Mijarên rojnameyên erebî-30 Cotmeh

Rojnameyên erebî yên îro der barê bertekên li hember êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, her wiha geşedan û xwepêşandanên li Iraq û Libnanê nivîsîn.

El-Beyan: "Meclisa Nûberan" Biryarnarmeya cezayên li dijî Tirkiyê erê kir

Rojnameyên Erebî yên îro der barê bertekên li dijî êrîşa Tirkiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê de nivîsîn, rojnameya Al-Bayan nivîsî "Meclisa nûneran a Amerîkayê bi piraniya dengan biryarnameya ku ji serok Donald Trump dixwaze cezayan li ser Tirkiyê bibire, bi sedema êrîşa Anqerê ya li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê, erê kir".

Rojnameyê her wiha nivîsî "Meclisê bi piraniya 403 dengên erê beramberê 16 dengên na, biryarname erê kir. Gelek endamên Kongres`ê yên demokraîk û komarparêz xebat dikin ku serokê Tirkiyê û hikûmeta wî neçar bikin ku êrîşa li dijî hêzên Kurdî ku di şerê li dijî DAIŞ`ê de piştgiriya hêzên Amerîkayê kiribûn, rawesîne".

El-Ereb : ceza û petrol du pelikên ku Waşington`ê li Sûriyê dihêle

Rojnameya El-Ereb  der barê mijarê nivîsî "Li gorî diplomatan, hewldana Amerîkayê ya destdayina ser zeviyên petrola Sûriyê, ji ber wê yekê ye ku Waşington dixwaze hin pelikên li dijî Şamê û Moskovayê di destên xwe de bihêle û li derveyî lîsikê nemîne. Bi taybet piştî ku ragihand ku ewê ji bakur rojhilatê Sûriyê derkeve, ji ber operasyona leşkerî ya Tirkiyê li dijî Kurdan.

Amerîka û hevparên xwe yên  Europî ji sala 2012`an ve ceza li ser Sûriyê birîn, niha jî Waşington dixwaze zeviyên  petrolê yên Dêrazorê ku li ser sînorê Iraqê ne biparêze, da ku ven herdû pelikan di destên xwe de bihêle û bandora wê di pêvajoya siaysî de hebe.

Çavdêr dibêjin ku destpêkirina xebatên komîteya makzagonê nayê wateya ku rêya çareseriyê êdî vekirî ye, ji ber her aliyekî herêmî û navdewletî ku ketiye nava aloziya Sûriyê xwediyê ajadndeyeke cuda ye û derbarê aşîtiya li vî welatî nêrîneke wan a cudan heye. Moskova û Şam hikûmeteke navendî dixwazin, lê nêrîna Waşington û hevalbendê wê cuda ye".

Şeriq El-Ewset : Al-Harîrî istifa kir… gok di qada Ewn de ye

Der barê geşeanên li Libnanê rojnameyê nivîsî "Biryara istifayê ya serokê hikûmeta Libnanê Saad Al-Harîrî, duh, aloziya Libnanê piştî 12 rojên xwepêşandanan, kûrtir kir, gok jî niha di qada serokê komarê Mîşel Ewn de ye".

Ev geşedan astengiyeke nû datîne pêşiya avakirina hikûmeteke nû, bi taybet ku "Şepêla Niştimanî ya Azad" dixwaze serokê wê Cibran Basîl bimîne wezîr.

Tevî ku sekreterê giştî yê  Hizbullah`ê Hesen Neserlla li dijî istifaya hikûmetê bû, lê Al-Harîrî duh ragihand ku istifaya wî dê hejandineke erênî çê bike û bihêle ku alozî ber çareseriyê ve here. Al-Harîrî di daxuyaniya istifayê de got ku biryara wî li gorî daxwaza vîna piraniya Libnaniyên ku daketina qadan û doza guhrînan kirine e ye, her wiha "ji bo parastina ewlehiya welêt di vê pêvajoya dîrokî de", biryara Al-Harîrî bû cihê kêfxweşiay xwepêşandêran ku niha mijara vekirina rêyan dinirixînin her wiha dê xwepêşandan tenê li qadan pêk bên".

Çavkaniyên siyasî dibêjin ku êrîşa alîgirên Tevgera Amel û Hizbullah ya li dijî xwepêşandêran bû sedema lezbûna istifaya Al-Harîrî".

El-Imarat El-Yaum: Li Iraqê qada protestoyan ferhe dibe

Rojnameyê nivîsî "Qada protestoyên Iraq`ê duh fereh bû, şagirtan xwepêşandan kirin, li başûrê welêt jî çalakî pêk hatin, piştî ku li Bexdayê şevê din qedexeya derketinê hate şikandin".

Rojnameyê nivîsî "Duh xwepêşandêr herikîn qada Tehrîr a navenda Bexdayê ku ji roja pêncşemê ve ji aliyê xwepêşandêran ve htiye dagirkirin, durişmeyên li sijî hikûmeta Adil Abdilmehdî hatin bilindkirin, hêzên ewlehiyê jî bombeyên gazên avêtin û nahêlin xwepêşandêr ber bi herêma kesk a nêzîk ve biçin, ku li wir navedên hikûmetê û balyozxane hene".

Serokê Iraqê Adil Abdilmehdî, duh, diyar kir ku rêya herî baş ya guherînan li Iraqê ewe ku di navbera lîdarê Sedriyan Muqteda Al-Sadir û lîderê bloka Alfetih Hadî Al-Amirî de lihevhatin pêk bê, ku hikûmet bête guhertin û hilbijartinên pêşwext bêne çê kirin".

Al-Beyan: Melisa Nûberan a Amerîkayê biryarnameya derbarê naskirina komkujiya Ermeniyan erê kir

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî "Meclisa nûberan a Ameîkayê bi piraniya dengan biryara ku dibêje, kuştinên komî yên ku beriya 100 salan li dijî Ermeniyan pêk hatine, komkujî ye, erê kir, ev dengadaneke sembolîk û dîrokî ye, lê tê payin ku aloziya di babera Amerîka û Tirkiyê kûrtir bike".

Rojnameyê nivîsî "Meclisa Nûneran ku piraniya wê ji demokratan pêk tê, bi piraniya 405 beramberî 11 dengan biryar erê kir".

(kn)


Mijarên Din