Mijarên rojnameyên erebî – 27 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro der barê hevkariya di navbera Misir û Fransayê de li dijî Tirkiyê, her wiha rewşa Iraqê û belavbûna vîrusa koronayê de nivîsîn.

EL-EREB: TIŞTA KU PARÎS Û QAHÎREYÊ LI LÎBYAYÊ DIGIHÎNE HEV DIJBERIYA TIRKIYÊ YE

Rojnameya El-Ereb der barê mijarê de wiha nivîsî: "Li gorî hin helwestên siyasî yên dawiyê, di navbera Misir û Fransayê de nêzîkatî hene der barê aloziya Lîbyayê de. Dibe ku têkiliyên germ ên Misir û Fransayê bi gelek welatên din ên mezin re hebin, lê carê der barê van têkiliyan de tu helwestên diyar nîşan nadin. Misir ne her wextî nêzîkê Fransayê ye, yan berovajî wê, lê di demên dawiyê de wiha tê fêmkirin û lihevhatineke siyasî heye ku çîna desthilatdar a li her du welatan digihîne hev .”

Her wiha rojnameyê nivîsî: "Li gorî hin şîroveyan, dijberiya Tirkiyê xala hevbeş a têkiliya her du welatan e, her wiha vê helwestê kir ku ev têkilî germtir bibin û di helwestê de nêzî hev bibin ku êdî her kes dikare vê nêzîkahiyê bibîne. Ev hevkariya her du welatan bandor li liv û tevgera Tirkiyê ya li rojhilatê Deryaya Spî û Lîbyayê kir.”

EL-BEYAN: ÎRANÊ HEWL DA PLANEKÊ PÊK BÎNE DA KU DOLARAN BISTÎNE LÊ BEXDA ŞIYAR BÛ

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Niha di têkiliyên di navbera Iraq û Iranê de du xalên sereke yên nakok hene, yek jî têkiliyên bazirganî ye, ji ber ku Îran hewl dide ev dan û standina bazirganî bi dolar be, ji ber ku pir hewceyî dolar e, lê hikûmeta Iraqê diyar kir ku ew ne amade ye zagonên navdewletî û cezayên Amerîkayê binpê bike, lewma nikare heqê tiştên ji Îranê dikire bi dolaran bide.”

ŞERQ EL-EWSAT: KORONAVÎRUS DIKE DÎSA EWROPAYÊ JI HEV PARÇE BIKE

Rojnameyê nivîsî: "Pandemiya Koronavîrusê dike dîsa Ewropayê ji hev parçe bike, hewldanên geşkirina turîzmê têk bibe. Komîseriya Ewropayê ji dewletên endam xwest ku bê dudilî li herêmên ku vîrusa koronayê lê xuya bike, qedexeya derketinê pêk bînin, da ku pandemî dîsa belav nebe.

Her wiha komîseriyê bang li dewletan kir ku bi komîseriyê re alîkar bin û hewl bidin ku negihêjin rewşa qedexeya giştî, ji ber aboriya Ewropayê careke din nikare vî barî hilgire. Her wiha navenda Ewropayê ya pêşîlêgirtina pandemiyan hişyarî da ku rewşa nexweşiyê li hin welatan dibe ku di demeke nêzîk de ji bin kontrolê derkeve, eger aliyên têkildar tedbîrên hişk negirin.”


Mijarên Din