Mijarên rojnameyên erebî – 4 Cotmeh

Rojnameyên erebî yên îro diyar kir ku plana Tirkiyê ya avakirina "herêma ewle" li Bakurê Sûriyê dê çarenûsa wê binketin be mîna çarenûsa hewldanên Îsraîlê yên berê be û her wiha destnîşan kir ku komîteya destûrê rûyek ji rûyên çareseriyê ya Rûsyayê ye, lê bêyî rojava ronahiyê nabîne.

Rojnameyên erebî yên îro behsa geşedanên aloziya Sûriyê, xwepêşandanên li Iraqê û aloziya Yemenê kir. 

El-Beyan: "Herêma ewle"… Îsraîl bi bin ket û Tirkiye bi ser nakeve

Rojnameyên erebî yên îro behsa gelek mijarên der barê Sûriyê de kir, jê rêya pêkanîna mekanîzmaya ewlehiyê, der barê mijarê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Tu roj bêyî axaftinên berpirsên Tirk ku behsa plana Enqereyê ya avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyê, derbas nabin. Temenê axaftina wan bi qasî temenê şerê Sûriyê ye ku ji sala 2011`an ve rû dide."

Rojnameyê wiha domand: "Heta sala çûyî, mijara plana Tirkiyê der barê "herêma ewle" li Bakurê Sûriyê ne li gora plana Îsraîlê ya weke wê li Başûrê Sûriyê bû, lê artêşa Sûriyê dikaribû herêmên Dera, Quneytera û Siwêda kontrol bike, ku ew herêm di plana Îsraîlê ji bo avakirina herêma ewle de bûn.

Ji wê rojê axaftina der barê "herêma ewle" li Başûrê Sûriyê bi dawî bû, lê Tirkiyê hîna behsa wê dike, carekê hevkariya bi Amerîka re û carekê binketina hevkariyê û behsa "Çalakiya leşkerî" dike. Li gorî texmîn û lêkolînên pisporan, dê hewldanên Tirkiyê mîna çarenûsa ji hewldanên Isralê ne baştir be.

Der barê mijarê de ajansa Reutersê axaftina wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ya duh ragihand ku Tirkiye texmîn nake xebata wê bi Washingtonê re ji bo avakirina "herêma ewle" encamên tê xwestin, pêk tîne.

El-Ereb: Komîteya destûra ya Sûriyê lîstokeke mezin e!

Rojnameya El-Ereb jî wiha nivîsand: "Lubnaniyan fêm nekir ku çawa şerê wan ê navxweyî ku 15 salan dirêj kir, bi derketina destûra nû re bi dawî bû. Bi salan ew rijandina xwînê nehat bîra wan. Di wan şeran de dirûşmên bilind ku behsa parastina berxwedana Filistîn û parastina erebtiya Lubnanê li aliyekî dike, bihîstin û şerê ji bo serxwebûna Lubnanê û serdestiya wê li aliyekî bihîstin. Dema ku ev şerê rûreş bi dawî bû, encamên berovajî derketin holê."

Rojnameyê bi berdewama nivîsa xwe de wiha nivîsî: "Gelê Sûriyê vê carê dibîne ku cîhan dê ji wan re aştî, welat, pêşketin û aramiya bi rêya avakirina destûra welatê wan, ava bikin. Rejîma Beşar El-Esed kopiyek ji vê destûra sala 2012`an derxistibû. Avakirina komîteya destûrê tê wateya lîstina bi vê destûrê ku li gorî berjwendiyên opozîsyonê were guhertin, her wiha ji bo li gorî tiştên bi zorê ji platformê rejîmê derdikevin. Bi giştî opozîsyon, rejîm û NY`yê ji bo vê yekê bi hêvî ne. Wekî ku çareserkirin tê. Li ser tu çavdêran nayê veşartin ku ev yek pêkenok e û baweriya gelê Sûriyê ku dê êşên wan derman bike, nayê. Lê tevî vê jî ev yek wek alavên nû ji karekî re têne dîtin ku ji derve hatine da ku bi doza Sûriyê re ku gelê Sûriyê ne di nava encmên wê de ye, bike xebatê.

Rojnameyê wiha domand: "Gelê Sûriyê vê carê diyar dikin ku dê cîhan ji wan re welatekî xweş û ewle bi rêya avakirina destûra welatê wan çêbike. Rejîma Beşar Esed di sala 2012 kopiya herî dawî ji destûrê derxist û avakirina komîteya destûrê 

Zelal e ku nûnerên Sûriyê di hundirê pêşandaneke şanoyê de ye û xwe radestî hêviyên nivîskarê sînaryo kirin. Ji îlona 2015`an Rûsya rûdanên Sûriyê xwedî dike û ya ku Rûsya bêyî şer eniya parastinê rejîma Şamê bi rêve dibe.

