Mijarên rojnameyên erebî – 22 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro behsa topbarana Îsraîlê li ser Sûriyê, nakokiyên di navbera partiyên Tûnisê de, nakokiyên Misir – Tirkiyê, kir.

ŞERQ EL-EWSET: MOSKOVE PIŞTÎ TOPBARANA ŞAMÊ BÊDENG E

Rojnameyên erebî yên îro behsa topbarana Îsraîlê li ser Sûriyê kir. Di vê der barê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Moskove topbarana duh a Îsraîlê li ser hindek baregehên nêzî Şamê paşguh kir. Di encama topbaranê de 5 leşkerên alîgirên Îranê hatin kuştin."

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) ku şeva duşemê herî kêm Îsraîlê 6 moşek avêtin baregehên girêdayî rejîm û komên alîgirên Îranê yên li başûrê Şamê. Her wiha SOHR’ê ragihand ku di encama wê de 5 leşkerên ne Sûrî û alîgirên Îranê hatin kuştin û 4 leşkerên ne Sûrî jî birîndar bûn.

Îsraîl li ser tewanbariyê bê deng ma. Lê çavkaniyan ji Tilevivê diyar kir ku balafireke îranî roja yekşemê di saetên sibê de gihaşt balafirgeha navneteweyî ya Şamê û saet di 12:00`an de vegeriya Tehranê. Çavkaniyan got dibe barê wê balefirê alavên leşkerî be.

EL-EREB: GELO PARTIYÊN TÛNISÊ DI DÛRXISTINA EL-NEHDA JI HIKÛMETA PÊŞ DE DÊ BI SER KEVIN

Der barê rewşa Tûnisê de rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Bi destpêkirina erkdarkirina serokê Tûnisê Qeyis Saîd a kesyatê pêkan ji bo avakirina hikûmetê, kutleyên parlemento ji misogeriya 109 endamî ketine pêşbirkê. Ew jî piraniya pêwîst e da ku hikûmet ava bike û bêyî ku li kesê serokatiya wê dike, vegere."   

EL-BEYAN: PARLEMENTERÊN LÎBYAYÊ; MISIR HEMÛ PÎVANÊN HÊZAN LI DIJÎ TIRKIYÊ BEROVAJÎ KIR

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Erêkirina parlementoya Misrê ku endamên ji artêşê bişîne şerê li derveyî Misirê da ku parastina ewlehiya nîştimaniya  welêt li dijî milîs û endamên terorîst ên biyanî bike, hat erêkirin. Ev yek di aliyê nîştimanî yê lîbyayî de hat pêşwazîkirin û got ev yek ji bo serketina gel û destekdayîna hêzên wê li dijî dagirkirina Tirkiyê ye. Her wiha bersivdayîna komên çete, terorîst û parastina  derfetên welêt ji berjewendiyên sîstema Erdogane."

(bx)


Mijarên Din