Mijarên rojnameyên erebî – 30 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro der barê cezayên DYA’yê yên li dijî hikumeta Sûriyê, her wiha rewşa Lîbya û Iraqê de nivîsîn.

EL-EREB: TÎRÊN QEYSER GIHAŞTIN KURÊ MEZIN Ê ESED

Rojnameyê der barê Qanûna Qeyser de nivîsî: "Roja çarşemê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)  hin cezayên nû li rejîma Sûriyê û alîgirên wê ferz kirin, di çarçoveya Qanûna Qeyser de ku meha derbasbûyî dest pê kir. Cezayên vê carê gihaştin Hafiz El-Esed kurê Beşar El-Esed ku wî 18 salî ye.

Tê payîn ku piştî çend hefteyan, anku roja 24`ê Tebaxê rûniştina sêyemîn a civînên komîteya makezagonê li Cinêvêoêk bê.

Di lîsteya nû ya cezayên DYA’yê de 14 kes û sazî hene; ji wan Zuhêr Tewfîq El-Esed û kurê wî, Kerem El-Esed, Tugaya 5`an a artêşa Sûriyê, her wiha Hafiz El-Esed kurê Beşar El-Esed.

Li gorî ceza dê Hafiz El-Esed ê ku navê kalikê xwe rakiriye, nikaribe here DYA’yê, her wiha dê pere û milkên wî bêne cemidandin.

Beriya wê jî, Esma El-Esed meha Hezîranê ketibû lîsteya reş, ji xwe serokê Sûriyê Beşdar El-Esed dema ku tevgera protestoyê ya gel di sala 2011`an de çewisand, kete ber cezayên DYA’yê.

Rayedarekî DYA’yî der barê kurê Beşar El-Esed de got: "Me dît ku girîngiya wî di malbatê zêde de dibe. Zarokên ku mezin dibin, li ser navê bavê xwe yê cezakirî, kar û baran bi rê ve dibin, an li şûna xizmekî xwe yê din.”

ŞERQ EL-EWSAT: YEMEN BERHEMA PÊŞÎN A PEYMANA RIYADÊ DIÇINE

Der barê rewşa li Yemenê de rojnameyê nivîsî: "Herêmên rizgarkirî yên Yemenê berhema pêşîn a Peymana Riyadê çinî. Serok Ebidrebe Mensûr ji bo parêzeriya Eden û rêveberiya ewlehiyê du kes erkdar kirin, her wiha rêzebiryar erê kirin, ji wan ku Muîn Ebdilmelik ji bo avakirina hikumetê hate erkdarkirin.”

EL-BEYAN: LÎBYAYÎ BI AMADEKARIYÊN LEŞKERÎ PÊŞWAZIYA CEJNÊ DIKIN

Rojnameyê nivîsî: "Sibe Lîbyayî roja yekem ya cejna Qurbanê pêşwazî dikin, di nava rewşeke aborî, ewlehî, aborî û civakî ya aloz de, li aliyekî din artêşa Lîbyayê herêmên Siret û Cefrayê dorpêç kirine û li bajarên din jî tedbîrên ewlehiyê yên xurt girtine."

EL-EREB: ÇEKÊN MILÎSAN MIJARA SEREKE YA SERDANA KAZIMÎ YA WASHINGTONÊ YE

Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyên siyasî yên Bexdayê diyar kir ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dê meha pêşiya me biçe serdana DYA’yê, dê bi serok Donald Trump û hin rayedarên peyebilind re bicive, pêwîst bû ku serdan vê mehê pêk bihata, lê ji ber rewşên girêdayî vîrusa koronayê serdan bo meha pêşiya me hate taloqkirin.


Mijarên Din