Ne rast e ku komîteya destûrê nîqaşên di nav gelê Sûriyê de vegerand, mîna ku Cemal Silêman endamê desteya danûstandinan û endamên komîteya destûrê got. Her wiha ne rast e ku ew komîte serkeftinekê ji opozîsyonê re çêdike mîna ku Neser Herîrî serokê desteya danûstandinan a opozîsyonê ragihand. Bi zelal î ev komîte rûyek ji rûyên çareseriya Rûsya ye. komîte dê dengvedana nakokiya di navbera xwediyên berjewendiyên mezin li cîhanê be."

Şerq El-Ewsat: Çemberkirina Bexdayê ya hêdîkirina xwepêşandanan bi bin ket

Der barê Iraqê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Çembera ku duh hikumeta Iraqê li Bexdayê li dijî xwepêşandanan a girtina rê û qedexeya derketina derve ragihandiye, da ku xwepêşandanan rawestîne, bi ser neket. Lê berovajî gel zêdetir bi hêrs bû. Li rexê jî ji dema lidarketina xwepêşandanan ji sêşema borî ve, gelek qurbanî, zêdetirî 30 kes, çêbûn. Ji wan 2 kes polîs in."

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Tevî ku hêzên ewlekariyê gule barandin da ku xwepêşandêran ji hev belav bike, lê duh bi sedan xwepêşandan li Bexdayê dolabên erebeyan li Qada El-Tehrîr pêxistin. Hin xwepêşandêran jî erebeyên hêzên ewlekariyê şewitandin.

Ya herî balkêş, xwepêşandanên mezin li parêzgehên başûr baregehên hikumetê şewitandin. Di encamê de gelek xwepêşandar hatin kuştin. Ji lew re xwepêşandan derbasî parêzgehên rojava û bakur nebûn, bi taybet herêmên suniyan ên ku di şerê li dijî rêxistina DAIŞ’ê de hatibûn wêrankirin. Her wiha derbasî Herêma Kurdistanê jî nebû.

Îran duh fermî bi banga li desthilata Iraqê ya neberdewamkirina xwepêşandanan ji ber metirsiya fersendê ji hêla dewletên biyanî ve, kete xeta krîzê. Îranê ji Heşd Şabî ya ku girêdayî Tehranê ye xwest ku rola xwe di çewisandina xwepêşandêran de ya ku tê pêşbînkirin îro piştî nimêja înê zêde bibe, bilîze.

Îmarat El-Yewm: Netanyahu û Lieberman di avakirina hikumetê de bi bin ketin

Der heqê Îsraîlê de rojnameya Îmarat El-Yewm ji rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê veguhast ku serokwezîrê wîlayeta wî demborî Netanyahu hilbijartinên pêşwext di nava partiya xwe Likûdê de lêkolîn dike.

Rojnameyê ji partiyê wiha veguhast ku armanc ji van bergiriyan xapandina protestoya ku di hundirê partiyê de heye. Ji ber ku hikumetên dîtir, bi wê tevliheviyê nahêlin ew derbasî hikumeta yekitiyê ya bi partiya Likûd re bibin.

Netanyahu duh bi serokê partiya "Îsraîl Home" Avigdor Lieberman re rûnişt. Lê rûniştin bê encam derbas bû. Bi wê re jî derfetên avakirina itîlafa hikumetê ya piştî hilbijartinên ku di meha borî de pêk hatine, hilweşîn.

Partiya Lieberman piştî hevdîtinê wiha got: "Rêvebirina rast a avakirina hikumetê, afirandina rêgezên bingehîn ên hevpar di navbera Îsraîl Home, Likûd û Blue White de ye."

Şerq El-Ewsat: Xweşbîniya Brîtanyayê ya bi "pêşketina bêencambûnê" ya şansên aştiyê li Yemenê

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê Yemenê de wiha nivîsî: "Balyozê Brîtanyayê yê li Yemenê Michael Aaron diyar kir ku welatê wî xweşbîniya xwe der heqê kedên wî yên aştiyê li Yemenê bi pêşketina erênî anî ziman. Ew jî piştî daxuyaniyn waliyê Erebistana Siûdiyê emîr Mihemed Bin Selman a piştevaniya rêveçûna çareseriya siyasî ya krîzê, ye."

Michael Aaron ji rojnameyê re wiha anî ziman: "Fermandarên Hûsî daxuyaniyên waliyê Erebistana Siûdî yên dawîn bi awayekî erênî wergirtin."

Her wiha diyar kir ku ew daxuyanî dibe alîkar û piştevanê pêşketina xebata aştiyê.

Balyozê Brîtanyayê bal kişand ser ku Erebistana Sidûdiyê roleke erênî lîst û îşaret pê kir ku kedên cîgirê wezîrê parastinê yê Erebistana Siûdî emîr Xalid Bin Selam pir baş in.

Michael Aaron dibîne ku asta şer di navbera her du aliyan de kêm bûye. Bi vê pêşketinê re dê encam baş bin. Lê belê ev pêşketin bi bêencambûnê bi nav kir û tekez kir pêdivî bi pêngavên erênî heye da ku tevahî alî ber bi aştiyê ve biçin.

(jo-fr)

 


Mijarên Din