Mijarên rojnameyên erebî – 23 Gulan

Rojnameyên erebî yên îro der barê tevgera çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê de nivîsî, her wiha geşeanên li Lîbya û Yemenê jî di rojevê de bûn.

ŞERQ EL-EWSAT: DI NAVA MEHEKÊ DE DAIŞ`Ê LI SÛRIYÊ 43 ÊRIŞ PÊK ANÎN

Rojnameyê der barê tevgera DAIŞ`ê li Sûriyê de wiha nivîsî: "Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh ragihand ku DAIŞ`ê di nava mehekê de 43 êriş li dijî rejîmê li navenda welêt û Hêzên Sûriya Demokratîk ên Kurd-Ereb li rojhilatê Firatê pêk anîn.

Li herêmên di bin desthilata rejîmê û milîsên girêdayî wê de, DAIŞ`ê 11 êriş pêk anîn, di wan êrişan de li çola Hums û Dêrazorê 37 çekdarên rejîmê û milîsên wê hatin kuştin, ji wan yek jin bû. Li herêmên Hêzên Sûriya Demokratîk 32 êriş pêk hatin.

Her wiha Navenda Çavdêriyê duh ragihand ku hêzên hevpeymanê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê operasyonek pêk anî, hêzan girte ser maleke li bajarokê Şihêl ku mala kesekî li derveyî welêt dijî û niha malbateke koçber a ji gundewarên El-Bokemal lê dijî. Yekîneyên Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên hevpeymanê êrişî malê kir û hin mêr girtin.

Navenda Çavdêriyê roja 19`ê mehê ragihandibû ku hêzên Amerîkayê operasyonek li gundewarên Dêrazorê pêk anî.”

EL-BEYAN: SERGERMIYA ERDOGAN NÎŞANÊN PEVÇÛNÊ LI LÎBYAYÊ ZÊDE DIKE

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: "Pîvanên pevçûnê li rojavayê Lîbyayê hatin guhertin, êdî tu astengî li pêşiya artêşa Lîbyayê neman ku operasyonên xwe pêk bîne. Piştî ku rûyê kirêt ê destwerdana Tirkiyê diyar bû, çeteyên wê jî biryarên navdewletî binpê kirin û bersiva daxwazên agirbestê nedan, di nav de jî agirbesta ku hêzên çekdar ên Lîbyayê bi boneya cejna Remezanê ragihandibûn.

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Lîbyayê ya demkî da zanîn ku rejîma Tirkiyê hemû peyman û zagonên navdewletî binpê kirin, her wiha dema agirbestê ji xwe re bi kar anî.

Li gorî çavkaniyên leşkerî, fermandariya giştî ya artêşê êdî tu gazin li ser xwe nehiştin û ew ji cîhanê re eşkere kir ku pabendî agirbesta mirovî ye, her wiha hay ji berjewendiyên sivîlan heye, lê aliyê din berovajî vê yekê tev digere û her dixwaze planên xwe yên dijminane yên li dijî dewlet û gelê Lîbyayê pêk bîne. Çavkaniyan ji El-Beyan re diyar kir ku artêşê ji cîhanê re pêşniyar kir ku bi boneya cejna Remezanê eniyên şer sar bike, lê milîsên El-Wîfaq ên bi fermanên Tirkiyê tev digerin, ev pêşniyar nepejirand û her şer berdewam kirin û êrişî sivîlan kir. Çavkaniyan her wiha diyar kir ku Tirk dixwazin li herêma kevana petrolê êrişeke jinişkave pêk bînin, bi piştgiriya hêzên asmanî ji keştiyên deryayî yên li hember beravên Lîbyayê ne, dixwaze vê tiştê li pêş çavên cîhanê pêk bîne.

Çavdêr dibêjin ku şer êdî ne şerê artêşê li dijî milîsên derzagonê, yan li dijî komên terorîst ên xwecihî in, lê belê şerê li dijî dijminekî derve ye ku dixwaze welêt dagir bike û dest deyne ser biryara wê ya siyasî û samanên wê û zevî û dezgehên petrolê.

Lêkolînerê siyasî yê Lîbyayî Berşîr El-Someî ji El-Beyan re got ku sergermiya Erdogan êdî gazin ji artêşê re nehiştin, her wiha gel jî li dijî komploya wî bûye yek û ji hundir û derve re nîşan dide ku projeya Tirkiyê projeyeke dagirkeriyê ya nû ye, li dijî erebbûna Lîbyayê û cihê wê yê dîrokî û samanên wê ye. Her wiha diyar kir ku şer îro bûye şerê çarenûsê ji lîbyayiyan, êdî derfeta dudiliyê nema, dê ev şer bi hemû hêza xwe pêk bê ta ku welat ji êrişkar û çeteyan û terorîstan rizgar bibe."

EL-EREB: EL-GINOŞÎ LI PÊŞBERÎ DU ALOZIYAN E; LÊPIRSÎNA PARLEMANÊ Û HEWLDANÊN DÛRXISTINA JI SEROKATIYA EL-NAHDA

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Pirsgirêka serokê tevgera El-Nahda Raşid El-Ginoşî li parlemanê û biryara lêpirsîna der barê helwestên wî yên derve de, fişarên li dijî wî kêm nekirin, di hundirê tevgera El-Nahda de. Hin daxwaz derketin ku dixwazin kongreya tevgerê beriya dawiya salê bê lidarxistin û serokatiyeke nû bê hilbijartin, ev jî li dijî planên El-Ginoşî ye ku dixwaze kongre ta demeke nediyar bê paşxistin û ew her bimîne serok.

Malperên nêzî tevgera El-Nahda behsa însiyatfa hin rêveberên tevgerê kir, bi navê "Koma Yekitî û Nûbûnê", wê komê nexşerêyeke ji 7 xalan der barê roja serokê tevgerê û demê lidarxistina kongreyê de, pêşkêş kir.

Însiyatîfê xwest ku rêvebirina tevgerê bê nûkirin, li gorî rêziknameyê û li gorî peyman û zagonên demokrasiyê.

Çavdêr dibêjin ku derketina vê însiyatîfê ku di nav de rêveberên nêzî El-Ginoşî jî hene, weke zavayê wî Refîq Ebdilselam û serokê meclisa şêwirê Ebdilkerîm El-Harûnî, diyar dike ku êdî ew hincetên tirsa ji komploya derve dê sûdê nede El-Ginoşî. Ji ber El-Ginoşî her bi hinceta ku komployeke ji derve li ser welêt heye, bûbû serokê daîmî yê tevgerê."

Aliyên nêzî tevgera El-Nahda diyar kir ku hin lîderên naskirî, El-Ginoşî tawanber dikin ku girêdayî ajandeyên Tirkiyê û Qatarê tev digere, ne bi rewşa hundirîn a tevgerê. Her wiha diyar kir ku ev hesabên El-Ginoşî dê bihêle ku tevger têkilî û hevbendiyên xwe yên di hundirê parlemanê û hikumetê de winda bike."


Mijarên Din