Mijarên rojnameyên erebî – 4 Hezîran

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li bakurê Sûriyê, her wiha geşedanên li Lîbya û Lubnanê de nivîsîn.

ŞERQ EL-EWSAT: ÊRIŞÊN ASMANÎ YÊN LI "SÊKOŞEYA BAKUR"A SÛRIYÊ

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê de nivîsîn, bi tyabet geşedanên li harêma Idlibê. Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Balafirên şer ên Rûsyayê çend êrişên asmanî li `koşeya bakur’, di navbera gundewarên Hama, Idlib û Laziqiyê yên bakur û rojavayê Suriyê de pêk anîn. Ji dema ragihandina agirbestê beriya sê mehan, ev cara yekem e ku êrişeke wiha pêk tê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) roja çarşemê ragihand ku "Balafirên Sûriyê şeva sêşemê û sibeha çarşemê, li sêkoşeya Hema, Idlib û Laziqiyê êriş pêk aniye, ev herêm dikeve sînorên di navbera her sê parêzgehan de.

Li herêmê komên çete yên mîna Heyet Tehrîr El-Şam ku berê Cebhet El-Nusra bû, her wiha çeteyên Huras El-Dîn û Partiya Îslamî ya Tirkistanî hene.

SOHR’ê diyar kir ku piştî agirbesta ku Moskov û Enqereyê ragihandibû, ev cara pêşî ye ku êrişeke wiha pêk tê, ji wê çaxê ta niha car caran pevçûnên demkî û topbaran di navbera her du aliyan de rû didan.

Li gorî lihevhatina agirbestê dê Rûsya û Tirkiye dewriyeyên hevbeş li seranserê rêya navneteweyî ya stratejîk M4 pêk bînin.

SOHR’ê diyar kir ku êrişên asmanî yên Rûsyayê, bi armanca dûrxistina şervanan ji rêya navneteweyî pêk hatiye, her wiha dûrxistina wan ji herêma Sehe Elxab ku hêzên rejîmê û yên Rûsyayê lê bi cî dibin."

EL-EREB: RÛSYA LI PÊVAJOYA NÛ LI LÎBYAYÊ STRATEJIYEKÊ AMADE DIKE

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: "Serdana cîgirê meclisa serokatiyê ya Lîbyayê Ehmed Miêtîq û wezîrê karên derve yê hikumeta Wîfaq Mihemed Tahir Siyala bo Moskovê diyar dike çi qasî ditirsin ku Rûsya destwerdana xwe li Lîbyayê fireh bike û piştgiriya artêşa bi fermandariya Xelîfe Hefter bike. Di vê navberê de tê gotin ku Rûsya hewl dide ku bi rêya parlemanê destwerdana leşkerî di nava Lîbyayê de bike, ev tişt bû sedea nakokiya di navbera serokê parlemanê Eqîla Salih û Xelîfe Hefter de ku roja çarşemê gihîşte Qahîreyê."

EL-BEYAN: LUBNAN DÎSA LI BENDA XWEPÊŞANDANAN E

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameyê nivîsî: "Hikumeta Lubnanê ta niha bêçare ye û nikare tu kiryareke şênber der barê aloziya welêt de pêk bîne, çi ji hêla siyasî, aborî, diravî û jiyanî de. Di vê navberê de tevgera civakî amadekariyên tûreke nû ya xwepêşandên li kolanan dike. Xwepêşandan dê du sibe dest pê bikin, dê hewl bidin ku fişarê li desthilatê bikin da ku li dijî gendeliyê kiryarên şênber pêk bîne, her wiha ji bo rewşa welêt ya hilweşiyayî çareyên encamdar peyda bike."


Mijarên Din