Mijarên rojnameyên erebî - 24 Adar

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Idlibê, destwerdana Tirkiyê ji Lîbyayê re û her wiha belavbûna vîrusa Koronayê kir.

EL-EREB: ŞOYGU BI ESED RE SÎNORÊ RÊGEZÊN ŞERÊ NÛ BI TIRKIYÊ RE NÎQAŞ DIKE

Çavkaniyan ji rojnameya El-Ereb re wiha da zanîn: "Wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ku ji nişka ve serdana Sûriyê kir, hevdîtineke dirêj bi El-Esed re û bi amadebûna gerînendeyê nivîsgeha nîştimanî ya lîwa Elî  Memlûk û wezîrê parastinê îmad Elî Eyûb, li dar xist. Di civînê de bikaranîna Tirkiyê ji balafiran, topbarankirina baregehên artêşa Sûriyê û rûxandina binesaziya Sûriyê hat nîqaşkirin."

Her wiha li gorî çavkaniyan mijara guhertinê di lihevkirina Edeneyê de jî hate nîqaşkirin. Li gorî çavkaniyan ku ew ê dirêjahiya ku hêzên Tirkiyê di aliyê leşkerî de bi tawana ku şerê terorê di hundirê xaka Sûriyê heta 5-10 km dikin, dê bikin 30 km.

Çavkaniyeke ji Şamê wiha destnîşan kir: "Di serdanan de pêşniyara ku xebateke leşkerî ya Rûsya-Tirkiyê û Sûriyê hevbeş were kirin, hat diyarkirin. Da ku rêxistinên opozîsyonê dûrî rêya M4 bixin.”

EL-BEYAN: ÇETEYÊN ERDOGAN DI NAVBERA DIJMIN Û LÎSTOKAN DE

Der barê destwerdana Tirkiyê ji Lîbyayê re rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Hemû daneyên li Lîbyayê destnîşan dikin ku çeteyên Tirkiyê û milîsên hikûmeta El-Serac li gorî biryara agirbestê ku 12`ê Sibatê hatibû diyarkirin, tev nagerin yan jî bi bangekê ji NY`yê û hêzên neteweyî, navdewletî ji bo derbasî agirbesteke mirovî bibin da ku karibin li pêşiya belavbûna vîrusê bisekinin."

Çeteyên Tirkiyê û milîs rojane êrişî baregehên hêzên çekdar ên li eniyên El-Hîra, El-Remle, Eyn Zara, rêya balafirgehê û Selahedîn dikin. Bi vê yekê agirbestê binpê dikin. Dema artêş bersiv dide, topan ber bi sivîlan ve diavêjin. Artêşê beriya niha gotibû ew ê li gorî agirbestê tev bigere."

ŞERQ EL-EWSAT: BANGÊN NETEWEYÎ JI BO ‘AGIRBESTEKE CÎHANÎ’ Û ŞERÊ LI DIJÎ KORONAYÊ

Der barê belavbûna vîrusa Koronayê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres duh bang kir ku şer li tevahî cîhanê were sekinandin û şer bûye şerê li dijî vîrusa Koronayê.

Guterres li navenda NY`yê wiha got: "Sînor ji nexweşiya şer re deynin. Şerê nexweşiya ku şerê cîhana me dike, bikin. Ev yek bi sekinandina şer li her deverê dest pê dike. Pêwîstiya malbata me ya mirovahiyê bi vê yekê ji hemû deman zêdetir heye."

bx


Mijarên Din