel ji rêbazên hikûmetê yên aborî bêzar e. her wiha xuyaye ku serok Recep Tayyîp Erdogan dê destên xwe li ser van polîtîkayan asê bike.


Mijarên Din