Mijarên rojnameyên erebî – 27 Çile

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Idlibê, destwerdana Tirkiyê ya li Lîbyayê û agahiyên der barê "projeya sedsalê" de nivîsîn.

EL-EREB: ARTÊŞA SÛRIYÊ LI BER DERIYÊ YEK JI BAJARÊN MEZIN ÊN IDLIBÊ YE

Rojnameyê der barê mijarê de wiha nivîsî: "Artêşa Sûriyê pêşketinên nû li bakurê rojavayê Sûriyê pêk anîn û êdî ew çend sed metreyan nêzî bajarê Meret El-Nûman ê stratejîk bûye ku duyemîn mezintirîn bajarê herêma Idlibê ye.

Li parêzgeha Idlibê û herêmên derdora wê ku nêzî 3 milyon kes lê dijîn, nîvê wan koçber in, şerên dijwar diqewimin ji aliyê artêşa Sûriyê û hevalbendê wê Rûsyayê ve. Şer li derdora gundewarên başûrê Idlibê û yên rojavayê Helebê rû didin ku li wir beşeke rêya navneteweyî Şam–Heleb heye.

Rojnameya El-Wetan a nêzî hikûmetê nivîsî ku artêş nêzî bajarê Meret El-Nûman bûye û êdî deriyên bajêr jê re vekirî ne ku derbas bide û ber bi rêya navdewletî ve pêş bikeve.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Şam dubare dibêje ku ew ê tevahiya herêma Idlibê û derdora wê vegerîne, tevî ku wê herêmê gelek caran agirbest hate ragihandin. Jixwe herêm di bin desthilatdariya Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra) de ye û hin komên radîkal ên opozîsyonê jî li wir hene.

Li aliyekî din artêşa Sûriyê li rojavayê Helebê jî li dijî Tehrîr El-Şam şer dike, li wir li du eniyan şer û pevçûn dewam dikin, balafirên Sûriyê û Rûsyayê jî herêmê bombebaran dikin, ta niha bi dehan kes hatine kuştin.”

Ajansa SANA ya girêdayê rejîmê li ser zimanê çavkaniyeke leşkerî diyar kir ku "operasyonên artêşê yên li Idlib û rojavayê Helebê dê berdwam bikin ta ku terorîstên mayî ji herêmê derxin.”

EL-BEYAN: EL-MISMARÎ; TIRKIYÊ 8 HEZAR ÇETE BI RÊ KIRINE LÎBYAYÊ

Der barê destwerdana Tirkiyê bo Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: "Berdevkê fermandariya giştî ya hêzên Lîbyayê general Ehmed El-Mismarî ragihand ku hejmara çeteyên ku Tirkiyê bi rê kirine Lîbyayê, gihîştiye 8 hezaran.

El-Mismarî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku Tirkiyê endamên Cebhet El-Nusra ya terorîst ji Sûriyê bi rêya balafirgeh û benderan vediguhêze Lîbyayê.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Lîbyayê têkiliyê bi komên ku sûcdarên şer in re dike, dixwaze wan wek baskên xwe yên terorîst  bi kar bîne. Lîbya dê nebe cihê terorîstan, çalakiya îro nameyek bû ji bo Enqereyê re.”

EL-ŞERQ EL-AWSAT: WARGEHA ŞAFAT; PAYTEXTA FILISTÎNIYAN

Der barê rewşa Filistînê de rojnameyê wiha nivîsand: "Li Tilevîvê duh hin agahî li ser zimanê siyasetmedaran belav bûn, der barê berfirehiya plana serokê Amerîkayê Donald Trump a girêdayî pirsgirêka Filistînî û Îsraîliyan de ku wek "projeya sedsalê" tê binavkirin.

Li gorî agahiyên ku derketine, di projeyê de behsa dewleta Filîstînê tê kirin ku dê ji sedî 70`yî Şerîaya rojava bigire nava xwe û dê paytexta wê jî wargeha koçberan ya Şafat be. Her wiha dê herêma Xor Urdun û bakurê Deryaya Mirî tev li Îsraîlê bê kirin.

Çavkanî dibêjin ku dewleta Filistînê dê Xezayê jî bigire nava xwe, lê dê di navbera Xeza û Şerîaya rojava de tunelek hebe ku wan bigihîne hev. Mercên vê projeyê ew e ku çekên `Hamas` û `Cîhad`ê bêne standin, Filistînî jî dewleta Îsraîlê wek dewleteke cihûyan nas bikin û Quds bi tevahî jî di serweriya Îsraîlê de be, Mizgefta Aqsa û Dêra Qiyama û deverên din ên olî jî bi awayekî hevbeş bêne birêvebirin.

Rêveberiya Amerîkayê dê ji bo pêkanîna projeyê li benda bidawî bûna dema serokatiya serokê Filistînê Mehmûd Abas be.

Lê rastgirên Îsraîlê vê dewletê jî napejirînin, lewma lîderên wan berê xwe da Washingtonê da ji rêveberiya Trump bixwazin ku mijara dewleteke Filistîniyan ji serê xwe biavêje.”

EL-EREB: UMAN DERIYÊN DIYALOGÊ DI NAVBERA TEHRAN Û WASHINGTONÊ DE VEKIRIN?

Der barê têkiliyên Îran û Amerîkayê de rojnameyê nivîsî: "Serdana wezîrê karên derve yê Umanê Yûsiv bin Ilêwî bo Tehranê li her du welatan wek serdana ji bo "nirxandina têkiliyên her du welatan" hate nasandin.

Lê piraniya çavdêran dibêjin ku ev serdan ji bo hin armancên kûrtir pêk hatiye û Masqat li ser dosyaya aloziya Îran û Amerîkayê dixebite ku di demên dawîn de têkiliya her du welatan aloz bûye, bi taybet piştî kuştina fermandarê artêşa Feyleq El-Quds a Îranê Qasim Suleymanî, ev alozî bûye cihê metirsiyê ku li herêmê bibe sedema pevçûneke çekdarî.

Çavdêr dibêjin ku Ilêwî di nava hefteyekê de du caran di nava mehê de jî sê caran çûye Tehranê, ev jî tê wateya ku ew nameyên lezgîn digihîne rêveberiya Îranê û bersivên Îranê jî vediguhêze hin aliyên rojavayî. Jixwe çavkaniyeke ku nexwest navê eşkere bike, got Masqat ji berê de di navbera her du dewletan de rola navbeynkariyê dilîze.

(kn)


Mijarên Din