Mijarên rojnameyên erebî – 30 Adar

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlibê, şerê Lîbyayê, aloziya Iraqê û berbelavbûna Koronavîrusê (Covid-19) kir.

EL-BEYAN: YE; AGIRBESTA IDLIBÊ HÊ JEV KETIYE

Rojnameyên erebî vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir, jê jî rewşa Idlibê û di vî warî de El-Beyan wiha nivîsand: “Duh Yekitiya Ewropayê (YE) banga Neteweyên Yekbûyî (NY) ya agirbesta li Sûriyê nû kir.

Berdevkê Komseriya Ewropayê bi daxuyaniyekê da zanîn ku agirbesta nû ya li Idlibê hê jî tê binpêkirin, divê bê pêkanîn û tevahî Sûriyê bihewîne.

Komseriyê diyar kir ku rawestandina şer li welat girîng e. Nûnerê NY’yê Geir Pedersen ê Sûriyê sêşema borî banga rawestandina şer a giştî li Sûriyê kir.

Li aliyekî din jî, hêzên dewleta Tirk û milîsên wê ava stasyona Elokê ya Serêkaniyê li ser bajarê Hesekê qut kir û bi wê re jiyana milyon kesî li ber gefan e.”

ŞERQ EL-EWSAT: LI TERABLUS Û MESRATAYÊ ŞER RÛ DIDE

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Piştî ragihandina hêzên alîgirê hikumeta El-Wîfaq a bi serkêşiya Fayiz El-Sîrac a berpirsyariya kuştina fermandarê payebilind ê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê duh li Terablus û Mesrateyê di navbera hêzên artêşê de bi serkêşiya Xelîfe Hefter û milîsên El-Sîrac de şer bilind bû.

Duh navenda çapemeniyê ya odeya operasyonên El-Kerame ya girêdayî artêşê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan û ciwanên piştevaniya wan dikin, êrişa milîsên a li derdora Zetarna û Xewaliq ên başûrê rojhilatê Terablusê têk bir, her wiha bersiva êrişa çeteyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan da.

EL-EREB: BEXDA DI ALIYÊ SIYASÎ DE FELC BÛYE Û NIKARE FONÊN XEBATKARÊN XWE BIDE

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Hikûmeta Iraqê ya serbixwe û di nava lîstoka siyasî ya girtî de windayî nikare ji şerê kêmbûna çavkaniyên darayî piştî ku buhayên petrolê pir daketin, derkeve û di demekê de ku pêwîstiya bikaranînê der barê Koronavîrusê de zêde bûye."

Iraq di mezexta salê de bi temamî xwe dispêre petrolê ku beşeke mezin jî fonên 7 milyon kesan mehane dide, ji wan xebatkarên saziyên cuda yên leşkerî, sivîl, karbes û hin beşên din.

Iraq mîzaniyeta îsal li ser esasê firotina nêzî 3,8 milyon bermîl ji petrola rojane danî (her bermîlek bi 56 dolar).

ŞERQ EL-EWSAT: CÎHAN "ASTA HERÎ JOR A KORONAYÊ" DIŞOPÎNE Û NÎVÊ WÊ DI TECRÎDÊ DE YE

Der barê belavbûna Koronavîrusê de rojameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Cîhan li hêviya ku Koronavîrus bigihîje asta jor da ku hejmara nexweş û mirinê dest bi daketinê bike, mîna Wohan ku vîrusa destpêkê ji wir derket, bi hişyarî dest bi vekirina deriyên xwe ji cîhanê re kiriye û tu derman ji vîrusa "Covîd-19" re tune ne. Li gorî çapemeniya fransî ku zêdetirî 3 milyar kes (ji sedî 43) ji niştecihên dinyayê, nêzî 80 dewlet û herêman heta demeke nediyar xwe di malên xwe de xistine karantînayê.

Li Îtalyayê encamên destpêkê yên karantînayê derketin. Belavbûna vîrusê kêm bû. Vîrus li Spanyayê (duh 838 mirî), Fransa, Belçîka, Brîtanya û Almanyayê zêde dibe.

Li DYA`yê jî hejmara nexweş û miriyan zêde bû. Li cîhanê hejmara mezin a mirina ji ber Koronavîrusê li DYA`yê ye û nêzî nîvê wan li New Yorkê ye.

(fr-bx)


Mijarên Din